La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gilgamêş û çend mythosên din


Auteur :
Éditeur : Jiyana Rewşen Date & Lieu : 2000-01-01, Stenbol
Préface : Pages : 162
Traduction : ISBN : 91 8766246 9
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. ka. Hel. Ter. N° 4606Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gilgamêş û çend mythosên din

Gilgamêş û çend mythosên din

Kawa Nemir

Jiyana Rewşenê

Gava ku ronahiya pêşîn a berbangê xwiya bû, ewrekî reş ji hîmê esmên de derket. Adad dest pê kir di hundirê wî de kir guregur. Şûllat û Hanîş serkêşî dikir. Wek xulaman (di ser) (?) çiya û welêt re meşiyan. Erakal rewtên dakutayî (?) kişand derxist, Nînûrta meşiya, bend(ên) avê rûxand. Anûnnakiyan diviya pêtal hilgirtana, bi roniya xwe agir berdan erdê. Aramiya ku beriya Xwedayê Bagerê hebû zora esmanan bir, Her tiştê ronî bû tarî.

Kawa Nemir: Di sala 19751 de, li bakurê Kurdistanê, li bajarê îdirê ji dayîk bû. Piştî kutakirina kolêjeke ku bi zimanê îngiiîzî perwerdehî dide, di sala 19941 de li Enqereyê, di Zanîngeha Hacettepeyê, Para Ziman û Wêjeya îngilîzî de dest bi xwendina xwe ya bilind kir. Di sala 19961 de, derbasî Zanîngeha Stenbolê, heman parê bû. Piştî xwendina çend salên din ev zanko kuta nekir. Di sala 19971 de, tevlî xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê bû, demeke dirêj e redaktoriya Kovara Jiyana Rewşenê dike. Bi kurdî, îngilîzî û tirkî dizane. Niha di Zanîngeha Stenbolê, Para Ziman û Wêjeya Yewnaniya Kevin de ziman û wêjeya yewnaniya kevin û latinî dixwîne.


MÎT û MÎTOLOJÎ

“Kum û kumzerkê şer girêda
Rahişte şûr û mertalê xwe
Xwe avête ser pişta hespê xwe
Berê xwe da oxirê
Pişta xwe da felekê
Berî û beristan
Çol û çolistan
Serê vî xweşmêrî kete xaxê giran”
dibêjin çîrok, çîrokbêj û dengbêjên kurd.

Pêşî Gotin hebû, dibêje Pirtûk. Platonê feylesof ev yek bibihîsta, wê bipirsiya: Gotin, lê kîjan Gotin. Ji ber ku di zimanê yewnanî yê kevin de, ji bo raveya têgiha Gotinê ne yek, sê peyv hene: Yek “myhos”, ya din “epos”, ya sêyem “logos”. Mythos ew peyv e ku, tê gotin û tê bihîstin; di wateya çîrok, çîrçîrok û afsaneyê de ye. Lêbelê, mirov bi mythosê piştrast nabe, mythos carinan serê mirov betal dike, ji ber ku ji gava ku mirovek û civatek tiştên ku dibîne, dibihîze û vedibêje pê de hezar 'derewên mirovane’ iê zêde dike, dinepixîne, ji ditqekî derdixe dixe dilqekî din. Ji ber vê çendê ye ku, dîrokvanekî mîna Heredot ji bo mythosê dibêje, gotegotên bê ewlê yên ji awirê zanyariya dîrokê ve bê nirx. Feylesofekî mîna Platon jî, mythosê wek çîroka pêkenî û belaseba, ku bi derewan hatibe lihevanîn, û ne peywendîgirî rastiyê rave dike. Wateya eposê ciyawaz e: Gotina ku ii gorî kêş û ahengeke xwiya tê gotin û tê xwendin. Epos diyarî ye ku ji aliyê Xwedê ve bo mirov hatiye dayîn; dengbêjek bi rêgayî lihevanîna gotinên bedew î bî xeml û xêz guhdarên xwe bi jehra bedewiyê bi afsûn dike. Eposa ku gotina dengbêj rave dike bi vî awayî wateya helbest, dastan û kilamê girtiye û ji wê rojê vir de bi navê ‘epîk' û ‘epope’ di hemî zimanên Roava de ji xwe re ciyê xwe wergirtiye.
Lê, logos jî heye. “Physîologoî”, ango zanayên siruştê - nemaze Herakleîtos- peyva vê têgihê çê kiriye. Li gorî wan, logos derbirrîna rastiyê ye bi rêgayî gotina mirov. Logos pergaleke zagonî dinimîne; çawa ku di beden û giyanê mirov de logosek heye, logosa rojgar (gerdûn) û siruştê jî heye. Di bûneweriya mirov de, logos raman e, di siruştê de zagon e. Di her derê û di her tiştî de heye, hevpar û xwe- dayî ye. Vê geşedan û pêşketina ku bi têgiha logosê dest pê kir, xwe rasterast gîhand zanistê, heta wisa bûye paş- girekeke sûdewar ku, ji bo binavkirina hemî zanyar û zanistên di warên lêkolîn û lêgerînê de kar dikin bi rayekên peyvan ve tê bikaranîn. (Bo nimûne, philologie: fîlolojî: zimanzanî) Gelo wê hingê em ê bibêjin, mythologia tê wateya zanista afsaneyan? Him erê, him na. Di serdemên dîroka kevin de, lêkerek heye hatiye bikaranîn: Mythologein. Di wateya çîrokbêjiyê de tê bikaranîn, zargotina ku bi rêgayî kelepûra devkî ji aliyê dengbêjan ve tê domandin jî destnîşan dike. Têgiha mythologiayê jî, heman wateya xwe heye. Him ji bo pirtûka ku tê de çîrok û afsane tên vehewandin, him jî ji bo karê berhevkirinê yê nivîskarê mythosê, ku jê re “mythographos” dihat gotin, tê bikaranîn. Bi vî hawî, mythos, bi dêrbasbûna demê re epos û logos jî pev re bûne yek. Van berhemên navbûrî yên di awayê çîrok, dastan û afsaneyê de, di kakilên xwe de ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues