La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sexiştiyên Kurmancî - Xorasan


Auteurs : |
Éditeur : Înstîtûta kurdzanîyê Date & Lieu : 2012, Wien
Préface : Pages : 338
Traduction : ISBN : 3 - 902181 -21 - X
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Sex. N° 5125Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sexiştiyên Kurmancî - Xorasan


Sexiştiyên Kurmancî - Xorasan

Gulî Şadkam,
Celîlê Celîl

Înstîtûta Kurdzanîyê

Bejnê yarê dara merxê,
Ez li dore ketime çerxê,
Nale gurêçavliberxê.

Xelko, werin hûn biwînin,
Keviran li min mebarînin,
Yara min çû, dagerînin.
.....



PÊŞGOTIN

Xorasan diyaspora kurdaye here mezin û here kevne. Dîroka wê ji sedsalîyên berî zayînê despê dibe, ji dema împêratorya Mêda. Lêkolinên bingehi ser dîroka kurdên Xorasanê tunene, lê bele, bêşike, wekî Xorasan hên ji dema partevyan û sasanyan kurdnêşîn bûye. Çavkanîya here giring bona vê gotinê ew „Şahnama“ Fîrdûsîye.
Fîrdûsî li Xorasanê, li bajarê Tûsê ji dayka xwe bûye û jîyana xwe li wê derê derbaz kirye. Temena nivîsandina „Şahnamê“ 1000 sali zêdetire. Şayîrê nav û deng di nivisa xweda gava navê Rostemê kurê Zal hiltine, gele ciyan ji wîra divê Rosteme kurd, di êposa Şahna-mê - da navê kurd gele cîya rast pê tê. Hên zêde, hilbestvan hêja ditye di nivisa xweda ser diroka pêşdahatina gelê kurd, ser diroka qiralê xunxur Ajdahak û Kaweyê asenger bi taybeti bisekine. Evana delilên bêşikin, ku Fîrdûsî li Tûsa Xorasanê kurda ji nêzîkayê nas-kirye û hilwesta wî ser wana geleki erênî bûye.
Xorasan li Rojhilat-Bakûrê îranê, bi hezaran kjlomêtra ji bineciyê êtnosa kurda, ji Kurdistanê dûre. Dêportasya kurdan berbi Xora-sanê bi mercên sîyasî yên diroka Rohilata Navin û Nêzikva girêdayi-ye. împêratorya Mêda (paşwextyê jî îran) heger li Roavayê sînorê xwe bi rêzeçîyayên asê - Zagrosêva parasti bûye, lê sînorê Rohilatê, erdê bêçîya, ber hêrîşên tûraniyan: turk-sêlcuqa û teter-monxola yên hertimi vekiri bûye, ji ber vê sedemê metirsî bona ewlaya îranê mezin bûye.
Eşîrên kurdan li Zagrosê, wek yekaneyen leşkerî halhazir, bihêz û çeleng, timê bi serhildanên xweva bona şahên îranê sedema serêşînê bûne. Ciguhastina wan eşîran berbi sînorê Rohilat-Bakûrê îranê: Xorasanê bona dewletê du başya wê hebûye: aliklva, kur-dên koçberkiri ber hîcûmên ji derva wê bi hêzên çekdari rawestana, bibyana mertala asê û, bi alîyê dinêva, çalakîyên wane serhildanê, ji ber xwe, bi parastina cî-warên nû ji tûranyan, wê qels bibya. Ev sî-yaseta duserî li îranê himberî eşîrên kurdan heta sedsalîyên XVIII-XIX dom kirye, xurt bûye xasma li dema deshiletdarya Şah Îsmayîl, Şah Abbas û Nadîr-şah.
Eşîrên kurda yên nûhatî li ser erdê xerib, çol û çolistan, bê gûnd û bê bînayî, mecbûr bûne, bingeha xwe ya nû wek kela ava bikin, bi sistêma jiyana nobegirtina çardewra hêwra xwe bi şev û bi roj: bîst û çar seheta biparêzin. Li nava axaftina kurdên Xorasanê peyva gund tune, kar naynin. Dewsa gund dibêjin kela.
Hijmara kurdên Xorasanê îro ji milyon merivi derbas bûye, ewana disa dijin bi ziman û çanda kal-bavê xwe. Gele eşîrên kurda, bona parastina yeketi-hevgirtina xwe ya çivakî û xuyatya xwe ya êtnîkî, jiyana sosyal-abûryêye bere berdewam klrine, xwe li serjîyana koç-berye girtine û kurdbûna xwe pê parastine. Ji ber ku piranya kurdên Xorasanê kurmanciaxêv bûne, ji xwera gotine em kurmancin. Ew hilwest heta naka dom dike.
Koçberkirina (dêportasya) kurdan berbi Xorasanê ji hemû herêmên Kurdistanê pêkhatye, him ji nava kurmanca, him ji nava sorana, hewramana û yên mayin. Kurd mecbûr bûne jiyana xwe ser erdê nû berdewam bikin. Gelekê ji wana sal û zemana hisa roja vegerê di dilê xweda zêndî xwey kirine, û gava dem hatye, şahên zalim ji rûyê dîrokê rabûne, îja koçên kurdan xwe li riya vegerê girtine. Herge sirgûn, koçberkirin bi deste zorê bûye û koç anine gihandine ser erdê Xorasanê, lê dager, bi armanca dilê kurdan bûye û demeke dîrêj kişandye. Berçevane, pareke mezin ji eşîrên kurda koçen xwe anine gihandine hewra kal û bava, lê hinekên ji wana negihiştine warên xwe yên berê û li nîvê rê mane.
Gava erdnigarya îranê datînî ber xwe û lê mêze diki, şopa riya dagê-ra piranya kurdan ber çavan xuya dibe. Delilên dirokene ew gund û bajarokên kurdnêşîn, yên îro ser xerîtê bûne morikên rêzekê: ji bin-ya gola Xezer tên diçin berbi Roavayê îranê, berbi çîyayên Zagrose. Bingeheke sekna koçên kurdaye mezin, ku eşîr di dagêrêda nîvê rê mane, ew herêma Qezwinêye. Heta naka jî li wê kurdên hêwirî kurdbuna xwe, xwehesina êtnîkî unda nekirine.
Dêmografya herêmên Xorasanê yên kurdnêşîn di nava sedsalên pa-şin gele hatye guhastin. Gorî nivîsen rêwî û lêkolînvanên yêwropî û rûs, li herem û bajarên Bucnûrdê٠ Kûçanê, Şîrvanê û cîyên mayîn li sedsalya XIX kurd pirhijmar bûne. îro kurd li wan bajaran kê-min. Bajar gelekl mezin bûne, difûzya hevbeşbûne li navbera xelqe îranê, pêşvaçûyîna têxnîkayê, êlêktronîkayê١ jiyana şaristani û hw., ev hemû bi tevayî hijmara kurdan û dewra zimanê kurdî kêm kiri-ne. Ji ber tunebûna statûya zimanê kurdi ya xwendin û nivisandinê, çivaka kurdi berbi zimanê farisi diçe.
Zargotin û ziman bêtir di nava xelqen bi jiyana eşîryê û koçberyêva girêdayîda mane. Jiyana koçberyê îro weke berê nine. Dewsa hespan motosiklêt kar tinin, dewsa ga û dewa, ku dem û zemanan bingeha barbirinen koçên giran bûne, îro traktoren dolab mezin girtine.
***
Salên dirêj bona min xiyaleke mezin bûye, ez berê xwe bidime Xora-sanê, jiyana kurdên vî erdî nas bikim û pêrajî lêkolînên êtno!îngvîstîk bikim. Daxwaza rêwîtyê berbi Xorasanê dilê minda gurr bû û nêzîkî aqilan bû> dema ez rasti rewşanbirên kurd yên Xorasanê hatim.
Gulana sala 2011 bû, bi vexwandina ûnîvêrsîtêta bajare Culamergê (Hekkaryê) ez beşdari konfêransa kurdzanyêye duda bûm. Di bin giranya karê ku ber deste minda hebû, belki ew konfêrans bona min zêde balkêş nibya, heger di bernama konfêransêda min nexwenda navên çend rewşanbirên Xorasanê, yên teda wê beşdar bûna. Bala min kişande ser xwe navaroka axaftinên wana ser çand١ êtnologî-ya û zargotina kurdên Xorasanê. Zanîna min ser kurdên Xorasanê kêm bû, cem min daxwaz çêbû, ez herim Cûlemêrgê, guhdarya axaftina wana bikim. û ez poşman nebûm.
Mêvanên ji Xorasanê nek tene bala min, lê belê bala hemû mêvanên, ku ji gele welatan hatibûn konfêransê, kişandibûn ser xwe. Sohbetên min tevî wana ser zargotina wê herêmê, geleki nirxdar bûn, Hêjatya sêxiştiyan, şewq û şemala wan cewahiran min naskir, gava wana bi devkî, bi heyacan ji minra sêxiştîyan digotin. Beri wê di hizra minda tunebû ez biryar bigrim, herim Xorasanê, nava kur-mancên ji me xerib bigerim. Min jî wana daxwaz kir çend sêxiştî-yanji minra bêjin ez binivîsim. Gu!ê-xatûna Şadkam, mêvana nirx-giran ji Xorasane, barê min sivik kir, go: „Wekî tu axaftina me rast bigrî, ezê çend nimûna, ku di bîra mida mane, ji tera binivîsim.“ Nava sê-çar rojanda hijmara sêxîştîyan gihîşte pêncî. Bi xwandi-na wan cewahiran ez têr nedibûm. Min ji xwera got, hên qudum di çokên minda heye, divê ez daxwaza dilê xwe ya kewn mîyaser bikim, bi xwe herim Xorasanê, wî welatê dîrokî, hêwra kurman-cên warguhastî, koçber, bi çavên xwe bibînim, bi guhê xwe stranên sêxiştiyan bibihêm û bi dilê xwe bicivînim. Min usa jî kir.
Çend meh neketine vê navê, 23 meha IX sala 2011, ez ji Yêrêvanê bi teyarê çûme îêhranê. Min bilêta xwe ya vegerê bona sê heftêya girtibû, lê mixabin, li firogehê, dayira vîzadayinê, bêy pirskirin, des-tûra, ku ez li îranê bimînim, bona du heftêya da.
Ji ber ku dema min hindik bû, di hemin roja hatinê, ez ji Têhranê bi tirênê rêketim, çûme bajarê Meşedê, paytexta Xorasanê, bajarekî dîrokî, girani, rûniştî û aram. Gori qalkirinê, têda nêzîkî pênc mîl-yon rûniştvan hene, jê pênsid hezar kurdin. Meşed navûdenge bi pirtûkxana xweye pir mezinva, zana û fllosofên navgiranava. Ew bajareki rêkûpêk, paqiş, darava xemili, kûçê wiya fire û jiyandar bû, meriv gişk bi karê xwe giro bûn. Meşed wa ber çavê min dihar bû û di bîra minda maye.
Karê civandin û lêkolina kelepûra çand û hunera kurmancen Xora-sanê min bi bername despêkir.
Xorasan para vedibe ser sê parêzgeha: Xorasana Bakûr, Xorasana Rezawi û Xorasana Başûr. Kurd hîmlî li Xorasana Bakûr dijin, ku dikeve li Bakur-Rojhilata îranê, rex sînorê Komara Turkmênistanê. Ew yek ji sî parêzgehên îranêye. Hijmara kurda li wê qasi mîlyon nivekêye, navenda wê Bucnurde.
Ji roja ku min lingê xwe dani îranê û heta ez vegeryam Têhranê, rêber û alikara min heja Gulê Şadkam bû, bi andamên malbat û he-val, hevkar û xizmên xweva. Gule ew keça kurd bû, ku li konfêransa Culemêrgê me hevdu nas kiribû, rewşenbireke jêhatî, şareze, pispor û dilşewata ziman û tora gelê herêma xwe. Gule bi xwe mereqdara mîrata zargotina kurmancên Xorasanê bû, hisa giringaya vê mîratê gîhandibû min, wekl ez rîya Xorasanê bidim ber xwe.
Li Meşedê, mala bavê Gulê Şadkam ji minra bû hêwra şevekê. Roj-tira dinê bi rêvebirya Gulê gihîştime bajarê Aşxanê, bajarekî mezin li Bakûrî Xorasanê û bi jîyana şarîstanî dagirtî. Kurd li wê pirin. Ji gelên faris û turkman zêdene yan kêmin, ez nizanim, min ne pirsî. Giring ew bû, wekî kurmancên Aşxanê kana zanîna sêxîştîyan bûn.
Me nêzîkî hewteke maleke dost û nase Şadkama hêwira xwe girt. Andamên malbatê biçûk û mezinê xweva ber xizmeta me bûn, rê-berya me dikirn berb hêwra koçberên ji eşîra qeremanya û gundên nêzîk, zanayên sêxiştîya dipirsîn, danîn mala xwe, hurmet, sîyanet. Karê me dimeşya.
Xanima malê Şamara Azadî-pûr, jiyana wê nêzîkî 50-60 salî, zane-ke sêxiştîyan bû. Ji roja pêşin gava em bûne mêvanê wê malê, heta me xatirê xwe jê xwest û em jê dûr ketin, ji mera sêxiştîyan digotin. Gava em pêra diçûne cîyên mayîn bona nivîsarê, dîsa Sêxiştîyên kûvîkirî danîn bîra xwe ûji mera digotin. Ji sedî zêdetir sêxiştîyan go-tin û hemu di bîra wêda bûn, zanibû ka kîjan gotye û kîjan ne gotye. Ewê bi zanetî û dilxwezî bi mera dihate bin konên koçera. Koçer îdî ji zozana dagerya bun deştê û hazirya xwe û zivistanê didîtin. Jîyana koçeran li zozanan li navbera sale, çiqasî xweşe, awqas jî girane.
Heyf wekî dema zozana nîbû, bahar û havîna zozanên Xorasanê min nedît. Rastî bejim, çîyayên bilind, li havînan berf li ser, zozanên wek li alîyê mene, rastî min nehatin. Bawer nakim weki hebin ji, lê disa zozanvanî jîyaneke taybetîye, jiyana ji gund û bajaran dûr, di nava sirûşta aza û fantastik, hilbet ewe çavkanya jiyandarya zargo-tina kurdaye pirzengîn.
Pey Aşxanê me berê xwe da bajarên Bucnûrte, Şîrvanê, Esferayne, Çinaran, em çûne usa jî gund-kelayên cude-cude. Li hemû dera derê kurmancan ber me vekirî bûn. Bi taybetî rewşenbîr û huner-mend em bi şabûn qebûl dikirin, xwe nedihewşandin, weki mê-vanê xwe di karê xweda razî verêkin. Ez dixwezim wana yeko-yeko bînim bîr, ser mêvandari, dilovanî û rewşenbîrya wana bêjim û bi spasdari nave wana hildim: Suliyman Seferpûr, Kerîm Ekberzade, Alî Soletî, Alî Hiyderî, Alî îzanlû, Hemîd Ceferzade, Husiyn Nasirî, Reza Qarşî> Hesenê Roşan, Îsmayî! Husiyn-pûr, Hîva Massîh, Reza Qarşî, Îsmayîlê Husên-pûr٠ Suhrabê Muhemedî, Reşîdê Ferhadyan, Sekne Taqîzade, Ceferê Behramî, Welî Rustemi, Cemsîdê Rustemi, Zerînê Teqîzade, Mensûrê Ehmedi, Qulamê Mehrabî, Melekê Şe-banî١ Zubiyde Axretî, Delalê Dewerrî, Şahsiyare Hesen-pûr, Mu-hemedê Husên-pûr, Qulam Reza Muhemedî, Elî Ekber Bexşî û ge-lekên mayin. Alikarya wana ji mera bû palûpişt wekî em karibim hijmara sêxiştîyên civandi bigihînin 2000-î.
Li vê rêwîtya mine Xorasanê rastpêhatinek heye, ku berî ez bême îranê, ji minra geleki mereqdar bû. Xorasan van çend salên dawyê bi dîrok û jîyana xwe ya iroyînva ber min dîhar bûye bi saya keda rewsenbîreki kurdayî mezin, fidekar û evîndarê çand û huner, za-nistî û tora kurmancên Xorasanê hêja Kilîmulla Tewehûdî. Min dixwest ez wi bivînim.
Tevî du hevala ez çûme dîtinya wi. Hêwra wi xanîke biçûk bû di nava erdeki avadan û gelekî fire, di nava daristana fêkîya, ku bi dervazeke hesinî ji dinya mezîn xwe veqetandibû. Tewehudî darên fêkiyan bi destê xwe bêcer dikir. Ji mala wi dora kilomêtrekê em nava baxçê wî dûrketin, lê geryan, heta me wi dît. Darê xwe av dida. Bi çend elbên sêvên sorva tijî em vegeryan mala wî.
Ez divêjim mal, xanî, lê bi giştî ew du sê ode bûn. Oda mêvana ki-ribû mûzêya çand û deba kurdên Xorasanê. Her alî dîwarên wî bi nimûneyên çek û rihalên kurdî, kopîyên belgeyên dîrokî, nîgarên kurdava nixamtî bûn. Çi bêjî wêderê tinebû? Axavtina bi vî pispor û şarezeyê jîyan û deba kurmancên Xorasanêra gelekî balkêş bû.
Axirya pirs-pirsyara derket, wekî koka me herduya dighîje hev. Kal û pîrê me Serhedî bûne, ji êla sîpka. Dîrokê venaşêrî. Dêmek wana ji Bakûrê gola Wanê warguhêz kirine, anîne Xorasanê. Ka kengê, çendsid sal berê? Kes nizane.
Çarde rojên bi hijmar bona civandina sêxiştîyan ji nava kurdên Xo-rasanê ji minra demeke kin bû, lê belê, têrê dikirin, wekî ez karibim awqas bicivînim, ku karibim dewra sêxiştiyan li jîyana kurmancên vê herêmê nas bikim û binirxînim.
Li nava kurmancên Xorasanê tune bûyereke şayê, şînê, hevrûnişti-neke çivakî, çandî, yeke ew li kîderê ji bive, li Xorasanê, li Têhranê, ji sînorê welêt der, weki sêxiştîyan "lo” nekin (nestirên), nevêjin. Dêmekjîyana xorasanya li hemû dema û li hemû dera bê sêxiştîyan nameşe. Distrên hemû, distirên ji xwera, ji hemyara, distirên xort û qîzên cahil, kal û pîrên temen mezin.
Bi vê belabûnê û pirhijmaryê, sêxist'1 hên nebûne bingeha xemxuryê, bi zanisti û bername nehatine civandin. Rêwî, zanayên xerîb, gava çûne nava kurmancên Xorasanê, di nivîsên xweda hergav besa sêxiş-tîyan kirine û wek mînakên ziman û zaravê xorasanyan weşandine.
Cara pêşin ser ziman û jiyana kurdên Xorasanê bi hûrbînî ziman-zanê rûs V. Îvanov sekinîye.! Zanyar li dawiya lêkolîna xwe ya zi-manzanyê ser zarê kurdên Xorasanê bi dehan sêxiştîyên ku wi civandine weşandine.
Ji kurdzanên sovêtyê Dr. Ç. X. Bakaêv û Dr. Î. Î. Tsûkêrman her yek lêkolîneke zimanzanyê dîyarî zimanê kurdên Xorasanê û Turkmenyayê kirine.
Sala 1962-a li Moskvayê, ji alîyê înstîtûta zimanzanîyê ya Akadêmîya Zanistîya YKSS, bi zimanê rûsî lêkûlîna ç. X. Bakayêv Axaftina kurden Turkmênyayê çap bû.1 2 3 Ji despêkê zanyar xwendevana dide zanîn, wekî zimanê kurdên Turkmênyayê her ew zarave çi ku li Xo-rasanê (îranê) bi mîlyona kurd pê diaxivin, ji ber vê ji navê pirtûka xwe danye Axaftina kurden Xorasanê. Dawya pirtûkê lêkûlîner pey bervedana rêzimana kurdya Xorasane, li para duda têkstên civandî ji zargotina kurdên Turkmenyayê: çîrok, serhatî, biwêj û hw. çap kirine. Daxawa, di rêza van mînakanda sêxiştî tunene.
Sernavê lêkolina î. Î.Tsûkêrman Kurmancîya Xorasanê-ye. Pirtûk bi rûsî li sala 1986 li Moskvayê çap bûye.3 Binya sernavê nivîsî-ye Lêkolîn û tekst. Dêmek pirtûk ji du parane, ji lêkolînê û têks-tê. Lêkolina xwe Tsûkêrman despêkirye hên li sala 1936-a, lê bona çapê serhevda aniya li salên heyştêyî. Bingeha lêkolînê teksta kur-mancine, ku wi li navbera hersê mehên payîzê sala 1936-a, dema ew bi armanca zimanzanyê çûbû nava kurmancên lurkmênyayê, civandine. Bi şadetya lêkoliner, kurmancên Turkmenyayê li salên 30-î hemû bi kurdî diaxivîn, merivên temen mezin zanibûn farisî û zaravekî turkmenî. Sêrêzên (sêxiştîyên) civandî pîrtûkêda 34-in, bi wergerên ser zimanê rûsî. Binya çend sêrêzan îşaret hene, wekî mînakên wana V. îvanov jî weşandye.
Pey V. Îvanov û Î.Î. Tsûkêrman cara pêşin ji kurdên Xorasanê, yê ku bala xwe daye ser sêxîştîyan, ew rewşenbir, !êkolînerê xizmetmezin Kilîmulla Tewehudiye.4 Liberevokawiye Tiranahayê kurtnancî Xo-rasan-e 202 sêxiştî cîgirtine, yên wî ji gele deverên Xorasanê civan-dine. Zanyar sexiştîyên xwe bi sîstêma alfaba farisî derskirye. Pey her sêxiştîkê wergerên wane farisî daye. Binya her sêxiştîkê navê stranbêj û cîyêjêgirtî daye xuyakirin.
Li sala 1966 (1384 H). ji rewşenbirên kurdên Xorasanê Hiva Messih berevoka Tranehayi koçek kurmanci raberi xwendevana kirye.5 6 7121 sêxiştîyên vê berevokê bi tradisyona cuwanya çapamanya îranî hat-ye belakirin. Her sêxiştîk bi wergera farisi ser rûyê pelekê dagirtye.
Li heman salê pirtûka Ezîm Rostemi bi navê Mecmuaye yeksed sêxistîyêtî kurmancî çap bûye.6 Wekji navê pirtûkê dihar dibe, sêxiş-tîyên vê berevokê sedin. Berevkir wana paravekirine ser sê bira û daye wergerê wane farisi. Destanineke vê piîtûkê yekji ewe, weki li dawiya pirtûkê berevkirji hemû peyvên sêxiştiyan ferhenga kurdi-farisl amade kirye. Peyvên kurdi bi du elfabe: farisi û latinîne.
Emê şas nibin, hergê bêjin, weki bandûra Sêxiştiyan li ser hilbesta kur-diye Xorasanê pir mezine. Gelek hilbestvanên hemdem hilbestên xwe bi şêwa sêxiştîyan dinivisin, ser sê rêza, her rêz bi heyşt lingane (heca). Mlnakeke ber çavane pirtûka rewşenbir, hilbestvanêjêhati Îsmayî! Hu-sen-pûr Esntan bê merz est...7 sêxiştî hemû berhemên wine.
Bin bandura sêxiştîyên gelêrî hilbestên xwe dinivîse usaji rewşenbîr çelekvanê çivakî Hemîdê Necefzade. Hemîd bi kar û mejxulya xwe bi xizmeta çanda kurdîva girêdayîye. Ew tevî hevalbendên xwe bi şarezetî şayî û dewatên kurmancî amade dike, rêva dibe, stranan di-bêje, hilbestên xwe û yên hevalan di navbirrya mûzîk, dîlan û stranada ber dewatvana dixûne. Xwendina hilbestan li îranê di nava gelda gelekî bi nirxe û hunereke naskirîye. Ew yek ji wan tradîs-yonên îranîye kevne, ku di nava kurdanda bê navbirrijîyandar bûye û nahajî berdewame. Dewat, şabûn, gîhandina mirazê herdû evîn-dara, bê xwendinê çarînan> hilbest û ragîhandina filosofya şayîrên sedsalyên berê, yên: Omer Xayam, Saadi, Haflz, Rûmî û yên mayîn, qet dibe?
Sêxiştî di nava zargotina kurdîda di serenseri Kurdistanê û dîyas-pora wêda hûnereke pir hizkiri û belabûyîye. Di hine herêmên kur-dadaji wanara dibêjin: heyranok, dîrok, sêxiştî, sêrêzî, dilok, manî, bend, çarîn, xweşxanên evîndaryê û hw.
Heyranok li navajanren (malbatên) zargotina kurda, îro janra here jîyandar û popûlere. Cara pêşin vê malbatê wekjanreke zargotinêye serbixwe bi taybetîyên xweva kurdzan Ordîxanê Celîl di lêkolînên xweda destnîşan kirye û pirtûkekjî li sala 1961-ê bi sernivîsa “Di-lokên gelê kurd” raberî xwendavanan kirye.8
Janra sêxiştîyan (diloka) hîmlî ew milkê cahilane. Strane li dewatan, li bindarûkan. Heger sêxiştî wek stranên bindarûka îro fimksyo-na xwe unda kirye, lê ew di dîlanên dewatanda mekin cî girtye. Mûzîka kurdî, stranên sêxiştîya li Xorasanê hizkirîne usa jî ji alîyê gelên cînar. Turkmen û farisên Xorasanê gele cara dewatên xwe bi stranên kurmancî û sêxîştîyan dimeşînin.
Dilok, heyranok, yan sêxiştîyên Kurdistane û yên kurmancên Xorasanê hîmlî wek formûlin, qalibê wana hene, gelekî bi teqil û bi rîtmîkin.
Bi strûktûr herdû rêzên pêşin bi hevra six girêdayîne û di bîra stranvanada bi hevra gîrêdayî dimînin, ji hev naqetin. Rêza sisya, li Kurdistanê, wek edet azade, ew giranya navaroka stranê, nêta bingehî digre ser xwe. Ji ber vê ji ew timê perr vedide, şewqa xwe anegor hêza sewdarya dengbêj tê guhastin, dircj dibe. Stranbej dikare gori hunera dengbêjya xwe rêza sisya binitirîne, peyvên hisa xemgînyê, şabûnê, yên kela dil nîşan didin, serda zêde bike. Dengbêj awazê stranê bi peyvên ax û waxa, heycan, qurban, lê marûmê, heyrano û yên mayînva kamil dike. Weki fikra rêza sisya, ya bingehî bide xuyakirin, ewji qalibê hijmara hangên rêzên pêşin û dudyan timê dûr dikeve, lingê (hecê) wê zêde dike, dike pir hangî.9
Sêxiştîyên kurmancên Xorasanê ne usanin, cudene, hersê rêz jî bi hijmara linga (hanga, heca) yekin, zêdebûn kêm car rastpê ten. Bi hijmar her rêzji heyşt ligane (4+4).
Sêxiştî bi çapên xwe mînatyûrin, biçûkin٠ navarok guvaştîne, di-manekê, bûyarekê, hiseke evîdaryê ber guhdara vedikin. Peyven lakonîk delîlê dilin, çirûska kela evîndarane, peyvên xemgînyê û hîvîyêne, gazî û hewara bêçaryê ûji hevdûrketina evîndarane.
Hilbesta ji sê rêzan li hemû janrên zargotina kurmancên Xorasanê cî girtye. Ew di hilbestvanya gelêrî û ruhanya kurdîda hên li sed-salîyên navîn (X-XII) hebûye. Ber çavanin qewl û beyten kurdên êzîdî, stranên şînê, stranên şera, yên mêranîyê û dîrokî, beytên dewrêşa, hilbestên Feqîyê Teyran, govendên kurdî û yên mayîn.
Sêrêzî bi navaroka xwe bûne neynika dîroka kurmancên Xorasanê. Koçberi, teli-tengiyên jîyana nû ji welêt dûr, ev hemû îro ji di nava sêxiştîyanda rastî me tên. Bi xem distirên:
Va çîyana çîyê me nînin,
Merxê çîyê me hêşînin,
Kew li çîyê me dixwinin.
Rojekê, dema gera min li Xorasanê, camêrek nêzîkî min bû, got: ”Mamûste, tu zanî weki kurmanc li Turkyayê ji hene.” Wî usa bi ecêbmayî û ji zanîna xwe razî got, weki min femkir, ew cara pê-şine ser kurdên (kurmancên) Turkyayê bihîstye. Bi vê kêmzanîna ser dîroka xwe, kurmancên Xorasanê di çanda devkîda dîroka xwe unda nekirine, Sêxiştîyên xweda besa welatê xwe kirine:
Welatê me Erzirûme,
Wi çîya û gul û tûme,
Heft salin ez ji cî bûme.
Xema undakirina welêt, rîya warguhêziya dijwar, dûr û dirêj ji bîra wana neçûye. Ser vê neheqyê wek gazî û lomaji çaranivîsa xwe strane:
Xelko can, le me çi kirin,
Malê me le gan bar kirin,
Je welatê xwe em dûr kirin.
Xerîbî, ji mal û gund, erd û heyal dûrkirin di jîyana kurdada li direjaya dîroka kurdan hertim hebûye. Bi hezaran malbat û eşîrên kurdaji cî rakirine, birine Anatolya navîn; bi kuştin, lêdan, zulm û zorî xelqê am û tam hezaran kîlomêtra bi pê ajotine berbi berîyên Erebistane...
Ser rewşa xwe ya giran kurd strane. Nava zargotina kurdidajanrek, malbateke zargotinêye taybetî heye, jêra dibêjin stranen xerîbîyê, xenboka.
Bona xerîbîyê di jiyanêda sedem pir bûne. Stranê xeribyera gori herêman usa jî gotine: stranên şînê, stranên leşkeryê, stranên ser zewacê qiza û yên mayîn. Li Xorasanê sêxiştîyên xerîbyêra divêjin stranen cudayê.
Merxê çiyê Serhedême,
Berindîrê dûrje dême,
Ez umreke çav le rême.
Stranê dîrokî, ser şera, kuştina mêrxasa, zulm û zora rûsa, tirkmena kurd bi sêxiştîya strane. Bi xwe stranên dîrokî di zargotina kurdîda malbateke serbixweye, taybetî û dewlemende, lê li Xorasanê wek sêxiştî strane.
Tirman hatiye nav malane,
Wan ar berdaye bînane,
Ew rehm nakin li jinane.
Sêxiştî hene usa ji ser şerê navbera rûsa û eşîrên kurdêii Xorasnê.
Uris hatiye nav kwînane,
Ekişînin ew bînane,
Zîwe-zîwê wan jinane.
Di nava gelda hên distrên stranên ser Xanê Kelmêşî; Ser Serdar Êwaz; Ceco-xan û yên mayîn.
Şerê Xanê Kelmêşî himberî leşkerên şah bûye. Stran avitine ser kuştina wî di şerê giranda û mêrxasîya ku wi kirye. Serdar Ewaz navdarekî ji kurdên Xorasanê bûye, ku li şerê dijî rûsa hatye kuştin. Navê Ceco-xan hemû kurmancên Xorasanê zanin. Ser wi hên çêr dikin û awsûna dihûnin. Dibêjin, dengê mêrxasya wî awqas bela-bûyî bûye, wekî gihîştîye guhê qeyserê Rûssyayê. û gava Ceco-xan pey şerê dijwar hatyê kuştin, dilê wî tsarra hedya şandine, wekî ew bibîne, gelo Ceco-xan xweyê çi dili bûye, wekî wa demeke dirêj bi mêrane diji leşkerên rûs bêtirs û bêxof şer kirye. Sêxiştîkjê eve:
Ceco-xane, Ceco-xane,
Duşmen je te herasane,
Xane xanan Ceco-xane.
Balkêşe strana Lê yarê, ku bi motîva awaz û navaroka xwe di nava gelda gelekî populere û hemû cîya distirên. Navaroka wê eve: Xa-nekî tirkmena nava kurmancên Xorasanê jineke mêrkirî dibîne, ji bedewya wi tê hingavtin û bi zorê wê direvîne, dibe birca xwe ya asê. Mêrê wê peyjina xwe tê ber bircê. Dergê kelê ber wî asê girtîne.
Feqîrîvbi kesera dîtina jina xwe li ber dergê şev û rojên xwe derbaz kirye û strana Lêyarê, avêtye ser:
Navaroka vê stranê ji kurmancên Kurdistanêra xerib nîne, mînakeke ha cem me jî distrên: Elo-paşa dîya du zaroka bi zorê ji destê mêrê wê derdixe û ji xwera dibe qesra asê.

Ser mercên amadekirina pirtûke
1 Înstîtûta kurdzaniyê pêywîst dît sêxiştîyên civandî bi du alfeba: ser bingeha tîpên latînî û farisî, ku kurd îro kar tinm, biweşine. Xwendewanên bi herdu elfeba nava kurdanda pirin. Armanca meye bona xwendinê kes bêpar nemîne.
2 Sêxiştîyan (rêzên pêşin) ser bingeha alfeba latini peyhev derskirî-ne. Bi vê hesan bûye rex hev anîna şax û mînakên sêrêzyan.
3 Ji keşkula bi 2000 sêxiştîyên civandi, pey bêjingkirinê 1701 hev bona çapkirînê hilbijartine. Yên jê derxistine, sedem ewbûye, weki zarbej kamil negotine, rêzek-dudu jê birkirine, yan jî tevlihevi di gotina wanda hebûye. Hivya me heye, li duaroje yên derxisti bêne kamilkirin û bi rewşeke nû bên wesandin. 14 sêxiştîyên dawîyê ser bingeha alfeba Latini pey hev nînin, ji ber ku, ewana gîhîştine destê me gava pirtûk bona çapê îdî amada bû.
4 Zimanê kurdi li Xorasanê û li 'l'urkmênistanê yeke, cudabûna navbera wana her sînor bûye. Çaranusa kurmancên herdu aliya weke hev nîbûye.
Li despêka dewra sovêtîyê, mafê kurmancên Turkmênyaye bona xwendin û nivisandinê, hate nasklrm. Salên 30-î pirtûkên kurdi bona perwerdeyi hatin amadekirin û li dibistanan çend salan za-rok hini xwendin û nivisandina zimanê dê bune. Perwerde 11 nava kurdên Turkmênyayê hîmlî bi çalakya rewsenbirê hêja G.G. Pêhlêwîva girêdayîye. Bi pirtûkên ku wi amadekiribûn, zaro hînî xwen-dine dibûn. Lê bele zûtirekê ew kar sekinî. Rêvebîrên komarê karê perwerda kurdan bêguhdarî hîştin. Naka li komarê tek û tûka zi-manê kurdî zanin.
Li Xorasanê zimanê kurmancî heta nakaji nebûye zimanê perwerdeyî, maye wek zimanê axaftinê. Ji ber şertên jîyana abûrî, çivakî û kultûri, riya undabûnê ber zimanê kal û bavan vebûye. Di kurman-cya îroda li Xorasanê qelsbûnên berbiçev rastî me tên, bi taybetî di nîşandayîna cinsyata di peyvanda. Dema axaftinê nê û mê tevlihev dikin, gotinek bi herdû awayî jî dibêjin. Vê tevlihevyê me li têkstan-da neguhastye, wekxwe hîştye bi du sedema:
a) Ev ٢ewş.nîşandide halê heyî, prosêsa ku ziman îro têdaye. Divê zimanê amade di têkstanda bêguhastin bimîne. Di vê pirsêda hilwesta me bûye, meşa vegorîna zimîn di bergeha pirzimanîda û tunebûna mafê karanîna ziman bona xwen-dinê û nivîsandinê bêrastkirin raberî zanistye bikin.
b) Merceki zargotinzanîyê ya giring jî ewe, wekî berevkir dive tekstên civandî gorî dile xwe neguhêze, angorî dilê xwe “rast” neke.

Celîlê Celîl

1 Ivanov V. Notes on Khorasani Kurdish. -,Journal and Prceedings oft he Asiatic Society of Bengal“ 1927 (new series), vol. XXIII, Nr. 1, pp.167-236
2 Bakayêv ç. X. Govor kurdov Tûrkmênîî (Axaftina kurdên Tûrkmênistanê). Moskva 1962 (Fonêtika, Grammer, Tekst û ferheng)
3 îsûkêrman î. î. Xorasanskly kurmancî (Kurmanciya Xorasanê). I.êkolîn û tekst. Moskva 1986
4 Kelimulle Tewehudi. Tranehayi kurmanci Xorasan. Meşhed 1374.
5 Hiva Massth. Sêxiştî. Tranehayi koçkên kurmanc.Tehran 1380.
6 Ezlm Rosteml Mecmuaye yeksed sêxişt[yên] kurtnandM, Meşhed
7 Îsmayî! Hesen-pûr Esman bê merz est... 1390, Bucnurd
8 Dilokên cimeta kurda. Berevkir û bona çapê amade kir Ordixane Celîl, 1961» Yêrêvan
9 Ev yek baş xuya dibe li stranên dîrokî û yên şînê.

Du gotin

Evel kesê ku di Xorasanê da sêxiştîyên kurdî çap kir mamosta Kelîmulla Tewehudi ye, ku li sala 1374 ( 1995) 200 sêxiştî beref kir û çap kir. Lê ta nika ciwandinek ku sêxişt٤yên giştê kelan û binan beref ke, nebû-ye. Hatina Mamosta Celîlê Celil wi Xorasanê sebeb bû> ku herinî nav bînan û kelan û ji kal û piran bixwazinî ku sêxiştiyan sa me bixwinin. Sa qedema evel, 2000 sêxiştî beref bû û ji nav wan 1701 sa çapkirinê hatiye hilbijartinê û em hivîdarinî ku bikani disa pirrtir beref keni û di kitawên din da çap keni.
Sêxiştî ji ferhenga devkl ya kurdên Xorasanê beşek giringe. Sê gep ji 5 ta 15 hecayan, ku wi heşt hecayi ji yên din pirrtir hatiye gotin. Sêxiştî gepê dilê jinan û mêrane li işq û cudayi, li şadî û xem, li xeriwiyi û hêsîrî û li umid û naumidî. Her sêxiştî çirokek qiçîk û şirîne ji jiyana keseke, geh hekayeta demekêye û geh hekayeta umrekê. Geh mina birûsekê li dîlê asmin vediberiqi û geh mina kaniyekê zelal, aram ji dîlê ؟iyan dikeli û tere. Sêxiştî gepekji dil rabûye û loma li dil jî xweş rûdini.
îro li Xorasane xelk kêmtir sêxiştiyan dibêji û sêxîştîgotin bûye kara şairan, her çi heyi ji berê mayi. Va royana kes li çol û çiyan naxwîni, kes mina berê şadî û diltengiyên xwe nake kulaman û wi dest şemalê bernade, ta welat wi welat bigeri û bigîni guhên xelken din, ta çîroka yêkê bibi ya kulyan. Va royana dayka pîr ku bere devji xwendinê naha-te ser hev, xef li kunca xênî rûdini û wi hesret dibêji: “nika ji kes deng wernakeviyi! ”
Nika koç û rêkoça minaberê tune, ku li bihare bînên kurmanc wi he-zar xeml û refşê malan hilînin, devan bixemilinin û keçikên wi refşê kurmanc wi cil û lewasê sûr û zer û boz wi pêşiya qeterdevan bikevin û serê heft qeter nêr û meya ji nav gul û giyan, bikişinin û ro li çiyan herin, ta caylek wi dil, wi hesret û erman yara xwe biwîni ku tev li koçê tere ûji dil da bixwini:
“Sisebozê xwe niqişand,
Serê meya boz dikişand,
Min wi dûra erman kişand.“

Gulê Sadkam

Alîkele, Alîkele, / ئاليكهله، ئاليكدله
Pezê gulê lê mexele, / يهزى كولى لى مهغهله
Dilê min jera metele. / دلى من ثى را مه ته له

Alikele, Alikele, / ئا ليكه له، ئا يكه له
Pezê gulê lê mexele. / يهزيكو ليليمه غهله
Yarek xwe dî> kirme yele. / ياره كخوهدى، كرمهيهله

Alikele we derwende, / ئاليكه لى وه دهروهنده
Lê hatiye, kiriye kende, / لى هاتيه كريه كهنده
Dile min le yarê bende. / دلى من له يارى به نده

Aram herim we te gînim, / ئارام هه رم وه ته كينم
Sifarişan biwem, bînim, / سفارشان بوهم بينم
Extelatan we bîr bînim. / ئهخته لاتان وه بير بينم

Arê malan kale lene, / ئارى مالان كالى لى نه
Ser sîngê te xalê lene, / سهر سينكى ته خالى لى نه
Ew xalikana nîşanene. / ئهو خالكانا نيشانه نه

Arê min û te bû çîya. / ئارىمنو ته بووجيا
Baran bari, herd bû giya. / باران يارى ههرد بوو كيا
Teme min " te bizdiya. / تهمهيا من ثى بزديا




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues