La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Lêgerîna Zaza


Auteur : Multimedia
Éditeur : Hogir Verlag Date & Lieu : 2016, Bonn
Préface : Pages : 224
Traduction : ISBN : 3-935191-12-X
Langue : KurdeFormat : 145x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kur. Lêg. N° 5129Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Lêgerîna Zaza

Lêgerîna Zaza

Qanate Kurdo

Hogir

Lêgerîna li ser zaza di kurdnasiya rûsî de dest pê kiriye. Vira bi taybetî emekê P.î. Lêrx heye, yê ku bingeha zanistî di lêkolînên ziman û êtnografiya kurdan de daniye. Dema cenga Qirîmê, bi spartina akadêmya împêrator-yêye zanyarî P. Lêrx diçe Roslavê nav kurdên hêsîrên eskeryê û li wir ji wî re li hev tê dest bi lêgerîna zimanê kurdî bike. Ew sê mehan di nav kurdên ji navçên Kurdistanê yên cihê de dimîne. Piranya wan kurdan bi kurmancî dipeyivîn, lê pareke biçûk jî bi zazakî. Encamên lêgerîna zimanê kurdî P. Lêrx di lêgerîna xwe ya di derheqê kurda de, di cildên 2 û 3-an de çap dike1.
Mirovê zaza, ku P. Lêrx pirsan jê dike, navê wî Hesen bûye, ji gundê Kasan, nêzîkî Palû. Têkstên ji Hesen nivîsî, zaravê zazaye navçeya Palû tînin ber çavan. Bi naveroka xwe hinek têkst beşên wergera Bakmêstês in (41-44). Hesen ew ji zimanê tirkî wergerandine. Têkstên mayîn orîgînalê ...



DÎROKA LÊGERÎNA ZAZA

Lêgerîna li ser zaza di kurdnasiya rûsî de dest pê kiriye. Vira bi taybetî emekê P.î. Lêrx heye, yê ku bingeha zanistî di lêkolînên ziman û êtnografiya kurdan de daniye. Dema cenga Qirîmê, bi spartina akadêmya împêrator-yêye zanyarî P. Lêrx diçe Roslavê nav kurdên hêsîrên eskeryê û li wir ji wî re li hev tê dest bi lêgerîna zimanê kurdî bike. Ew sê mehan di nav kurdên ji navçên Kurdistanê yên cihê de dimîne. Piranya wan kurdan bi kurmancî dipeyivîn, lê pareke biçûk jî bi zazakî. Encamên lêgerîna zimanê kurdî P. Lêrx di lêgerîna xwe ya di derheqê kurda de, di cildên 2 û 3-an de çap dike1.

Mirovê zaza, ku P. Lêrx pirsan jê dike, navê wî Hesen bûye, ji gundê Kasan, nêzîkî Palû. Têkstên ji Hesen nivîsî, zaravê zazaye navçeya Palû tînin ber çavan. Bi naveroka xwe hinek têkst beşên wergera Bakmêstês in (41-44). Hesen ew ji zimanê tirkî wergerandine. Têkstên mayîn orîgînalê zaza ne. Ew qisên Hesen in, li ser şerên di navbera hozan de (99-108), bersivên pirsa ne (98-99) û sê çîrokên biçûk in: "Di derheqê sê bira de" (87-96), "Di derheqê dêmarya xirab de" (116-119) û "Di derheqê aşvan û rûvî de" (199-123). Ew gişk bi wergera zimanê rûsî ve hatine çepkirinê. Ev yek îmkanê dide rêziman û lêksîka zaza ye navçeya Palû nas bikin. Wergera têkstaye rûsî baş e. Di vê pirsê de Karl Hadank ne rast e, ku dinvîse: "Ji nivîskar re (P. Lêrx ) ra her tişt li hev nehatye, bi taybetî di pirsa wergerê de2. "Ferhenga zaravê kurdîyî zaza" jî (85-208), ku ne mezin e, ne xirab e. Di wir de ew usan jî hinek agahdariyên rêzimanî di derheqê nav, cînav û cûrên lêkeran de tîne.

P.î. Lêrx dinivîse: "Zaravê zaza, gor agahdarîyên min berev kirî, li van qezan belav bûye: Mûş, Palû, usan jî di nav wan hozan de, ku bi navê Tûjîk dîyar in, bi wî zaravî usan jî hozên dûmbûlya dipeyivin. Mirovên zaza zaravê kurmancî jî zanin".

P.î. Lêrx kurmancî û zaza çawan zaravên zimanê kuxdî didît-in."çawan dixuye, -ew dinvîse- mirov dikare zimanê kurdî parî ser pênc çiqan bike, yanê çarên ku Şerefxan tîne û zaravê zaza (22). Bi wê re tevayî P.î. Lêrx xwestiye cudatiya di navbera kurmancî û zaza de bide xuyanê. Dema gilî tê di derheqê belavbûna kurmancî, zaravên di nav wî de hene, ew dinivîse: "Cudatiya di navbera zaravên kurmancî da ewqas mezin nîn e, wekî mirovên ji hozên cihê hevdu fem nekin,"... "lê zaravê zaza, himberî kurmancî û zimanên îranîye mayîn, ji aliyê fonêma û cûra da ewqas taybetyê wî hene, wekî dibe, ku ew hêjaye çawa îdyomeke serbixwe bê navandin. Kurdên kurmanc bawar bikî zaza fem nakin", (dîsan li wir).

Cara yekemîn hîmdarê zimanê ermanyayî wêjeyî, yê dema nû, Xaçatûr Abovyan di derheqê wê yekê de, ku zaza dikeve nav zimanê kurmancî, di gotara xwe "Kurd" de nivîsîye, ya ku di rojnama "Kavkaz"3 de çap bûye. Di wê gotarê da agahdariyên balkêş li ser dîrok û êtnografiya gelê kurd hene. Gelek baş di derheqê taybetîyên sazûmanya kurdaye civakî de, pevgirêdanên di navbera neferên malê de, cûrên jîyînê, xeyset, rabûnrûnişin, ziman û zargotina kurdan de hatye nivîsar. Ew zimanê kurdî par dike ser zaravên kurmancî û zaza û pêşniyaz dike, wekî cîhana zanyarî dest bi "lêgerîna wî gelî û zimanê orîgînal bike, lêgerîna ku wê bibe bingeheke baş û wê ji bo dîrok ...

1 P.î. Lêrx, Îssledovanîya ob îranskix kûrdax î îx prêdkax sêvêmîx xaldeyax; SPb., 1857,1858
2 Karl Hadank, Mundarten der zaza, Berlin, 1932,10.
3 “Kavkaz”, NN 46, 47, 50, 51, Tîflîs, 1948.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues