La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Kurdistan: Bikurtebirî


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Brukselê Date & Lieu : , Bruxelles
Préface : Pages : 346
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kur. Lêg. 3848Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Kurdistan: Bikurtebirî

Versions

Dîroka Kurdistan: Bikurtebirî

Ekrem Cemîl Paşa

Enstıtuya Kurdî ya Brukselê

Ji berê da dîroknivîsên roava û rohilat di nivîswarên xwe yên dîrokan da ii ser Kurdan peyivîne. Lê, heya van demên nêzîk tu nivîswar li ser dîrokgişa kurdî ne hatibû çap kirin.
Bi zanîna me, kesê ku cara pêşîn ”dîrokgiş"a kurdî nivîsiye û belav kiriye ronakrewan (merhûm) Emîn Zekî Beg e.
Emîn Zekî Beg kî ye û li ku xwendiye ? Emîn Zekî Beg Kurdê Iraqê ye, di dema Osmaniyan da ji debistana (*) "Ruştiye" ya Suleymaniyê û debistanên Istanbûlê yên şerevanî (harbiye) û bingehceng (erkaniharbiye) guwahnave (şehadetname) biriye.
.....
Ekrem Cemîl Paşa (Diyarbekir 1891 - Şam 1974), di 1912 de, tevî hevalên din, rêxistina xwendekarên kurd Hêvî li Stembolê danî. Piştre çû Ewropayê, li Lozan û Gandê hendese xwend. Di 1918 de li Diyarbekirê bû serokê Kurdistan Cemiyeti. Di 1920 de hat girtin. Di 1922 de vegeriya Diyarbekirê. Di 1925 de, di dema serhildana şêx Seid de, çar sal hat girtin. Di 1929 de çû Sûriye û Kurdistana Sûriyê. Di rêxistina Xoybûn de xebat kir. Di 1932 de, alîkariya kovara kurdî Hawar kir. Ji 1940 heta 1946, bû nimînendeyê Xoybûnê. Di 1962 de çû Kurdistana Iraqê. Di 1972 de ev pirtûk bi kurdî û piştre bi tirki nivîsî. Di 1973 de jînenîgariya xwe bi tirkî, “Muhtasar Hayatim ’, nivîsî.



PÊŞGOTIN

Ekrem Cemîl Paşa ev pirtûk di sala 1972 de, ango du sal berê mirina xwe, di 81 saliya xwe de, piştî xebat û lêgerîneke 14 salan, li Şamê nivîsî û li Beyrûtê weşand. Piştre, di wê salê de, wî ew wergerand zimanê tirkî. Her du pirtûk jî bi navê C.P.B., ango Cemîl Paşa Burc, weşandin û ji wan jimareke piçûk, nêzîkî pêncî tene, gihandin Ewropayê. Wî gelek dixwest ku vê pirtûkê wergerîne zimanên farisî û fransî jî. Lê, mixabin, temenê (umr) wî ferzend ne da ku vî barê giran biqedîne.

Ji bo ku em vê berhemê ji aliyê dîrokî gelek giring dibînin, nemaze ji aliyê lêgerîna li ser riha (esl) Kurdan ku heta nuha ne ji aliyê Kurdan û ne ji yê Ewropiyan baş hatiye zanîn, û ji bo ku ev cara yekemîn e ku nivîskarekî kurd dîroka Kurdistanê ya kevn bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî, dinivîse, me pêwist dît ku em wê ji nuh de, bi kurdî û piştre bi tirkî, biweşînin. Û nuha jî em wê werdigerînin zimanê fransî.

Mixabin, di dawiya vê pirtûkê de, Ekrem Cemîl Paşa rexneyên gelek giran ji malbata Bedir Xan re dike. Ev yek dubendiyên ku hergav di nav van her du malbatan û di nav wan û hogirên din, weka Osman Sabrî, Memdûh Selîm, Nûreddîn Zaza ..., de dibûn xuya dide. Ev dubendî ne tenê ji bo nav û kursî bûn, lê usa jî ji sedema cihêtiya zihniyet û dîtinên siyasî bûn. Em îro jî nimûneyên ewha, lê yên bi awayê "nûjentir" dibînin. Em hêvî dikin ku ronakbîr û berpirsiyarên me yên siyasî yên dema me ji şaşîtiyên bav û kalên me fêr bibin Û wan dûbare (tekrar) nekin.
Li gel ku di nivîsîna çavkaniyên ku nivîskar di dawiya pirtûkê de pêşan dide hin kêmasî hene, ango navên hin berheman, mêjû (tarîx), navnîşan û sala weşandina wan ne hergav xuya ne, ewê xwendevanên me yên hêja bibînin ku ev xebateke gelek ciddî û zanyarî ye û ku ji bo kirina wê nivîskar bi sivikî tişt ne gotine, gelek westiyaye, xwendiye û lêgeriyaye. Em gelek hêvî dikin ku nivîskarên me yên nûjen bikaribin ji vê xebatê kelk (istifade) bigirin û wê bi awakî ronaktir û kûrtir û bi zimanên cihê jî dewam bikin. Daxwaziya me ew e ku hem gelê kurd Û hem zanayên cihanê dewlemendî û reseniya (esalet) dîrok û çanda kurdî nas bikin û têbigihêjin ku Kurdan di dîrokê de roline giran û mezin lîztine û hîn jî dilîzin.

Ji bo ku xwendevan bikaribe vê pirtûkê bi hêsanî bixwîne, me li ber hin gotinên nenaskirî, ku nivîskar bi kar anîne, stêrkek (*) danî û ew li dawiya pirtûkê, tevî rêzayê (ma'na) wan, nivîsîn. Bi ser de jî, me kurteyeke kronolojîk ragihand wê.

Ji bo nîşandana dewlemendiya Kurdan, me ji derveyî nexşeyên (xarite) ku nivîskar bi destê xwe çêkirine, hin nexşe û fotoyan ji pirtûkên dîrokê yên ewropî xistin nav rûpelên wê.

Em bawer dikin ku piştî xwendina vê pirtûkê ewê gelek xwendevan û ronakbîrên me yên giranbuha gotûbêjên germ û dirêj li ser riha gelê kurd bikin. Daxwaziya me jî ew e ku meydana lêkolînê li ser babeteke ewqas giran karibe bi vî awayî firehtir bibe û ku dîroka gelê me ya dewlemend ciyê xwe yê bilind di dîroka cihanê de bistîne.

Pervîn Cemîl

Amerzış
(Beyanê uzur)

Di destpêka nivîswara (*) xwe da me newîd (*) kiribû ku em dîroka Kurdistanê ya giştî - ji Berê Zayîna îsa bi 10.000 sal ta îro - binivîsin. Gelek mixabin, ji hin engîzên (*) ku em li vira nikarin bêjin me newîda xwe ne anî cî.

Gertevên (*) ku me di nivîswara xwe da derbend kirin ji B.Z. 10.000 sal dest pê dikin û di 1918 da radiwestin. Dîroka Kurdan a pey vê hengamê, ano (*) pey sala 1918, em dê wê di derpêça (cild) duyim da binivîsînin.

Em pir niyazkar in ku îcar em newîda xwe pir zû bi cî bînin û di derpêça duyim da dîroka Kurdistanê payan bikin.

C. P. B.

Kurtebıra Dîroka Kurdıstan

Pêşgotin

Ji berê da dîroknivîsên roava û rohilat di nivîswarên xwe yên dîrokan da ii ser Kurdan peyivîne. Lê, heya van demên nêzîk tu nivîswar li ser dîrokgişa kurdî ne hatibû çap kirin.
Bi zanîna me, kesê ku cara pêşîn ”dîrokgiş"a kurdî nivîsiye û belav kiriye ronakrewan (merhûm) Emîn Zekî Beg e.

Emîn Zekî Beg kî ye û li ku xwendiye ? Emîn Zekî Beg Kurdê Iraqê ye, di dema Osmaniyan da ji debistana (*) "Ruştiye" ya Suleymaniyê û debistanên Istanbûlê yên şerevanî (harbiye) û bingehceng (erkaniharbiye) guwahnave (şehadetname) biriye.

Berê şerê gişkî yê 1914, li Parîs, London, Berlîn û Viyana, di balyozgehên (sefaretxane) Osmaniyan da "ataşê leşkerî" bû.

Di van paytextan da, demên xwe yên vala bêhûde, di çayxane û derûberan da, derbas ne kirine, bi xwendekariya danişmendî (ilm) kariwer (meşxûl) bûye. Nemaza, ji hûrbûna (tedqîq) dîrokî ra pir baldarî kiriye, ji nivîswargehên (kutubxane) wan paytextên mezin çiçend jê hatiye ewçend behremend (mustefîd) bûye.

Hezaran spas, Emîn Zekî Beg! Emegên ku dabûn, roniyên çavan ku rijandin, beyhûde ne çûn, meyweyên xebata xwe berhev kirin.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues