La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zargotina Kurdên Sûriyê


Auteur :
Éditeur : Jîna Nû Date & Lieu : , Uppsala
Préface : Pages : 410
Traduction : ISBN : 91970927-38
Langue : KurdeFormat : 150x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Zar. N° 2624Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zargotina Kurdên Sûriyê

Zargotina Kurdên Sûriyê

Celîlê Celîl


Jina Nû


Yêl, yêl
Şûrkêşê deşta Rihaye Kinê Mûsê.
Serê Şarê(1) û Tirkê(2) bûyî bi heyrano.
Yêl, yêl, yêl, yêl,
Gire Sirûcê girkî wê li wêo,
Nifûsçîyê dewletê hate bin konê Hemêo.
Dibê:- Hemo, were ser qurêo
Bikşêne çîtikêo,
Bide baş gumrikê salan û salêo,
Xwe bike taba axa û axelerên di dinêo,
.....



PÊŞGOTÎN

Rewş û dewlemendiya zargotina Kurda ji roja pêşdehatina Kurdzaniyê, tim li ber çavê wan rêwî û zanayara bûye yê ku nasiya xwe dane milete Kurda, milet, tarîx û kultura kîjamî wadekî dirêj ji bona geleka nenas bûye. Reng-awazê xwexwe-tiyê va, fikirdarî, bîr û baweriya miletiyêye pêşiryayî va kultura Kurda zûda gihîştibû hêlanê tambûne û hêjayî pesin-dayina bû.
Rola zargotina cimeta Kurda ؟awa faktoreke ferz vê pêşdaçûyinê da xuya ye.

Berevkirin û neşirkirina zargotina Kurda va, bawerbikî, hemû Kurdzan jî mijûl bûne. rohilatnasê sadsaliya XIX. ser wê fikrêbûn, wekî ê ku ziman, xû-xeyset, rabûn-runiştandin û erf-edetê Kurda ra bibe nas û çaba pirsêd ji rojêd buhurî bizanibe, ew nasiya xwe zargotina Kurda va destpêke.

Ser vê fikrê ne usa jî Kurdzanêd sedsaliya XX. tarîxzan, zi-manzan, miletzan, edebiyatzan û êd mayîn. Ewana pêşe xwe ra tevayî gelek nimûne zargotinê bi hizkirin berev Idrine, ter-cume kirine û çap kirine. Qîmetê zargotina cimeta Kurda hîmlî nava wê yeke da ne, ku ew ؟avkanîke zengîn e bona lê-niherandina gelek pirsêd medeniyet û tarixa Kurda, wan pir-sa, ê ku temamiya aqara Kurdzaniyê hildane nava xwe. îş û karê ulmdara dereca berevkirina zargotina Kurda da bi bere-ket bûye. Bi deste van ulmdara gelek berevokêd zargotinêye giranbiha çapbûne û ji aliyê zana û xwendevana da bi hizkirin hatine qebûlkirine. Em şikirdariya xwe himberî wê xebata kirî didine kivşê, lê pê ra jî difikirin, wekî roja me da xeba-teke hê mezin gereke bê kirinê. bona diha zêde berevkirina zargotina Kurdaye dewlemend.

Roja me de jî nimûnêd teze têne sêwirandinê marifet û xeyse-tê zarbejaye afrandariye dom dibe. Gele mentiq û eşîrê Kur-daye mezin hene yê ku neketine ber çavê zimanzana, miletza-na û folklorzana, derheqê wan de qinyate medeniyetê kêm hatine berevkirin. û herge em bi tomen bînin ber çavê xwe wê rola mezin ku zargotina nava jiyana Kurda de lîstiye û dilîze, em gere bêjin " sed cari biwekilînin, wekî suxule berevkirina zargotina Kurda hê nîviya xemxuriya mezin e. Mesela, minti-qa Dêrsîmê, zargotina wê ya bi zaravê Zaza, yan jî Heqarî, derheka kîjan de malûmatê tarîxî destnivîsarêd qedîmî de di-gihîne me, yanî ji ji ya Behdînan, li Kurdistana Iraqê ya min-tiqêd Kurdistana Iranê ku bi zaravê Mukn xeber didin kêm hatiye berevkirin û lenihêrandinê.

Jîyîna Kurdaye aborî, sosyalî û siyasî bi pered hezar şaxî ve jîyîna cem'etêd Rojhilata Nêzîk û Navîn va gîrêdayî bûye. Eva îdî çendîk-çend sedsalîne, wekî Kurd tevî cim'etêd Faris, Ereb, Ermenî, Aşûr, Tirk û yêd mayîn bi biratî û cînartî dijîn. 'Emrê van mileta yê ruhanî, medeniyeta wana û Kurda bi hevra six girêdayî bûne û dayîn-standina wana ji dereca deba materaliyê û ruhanîye da hebûye. Tiştê ecêbmayinê nîne, ku îro şaxêd êposa Farisaye eyan "Şah-name"-şaxêd destana Rostemî Zal, serhatiyêd Koroxlî yên mêrxasiyê û merdaniyê, gotinêd Melle Nasredînê mesqere, Balûlî, zanaye şîretê, serh-atiyêd mêrxasê zargotina cimetêd Ereba û Tirka ketine nava jîyîn û deba Kurda û bi hizldrin têne gilîkirinê. Yanê jî lêgênd û serhatiyê ku cim'eta ser îskenderê Zuqurne, mêrê navdari ji miletê huruma, sêvirandiye û gilî dike. Lê çiqas zaf in nava cimetê da gotm-şîretêd, ku navê Mûsa û Sileman-pêxembera ra têne girêdanê, ê ku ji hêna Încîlîyê hatine gihîştine rojêd me?

Nava 'Eşîrêd Kurdaye patriarxalîyê da mecal hebûne, wekî gelek serhatî û siyûjêd kevnetarîxî bêne sêvirandine û para-stinê û bi sedsalîya va bi zar û zimanê cim'etê va bene weki-landinê. Eva yeka diha bilind dike qîmetê berevkirin û neşirkirina zargotina cim'etê çawa bona pêşdaçûyina zargo-tinzaniya Kurda, usa jî bona şîrovekirina gelek pirsê zargoti-nazaniya cim'etêd cînarê nesafî.

Ax û topraxa Kurdaye kal-bava ew yêr û warge bûne, kîderê cim'eta Kurda bingeh danîye û ruhê Kurdayetiyê pêş da biriye.

Rast e qewlêd lazim bona aza pêşdebirina medeniyeta mile-tiye ruhaniyê tunebûne, lê rola Kurda nava jîyîna Rohilata Nêzîk û Navîne siyasetiye û kulturê da kivş bûye.

Ziman û zargotina Kurda ew esas in ser kîjana yekbûna mi-let, tambûna xu-xeysete Kurdayî miletiyê pê sekiniye û Kurd karibuye nava sal û zemana da berxwe bide, êrîşkirinêd wê-rankirinê û asîmîlekirinê paş da bide.

Erd-xweliya Kurda ye zemanê îro hatiye parvekirinê ser çar dewleta: Turkiyayê, Iranê, Iraqê û Sûrîyayê. Li Sûrîyayê Kurd şîmala welêt da hêwirîne, zoleke tenik ji rojavayê dest pêdibe û tê digihîje rohilata welêt, heta pevgirêka sînorê Turkiyayê û Iraqe.

Kurd li Sûrîyayê dijîn li mentiq û nehîyêd Dêrikê, Amûdê, Tirba Sipi (naha Qehtanîyê, yan jî Qibû٢-al bît), Qamişlîyê, Dirbêsîyê, Til-temirê, Serê Kaniyê (Rasil'eyn), Kûbanê (Ey-nil Ereb), Çiyayê Kurda (Çiyayê Kurmênc, Kurd dax, cebel ek-rad) û cîyêd mayîn. Gelek Kurd usa jî bajared mezin da: Şamê, Helebê, Humsê û êd mayîn da dimînin.

Sûriya çawa dewlet pey şerê hemdinyayêyî pêşîn ra sazbû-ye, gava mîrata împeriya Turkiya Osmaniyê perçe-pe٢çe bû. Ji wan Iraq kete bin bandûr, hukumdariya Anglîyayê, Sûrîya ya Fransayê. Vî wextî jî bi destê împerîyalîsta Kurdistana du perçe, bû çar perçe. Erd-xweliya Kurd xên ji Turkyaye û îranê îjar kete bin bandûra Iraqê û Sûrîyayê jî. Ji wê rojê da jî siyase-tiya welatêd Rohilata Navîn û Nêzî da peyda bûn xeberne teze; "Kurdistana Iraqê", "Kurdistana Sûriyayê'1.

Kurdê Sûîiyayê ji Kurdê Turkiyayê û Iraqê bi destê zorê ha-tine qetandine. Gelek eşîrê Kurdaye usa hene, yê ku nîvê wana vî beri sînor dimînin, nîvî jî wî berî. Topraxa Cizîra Botaye kevnetarîxî îro nava du dewleta de hatiye parêvkirinê. Dê-mek, gava em bejin "Zargotina Kurdê Turkiyayê" ev ne fam-dariya etnografiyêye, yanê jî ziman, zarav û geografiyê ye. Ev gotin tenê heyîna sînorê wê dewletê dide kivşê, li kîderê zargotin hatiye berevkirinê. Heqe bê gotinê, wekî medenyeta Kurdê Turkiyayê, Iraqê û Sûrîyayê ye ruhanîyeye matêrî-yalîyê, ziman, zaravê wana dora her sê sînora jî yeke. Mesele, xizna zargotinê û rabûn-runiştandina Kurde Dêrike li Sûrîyayê û Cizîrê li Tirkyayê bi şikleki ne, yê Qamîşliyê-Hesekê û yê Nisêbînê mîna hev in, mîna hev in usa jî yê Mêrdînê û Amûdê. Dêmek, gava em bixwazin xizna zargotina Kurde Suriyayê qîmetkirin, gere bizanibin ku ew zargotin çiqasî ya Kurdê Sûrîyayê ye, ewqasî jî ya Kurdê Turkyayê ye û ev gişk dikevine nava mentiqa Kurdaye êtnografî ya mezin Mêrdîn-Czîra Botan. Sedsaled XIX. û XX. nava dereca berev-kirin û çapkirina zargotina Kurdê Mêrdînê-Cizîra Botan ulm-dar û pêşewîtiyê medenyeta Kurda şuxulekî qimetlî kirine.

Vê derecê da layîqî kivşkirinê ye berevkirina nimûnê zargo-tina Kurde Botanê û Tûr-Abdînê saled 70-807٧1 yê sedsala XIX. ji alîyê zanayê Alman Albert Socin û Evgeni Prym'dal, berevkirin û ؟apkirina têkstêd zargotina Kurdaye bi zaravê Kurde Mêrdînê despêka XX. ji aliyê Hugo Makas2 da.

Albert Socin bi xwe wexteke dirêj li Kurdistane geriyaye mecal û mikanê wî hebûnê, wekî gelek wext nava Kurda da bigere û ji zarbêjê zane nimûnên herî tam binivîse. Ev mecal bona H. Makas tunebû, çimkî "Hugo Makas, xudanê berevoka tekstêd Kurdaye teze xebatkarê kitêbxana ûnîversîtêta Vîên-nayê nimûne ji zarê tucare Mêrdînê Mihemed Emîn nivîsîne, gava ew hatibû şeherê Burnê li Moravîyayê"3.

Xwastina xudanê van her dû berevoka ew bûye, ku zarav, xû-xeysetê têkstaye morfolojiyê bêqisûrkin, lê evê yekê çetnayîke mezin pêşda aniye bona xwendevana, çimkî wana gelek her-fêd zêde û nîşan ji ber xwe derxistine û xwendina têksta geleki çetin kirine.

Çawa min got, gava dewleta Sûriyayê teşkîl bû, ew kete bin bandûra Fransayê. Weked admînîstrasîya Fransîyê li Sûrî-yayê guhdariya xwe dan ser heleqetîyêd eşîretêd Kurda ser deba Kurda, ziman û rabûn-rûniştandina wana. Bona lênihê-randina ziman, zargotin û ayîna dînê Êzdiya gelek qîmetlî ne xebatêd Rojê Lescot. Bi destê wî sê kitêb û çend miqale neşir bûne. Berevokeke wîda şaxeke "Mem û Zînê" ya din da nimûnêd çîroka, mesele û meteloka, têderxistinokan in, yên ku xudan bi destê xwe berevkirine. Çîrokê berevokê şeş in. Her şeş çîrok jî aliyê hostatiya zarbêja da û ji aliyê nivîsara berev-kirinê da bêqusur in. Mesele û metelokê vê berevokê serhev da sêsid ٥ heyşt hev in, ewana angori serecema xwe hatine pa-revekirinê. Têderxistnok (mamik) pêncî û yek hev in. Xudanê kitêbê tercimê têksta jî bi zimanê Fransî daye.

Pêşxebera kltêbê da Roje Lescot dinivîse:" Çîrokên vê berev-okê, Sebrî me ra gotiye, bi xwe ji eşîra Hesena ye, lê nava eşîra Omeriya da, nêzîkî Mêrdînê dimîne. Dêmek ev mentiqe jî ew esas e, bi çi (zaravî) li Mêrdînê xeberdidin"4.

Roje Lescot têkstê xwe bi elîfba (Elfaba-N) kovara "Hewa-rê" (ya Bedirxan) ؟apkiriye. Berevoka R. Lescot "Teksted Kurdî" aliyê janra da pir cure nîne, lê çawa berevokeke zargo-tina Kurdêd Sûrîyayê ya pêşîn qîmetlî ye.

Eger em temamiya erd-xweliya Kurdê Sûrîyayê hildin ber ؟ava û himberî wê xebatê kin, çi ku dereca berevkirina xizna zargotina Kurda da hatiye kirine, emê bivînin, wekî gelek hindik şuxul hatiye kirine. Hê pêncî sal berê R. Lesoct bi dilêşî texmîn dikir, wekî zargotina Kurda bi tradîsîyayêd xweye dewlemend va hunda dibe, çimkî eleqetiyêd patrîar-xalîyê sist dibin, rola pîştevanê van eleqetiya -axa.û bega, se-rekeşîra kêm dibe. Sistbûna t'ebîêd erfedetêd kevin ra tevayî, mecalêd ku zargotina Kurda nava sedsaliya da zêndî xwey roj, ku zarbej tîştekî zargotinê bîr nekin"5.

Ev hewar û gazî, ku R. Lescot pêncî sala berê bilind kir bê mane nebûn. Rastî jî, roj tune, ku zargotina Kurda ye tradîsîyon tîştekî qîmedî hunda neke. Hundakirin zûva dest pê bûye, lê sedsaliya xx.'da ew hundakirin diha zêde bûye. îro, rojê me da jî lazim e diha gelekî wê defa hewarê xin, çimkî "dijmine" zargotinê: dûrdîtinok, hacatêd êlêctro-radiyoye, ketine nava deba gundiya û xû-xeyset, emirjîyTna wana bi carekê va dane guhastine. Ew gişk "kuştina" zargotinê digerin. Lê çiqas qewlêd hûrik hene, ku stran, miqam, çîrok, çîvanokê me ji nava deba jiyanê didine hildanê? 

Belê, ew gişk rast e, lê çawa jî bive, çiqas jî emrê teze hukmî ser heleqetiye mexlûqetîyê bike qewateka usa tune, ku zargot-inê bi carekê va bide undakirinê. Gelek gotinêd kevnare rengê xwe, xemla xwe diguhêzin, dikevine nava qalibê teze, lê ew namirin, jîyîna xwe dom dikin. Heger usa nîbya, pêncî salî paşî gotinê R. Lescot, gava îro nava Kurdê Sûrîyayê digen, zarbêja dipirsî, dile te car din baristan dibe, çimkî gelek tişt ji wê xizna m'erîfetê û aqilbendiya zêrîn nava cim'etê da hê heye. Hê dereng nîne, ku em bicedînin sêwirandined cîm'etê ji hundabûne xilas kin. Hetanî cim'et heye, fikirdariya wêye efrandariyê nemire, mikanê wê ziman e, fikirdariya mîletîyê ye, xu-xeysetê kal û bavan e, ku derbazî silsileta dibe. 

Havîna sala I982'ya ez bi sê meha nava Kurdê Sûrîyayê ge-riyam. Vê gera xwe de min gelek nimûnê zargotinê li Qamişlîyê, Dêrikê, Amûdê û Çîyayê Kurda nivîsî. Rast e, ev mentîqena berê da jî ew bi emirjîyîna xweye aboriyê siyasetê va six Şamê û Helebê ra girêdayî bûne.
Şamê û Helebê nava tanxa Rohilata Nêzîk û Navîn da roleke mezin lîstine.

Çûyîn-hatina Kurda li Şamê usa pir bûye, ku geleka ji wana bere-bere erd, xweliya xwe hiştine û warguhêzî bajêr bûne. Heta nuha ji meheleke Şamê tê navkirinê "Hay-al Akrad" (Mehela Kurda). Mehela Kurda ser sînga çiyayê Kasyûn per vedaye. Malê Kurda dû hev, mîna pepelînga sîngê çiyê va hildikişine jor. Çiyayê Kasûn çiyakî bi nav e. Lêgênd gilî dike, wekî ser wî çiyayî kuştina mixenetî, ku ser topa dinyaye ya pêşîn bûye, pêk hatiye: Kaên, kure Adem pêxember birê xwe Avel bi nemamtl kuştiye7.

Li Şamê weke sêsid hezar Kurd hene.

Bajarekî kimkimî ye usa jî Heleb. Heleb li aliyê şîmala we-lêt e, nêzikî topraxê Kurdan e. Ev bajêr jî mîna Şamê yaziya Kurda ra girêdayî bûye. Heleb wek riya nîv seetê ji Çiyayê Kurda dûr e. Tevgirêdana wê ya aburiyê û kulturiyê six tevî binaliyê Çiyayê Kurda ra heye. Li Helebê devdevî 250 hezar Kurd hene, ewana nava sal û zaman da ji Çiyayê Kurda bere-bere hatine Helebe. Gelek ji wana tewqa xwe ji çiyayê xwe, xwelya xwe, milkê xwe, bira-pismamê xwe nebirine.

Li Sûrîyayê gelek birc û kele kevnar hene, ku îro îdî bûne ke-lefe û bi gotina tanxzanêd Ereba yê hêna berê, hinek ji wan navê Kurdan ra tene gîrêdanê. Rojnamevana Sovyetê A. A. Drûjînîna, kitêba xwe ya "Sûrîya kevn û teze" da derheqa kela Dê Şêvaliyê da, ku orta bajarêd Lataqya û Xumisê, ser bilindcîkî hatiye avakirinê, dinivîse: "Tarix diveje, wekî wexteke vê kelê ra digotin kela Kurda. Emîrê Xumise yê Ereb sala 1031'ê bona aminaya rê, ser riya Trîpolê ji Kurda posteke eskeriyê çêkir"6.

Çiyayê Kurda mentiqeke çiyayî ye êtno-kulturî ye Deba Kurdê miraye ruhaniyê matêrîyalîyê bona Kurdnasa, bêfitya, gelekî bi qîmet e. Piraniya Kurdê vira berê ser ayîna dînê Êzî-diya bûne, şemsperest (rojperest) bûne. Nava sala da pareke wana dînê îslamiyê qebûl kiriye, yê mayîn mane li ser ayîna dînê xwe yê berê. Merkeza mintiqa Çiyayê Kurda bajarê Efrîn e, weke riya sehetekê ji Helebê dûrtir e. Efrîn bajarekî nû ye. Ew 60-70 sal berê hatiye çêkirinê. Bajar ser tepekî penc per vedaye. Xan-mane bajêr tê bêjî mori ne ser tope bela bûne. Tenê sê-çar ciya minare mîna niza ji nava wan moriya ber bi ezman hêl dibin. Nava bajêr da duryanek heye, her çar aliyê wê dikanê biçûk in. Vira ew avtobus disekinin, yê ku ji Helebê tên. Eva jî meydana bajêr e, merkeza wî ye û cim'et timê li vir tije ye. Xên ji vê meydanê di bajêr da meydanek jî heye, be-steke fireh, heftê carekê roja çarşemê muxlûqat, gundî ji gundê dorberê Efrînê têne bajêr, têne vê meydanê û hasleta anî di-froşin. Meydan bazar e, tiştê hîmlî, ku vira tê firotinê hiriya pez e. Her alî lode hiryê ne. Meriv tirê vira xên ji bona lazi-matiya malê usa jî bona xalîçêkirinê tê kirînê. Li Efrînê tifaq-dariya xalîçêkîra heye. Gelek kulfete Kurmanc (du-sê meri dighîjine hev) malê xwe da tevnê datînin û xalîça çêdîkin. Bi-kirçiya xalîça ye hîmlî dewlet e. Seraya mezin li Efrînê tune. Nava sin'etê da sin'ete hizkirî çêkirina tembûra ye. Çêkir-çîyê tembûra nava Kurdê Efrînê gelek in. Bi gotina tembûr-çêkira ev sinet zûda nava Kurda da hebiye. Tembûr haceteke sazbendiyê ye û nava cimetêd Rohilatê da gelekî bela bûye. Tembûrê Kurda ji yê miletêd dinê başqe dibe bi perda xa. Dengjimarê perdê tembûrê Kurda heft in.

Li Efrînê me nasiya xwe da tembukirekî Kurd Adîyê Hes-necarî. Malbata Adî, kal-bave wî gişk necar bûne, tembûr ؟êkirine. Şadetiya vê yekê ye femîla wî bi xwe Hesê necar. Adî bi kubarî navê donzde bavê xwe hilda: Adi kurê Hesê, kurê Mehmed, kurê Memê, kurê Evdê, kurê Şêxê, kue Eslê. Ro-hilatê da edet e navê bava hildin. Kê zede navê kal-ba٧ê xwe bizanibe, ewqas jê ra qedr رح nav e. Adî ne ku tene hosta ye, tembûra çêdike, lê usa jî tembûrvanekî hêja ye, pêra jî dis-tirê. Ew gelek destanê Kurda zane, zarbêjekî eslî ye.

Ji binelîyê Çiyayê Kurda bi rabun-rûniştandin û xû -xeyset û zaravê xwe va Kurdê Rohilat- şîmalê Sûrîyayê başqe dibin. Ev erd-xalî parçekî welatê Cizîra Bota ye, dikeve nava mu-hafaza Hesekê. Bajarê Kurdaye eyan vira Qanûşlî, Amûd, Dêrik û Tirba Sipî ye. Tebyeta Cizîrê ji tebyeta çiyayê Kurda bi carekê va cuda dibe: Erdê vira hîmlî ben ye, beav e. Cî-ciya tenê erd tê avdanê. Çiyayê bilind wî berî sînor, topraxa Turiyayê ne. Nava wan çiya da Cudi dax bi kubari sere xwe ber bi erşê ezmîn hilgirtiye. Bi şedetiya lêgêndê gava tofan rabuye, gemiya Nuh-pêxember ser çiyayê Cûdî hatiye hê٠ wirîye. Orta çiyê û deştê da ber bi cenûbê Ava mezin-Dîcle dikşe. Kurd jê ra divejin Ava Mezin. Ava Dîcle dewsa bibya qinyatê şabûnê bona gunded Kurda ye dora avê, bûye xet, bûye sînor û erdê Kurdistane nava Turkiyayê û Sûriyaye da perçekirî ye.

Li Sûrîyayê mentîqa Cizîrê, bajarêd wê Qamişlî û Dêrik nê-zikî sînorê Kurdistana Turkiyayê û Iraqê ne. Tê bêjî ew pevgi-rêka orta her sê parê Kurdistanê da.

Qamişlî çawa merkeza mintiqê roleke mezin dilîze nava umrê Kurdê dorber da. Tarixa Qamîşliyê çawa bajar zaf kevn nme. Xwexwetya wî pey saybûna dewleta Sûrîyê ra destpe dibe. Bajare Nisêbîn bajarekî Rohilata Nêzîkî kevnetarîxî ye. Ew ji Qamişliye bînekê dûr e, orta wan her du bajara da sînorê Turkiyayê û Sûrîyayê ye. Reqema binelîyêd Qamişlîyê nêzîkî 80-100 hezar e.

Anegorî guhastina umrê sosyal-aboriyê û siyasetiyê umrê et-nogirafiyê jî nava Kurda da hatiye guhastinê (çawa li çiyayê Kurda usa jî li Cizîrê). Ev yek îlahî tê xuyane sazbendiya miletiye da. Radyo-teknîk bi firehî katiye nava jîyîna her Kurdekî. Her yek dike xwe ra dengnivîsokekê (magnîtafo-nekê) bikire, wekî heroj stran-awazê Kurdî yê hizkirî bibihîze.
Van salêd axiriye stranêd miletiyê nava Kurda da gelek bela bûne. berê ev stranana bajarêd Kurda da awqasi nediha-tine bîhîstinê. Sebeba vê guhastinê du menî ne. Yek ew e, wekî van salêd paşîn di nava cim'etê da bîr û baweriya miletîyê geleki bilind bûye, ya dinê ew bi pirsêd tucanyê va tê girêda-nê. Lê wê meydanê da, ku odê berê, civîn-êvarîyêd folkloriyê ji nava deba Kurda bere-bere hatine hildanê, merivêd ku kara xwe li nava tucariyê digeriyan, dest bi berevkirin û deng-nivîsara sitran û awazed Kurdî kirin, wekî bavejine ser şirîtê dengnivîsoka û bifroşin nava cim'ete da. Kardariya vê yekê ew mecbûr kirin ku nava cim'ete da sazbend û dengbêjêd eyan bigerin, denge wan binivîsin û nava cim'etê da bela bikin. Ew yek bû şuxulekî kêîhatî, çimkî gelek nimûnêd zargotinê yê qîmetlî ser şirîtê dengnivîsoka hatine nivîsarê û ji hundabûnê xilas bûne. Kê çawa dixwaze usa jî dike. Dereca berevkirina zargotina Kurda da bi ulmî nêzikbûna van pirsa tune. Rex nimûnêd dengnivîsara sade û baş, em li sûkê rastî gelek şirîtê dengnivîsoka tên, yê ku li şahiya, kêfa û civata da hatine nivîsarê. Evê yekê ra tevayî kêmasîke mezin e, ku paye pir ê stran û miqam têne dengnivîsarê, lê gelek janred zargotinê ye giranbaha, mesele ؟awa, çîrok, çivanok, qelîbotik, lêgênd, tê-derxistinok, mesele û metelok, !îstikê zana, landikok û cûrêd mayîn ji meydana berevkirine der mane, guh nedane ser van janra.

Îro nava Kurded Sûrîyayê, îlahî nava cahila da, gelek li tembûrê û sazê dixin. Strane teze tene efrandine. Tembûrvan gelek cara bi xwe disêwinnin, xudanê sitranêd milethiziyê û wetenhiziyê ne. Ew ser hîmê tradîsyona sazbendiya miletiyê, melodiya cim’etiyê wan stranvana diefinnin. Tembûrvan dis-êwirînin û bi xwe jî diqedînin, şirîtê dengnivîsoka dikevine nava meydana kirîn-firotinê. Cama di bajara da lecê stranva-na û tembûrvana têne derbazkirinê. Rex sitranê nuh, yê bajar-vaniyê, stranê cim'etiyê yê kevn qîmetê xwe hunda nekirine. Li Qamişlîyê stranvan û sazbendê eyan ev in: Silo Koro, Rifat Dari/ Husniyê Selîm, Salah Resûl, Brahim Mercê, Letîfo, Eb-dilo, li Çiyayê Kurda: Cemîl Horo, Hesenê Kerrê û yêd mayîn.

Xên ji strana, nava cim'etê da hê hizkirî ne stranê epîkî (destan), evîntiye û tarixiye, destanêd bi siyûjêya diramatîkîyê yê kûrşewat. Destan, sitranêd epîkîyê hîmlî li oda da û ber cim'eta girin gotine. Ewana gelek cara ji du para têne qedandi-nê, bi para çîrokî û bi para şiêrkî, bi stran. û çimkî qîmetê wan destana nava cim'etê da hê bilind maye, şirîtê dengnivîsa wan destana ketine nava sûkê. Dewsa oda, ku ji nava cim'ete hatine hildanê, tê bêjî şirîtê van destana cî girtine. Rast e, piraniya destana, ku ser şirîtê dengnivîsokê têne nîvîsarê, ji hundabûnê xelas dibin, lê tu tişt nikare dewsa oda bigire, çimkî oda da tradîsyona împ٢ovîzasîyayê û efrandariyê hebu. Bêy oda qewlekî efrandariyê yê gelekî ferz jî tê hilda-nê, ew e ku dev bi dev, ji silsileteke derbazî yeke dine dibû, ev nimûna dihatine nitirandine û şimşatkirinê. Xên ji vê, di oda da kontakta zendi hebû orta dengbêj û guhdara da. Ew yek ka-niya gulvedana tradîsyona folklore bû. Hildana înstîtûta odê ji nava deba cimetê bona kultura me ya miletiyê hundakiri-neke mezin e. Ode mekteb bûn, mekteba jê hînbûnê. Bi sedsa-liya gundî û koçer, êvar-êvar oda da berev dibûn û şevbihêrya xwe derbaz dikirin, guh didane serpêhatiya, çîrok û strana, dengbêj, çîrokvan nas dikirin. Oda da qîmetê aşiqa, dengbêja û stranvana baş dihate kivşê. Ode organîzeke mexlûqetiye bû, li ku dere dm'etê civînê xwe, şewr û şîretê xwe dadanî. Gava dûrdîtinok bi firetî kete nava deba Kurdê gundî, emrê mexlûqetîyê diha kûr tîştîşi kir. Oda da bîr û baweriya gun-diya dihate terbiyekirinê, xeysetê miletîyê dihate para-stinê, ziman û rabûn-rûniştandina kal-bava dihate xweykiri-nê. îro her yek mala xwe da qinyatê ruhanîyê paye pirê ji dû٢dîtinokê hildigre.

Vera tevayî, tradîsyona mexlûqetîye yê kevn hene, ku koka xweyî kûr avêtine nava cim'ete û bi temamî reng awayê xwe hunda nekirine. Ev yek nava derbazkirina şîn û şaya da baş tê xuyakirinê. Deba sazbendiyê, sitran û miqam hîmlî wexta derbazkirina şayî-deweta tê diyarkirinê. Bona derbazkirina def-daweta li Sûrîyayê edet e, xwaye şayê sazbenda kire dike. Ji wan sazbend û stranvana ra, yê ku bi heq dixebitin, dibejin mitirb (mirtib). Înstîtuta mitirba nava Kurda da zûva hebûye û niha jî li Sûrîyayê tê xweykirinê. Sazbend xweber hînî pêşê xwe dibe, ew pêşe ji kal û bava tê. Hê ji çûktîya xwe da ewana dest pê dikin ji mezinê xwe hînî cureta sazbendiyê dibin. Ewana ser hacetêd cure-cûrê (tembûr, kemançe, def, zume) hînî lêxistinê dibin û pera jî hînî sitrana dibin û disti-rên. Bi vi pêşeyî ewana neferê xwe, mala xwe xwey dikin, bi wî abûra xwe dikin. Desta sazbenda-mitirba hîmlî neferê malê cuda cuda ne.
Mitirb carna diçine gunda, digerin, bi peretî xizmet dikin, heftekê, mehekê şûnda vedigerin malen xwe.

Marîfeta wan a împrovîzasîyon heye. Gelek cara ewana di-bine xudanê sitranê teze, ku di gunda da, warga da hahanga ser qewmandina disêwinnin. Dêmek ewana ne ku tenê stranêd kal-bava yê kevn diqedînin, lê usa jî yê nû diefirinin. Em dik-arin bêjin ji wana yên here merifet şaîrê cim'etî ne.

Vê berevokê da tene ew efirandinêd Kurdê Sûrîyayê poêtî kîyê hatine cîwarkirinê, yê ku wexta gerê li gund û bajarê Kurdê Sûrîyayê min ji zarbêja nivîsîne. Tekst payê pin min ji deve zarbêja cî bi cî ser kaxaz nivîsiye, payê dine ji ser şirîtê ber girtiye. Çawa min jore got, tradîsyonên zargotinê nava cimetê da hê têne xweykirinê û gelek dengbêj, sitranvan û za-neyê zargotina nava dm'etê da hene.

Nava sê meha da min, anegorî qewata xwe, cedandiye nimûnê zargotinê ji hemû janra berevkim, binivîsim. Hilbet, ew çi ku min berevkiriye niqitkek e di behra zargotina Kurda ya dewlemend da.

Eva xebata min cerbandina ewilîn e, gava ku nimûnêd zargo-tina Kurdê Sûrîyayê wa bi fire nava kitêbekê da tên dîharkirine.

Bi daxa dil ez divêjim, wekî gelek mintiqêd Kurdê Sûrîya-yê, binelîyê kîjana xudanê zargotina pirşeng in, mesele ؟awa Dirbêsîyê, Resil-Eyn, Eynil-Ereb û ed mayîn me ra lev nehat lê biqesidim û wêderê jî nimûnê zargotinê binivîsim.

Matêrîyal berevokê da ser hîmê janra hatiye ciwarkirinê. Pêşîyê min destan, beyt-serhatîyêd êpîkîyê (10 destan) dane. Xwendevaned me cara ewlîn gelek destana ra dibine nas. Me-sele "Mîr Mendelî û Gulîstan", "Menca Elîyê Sêlîm-axa", "Strana her du bira -Zalim Begê û Nasir Begê", "Xezala Kur-da û Teyaraxa", "Gewra gêsa-qumîîya kela Tûnê", "Fatima Salih axa û Mehmedê lawê mîrê hoska" û yêd mayîn. Nava destana da ê usa jî hene, çawa "Hemê Mûsê", "Fatime û Elo Şêxanî", "Cebelî mîrê Hekari û Binefşa narin", "Xan Dim-dim” û yêd mayîn, yê ku ji alîyê zargotinberevkira da îdî ha* tine çapkirînê. Şaxê ku vê berevokê da têne neşirkirinê bi zi-man, miqam, siyûjê û menfeta gotina zarbêje va ji nimûnê berê cuda dibin.

Destan bi du şikla têne qedandinê. Ê usa hene, ku sen heta binî bi temamî bi şêrkî, hang û bang têne gotinê, hineka da jî cî cîya şirovekirin heye, bi çîroktî têne gotinê. Cûrê ku him çîroktî tê gotinê û him bi şiîrkî, xên jî nava Kurda, usa jî nava cim'etêd Rohilata Nêzîk û navîn da, mesele nava Tirka, Fari-sa, Azerbêcana û yêd mayîn da jî bela bûye. Destanê vî cûreyî çiva başin? Bi vî cûreyî zarbêj gotina xwe diha nêzîkî dile guhdara dike, orta xwe û guhdara da kontakta diha mehkem û six dike, hukme gotina xwe ser guhdara zêde dike.

Di siyûjêya van destana da sifete halê cim'eta Kurdayî mexlûqetîyê sosîyal-aboriye mîna neynika zelal tê kivşê. Pir-sa hîmlî û sereke şerê cim'eta Kurda ye mêrxasîyê ye hemberî zordariya hukumatêd Turkiyayê û îranê. Destana "Hemê Muse" heykeleke mêrxasî û azadîhiziya cim'eta Kurdan e. Cim'et xweya namûs û xîretagiran e, ewledê wê hazir in serê xwe bidin, xûna xwe birêjin bona bighijin meremê xweyi zîyaretî. Ev e fikra vê destanê. Tema dinê, ku di destana da gelek cara rastî me tê, ew şerê xwexwetîyê yê di nava êl û eşîrê Kurda de, nava bira û pismama de. Pîre-pîre bûna rnilet, ku hîmlî ji deste axa û bega xeysetêd wan e xweperestîyê da bû, bûye menîke bêkêr bona xûna cimete bê rêtin, mêr bêne kuştinê.
Para berevoke ye dine da stranê evîntîyê ne (29 stran). Ev stranana cara pêşîn e, ku raberî xwendevana dibin. Nava stra-nêd evîntîyê da qîmetbilinde sîkla "stranê Botî". Stranê Boti bi esasê sazbendiya xwe va ji yê mayîn cuda dibin. Herkes ni٠ kare van strana bistirê, ؟etnayî gelek in. Dengbêjê ku stranê Botî distiran, ewqas jî zef rastî min nehatin, ew jî tenê li men-tiqa Dêrikê bûn. Di nava van straned evîntiyê da tenê stranek ji du şaxa ne, ew strana "Mûsa xayîno" ye. Her du şaxê vê stranê bi siyûjeya xwe va hev temam dikin. Ev stran meseleke ge-lekî berçav e, gava qîza Kurda bona namûsa xwe bi mêrxasî çek hiltîne û dike şer. Çawa ev stran, usa jî paye stranê evîntîyê ye pirê ser qewmandinêd rast hatine sewirandine.

Para berevokê ye dine strane tarîxîyê ne, yane jî çawa nava cimete da bi navekî dinê têne navkirinê "stranê siyara", "stranê mêrxasiye". Stranê tarîxîyê di nava zargotina Kurda da janreke gelekî belabû ye. Mêrxasî, şer, kuştin di nava umrê Kurda da timê jî hebûne. Şerkariya hertimî miqabilî dijmin û neyarêd nava xwe û der bûn qinyatê sêwirandina gelek stranê tarîxîyê. Tengasî û şipûka umir her tim hogirê Kurda bûne, her qezyakê dexmeke giran gîhandiye dilê bira-pismama, dê-bava, der-cînara û gundiye şehîd. Gava mêrê merxas, navû-deng hatine kuştinê, ser wana kilam sêwirandine. Dengbêj nava wan kilama da pesnê mêrxasiya şehîda dane. Di nava strana da temamiya qewmandina trajediyê bi tewla folklorê ya bedewetiyê wekîla xwe distîne. Stranê mêranîyê tanxa eşîretê Kurda, gund û mintiqa ne. Eger ew gişk di wextê da bi-hatana nivisarê, hundabuyina, me yê sewtê her qewmandi-neke berbiçav, şuxulkirin û meraniya her navdareki Kurd tê da bidîta. Lê yazix piraniya wan strana berebere hunda bûn û negihîştine rojed me. Niha jî stranê tarîxîyê zendîbûna xwe kêm nekirine. Stranêd kevnare tevayî cim'et stranê teze disê-wirine û derheqa qewmandined rojêd me yên mêrani yê mêra-niyê distirê. Deh stranê tarîxî yên, ku vê berevokê de me cîwar kirine, hilbet nikarin şiklê dewlemendî û xeysetê tema-miya janra strantarixîyê, ku li Sûrîyayê hene, bidin.

Bende keçika, çawa pareke başqe di bin navê "Dîl0k-bend"a da berevokê de hatine cîwarkirinê, ser hev 128 xaşxan in. Stranê janra dîloka ji aliyê qîz û bûka, xorte Kurda gelekî hiz-kirîne. Em dikarin bêjin ku dîlok milkê wan e, ewana disê-wirinin, ewana jî distiren, distirên ji bona xwe. Dîlok sura dilê wan e. Loma jî berevkirina dîloka bona me hinek çetînaya ra giredayî bûne. Sitrûktûra tomen, siyûje priomêd bedewetîye, sifetê dîloka, ku ji Kurdê Sûrîyayê hatine nivîsarê, ji dîlokêd Kurdê Sûrîyayê reng, awayê cî-war, tebyet û xeysetê mentîqê yê miletîyê bi xemleke rengîn diyar dikin. Bi van yeka va jî ewana bi qîmet in.

Stranê govendê di berevokê de pareke biçûk in ji wê kolek-siyona mezin, ku min nava Kurdê Sûrîyayê nivîsîne. Di vê be-revokê de tene 22 stran têne neşirkirinê. Gişk dengbêjekî straye. Ev stranana temamiya erdê Qamişlîyê, Cizîrê da ge-lekî belabûyî ne û her tim şaya da, civata da têne sitirandin.

Di berevokê de stranê xebatê jî cîyê xwe yê layîq digrin. Bi texmîna min, cara pêşîn e ku stranê xebatê bi pareke başqe ve têne neşirkirinê. Li Sûrîyayê, gava min ji zarbêja derheqa stranê xebatê da dipirsî, gişka digotin: "Peh! Çiqas strane me hene yê desthêrkê, dankutane, paletiye, yê necara (xerat), qahwe kutanê". Lê gava min dixwest binivîsîya, kêm tişt bîra wan da mabû. Berevoke da min çend nimûne stranêd paletiyê, destherkê û dankutanê daniye. Stranê paletiyê geleka za-nibûn. Me texmîn kir, ku stranê xebatê bona zarbêja ne ku bi siyûjê û serecema xwe ve ji stranêd mayîn firq dibin, lê bi teqla xwe, melodiya xwe ve, çimkî ntma xebatê û ya dirûnê zaviye pê de'sê (dasê-N) weke hev dertên. Strane ku cem me çawa strane govendiya giran eyan in, li Sûrîyayê distirên usa jî çawa yê paletîye.

"Stran û !îstikê zara" ew par wa hatiye navkirinê, li ku sêwrandinêd zara ye !îstikê cîwar bûne. Me wa jî şirovekirina wana daye, derheqa fonksiyona wan da gilî kiriye, gelo ken-gê divêjin, seva çi divêjin. Bêfitya qîmeta van gotine êtno-folkloriyê gelekî mezin e.

Para berevokê ya paşîn ew têderxistinok û zûgotinok in. Li Sûrîyayê tederxistinokan ra divêjin "Mamik". Mamik min bi prensîba tematîk dor kiriye. Mesela, mamikê ser xeysetê, teb-yetê, heywanê malê, teyr û tuya, mal û kel-melê malê, çekê xebatê, men û organêd wî û yêd mayin.
Di berevokê da para nivîsamasiye heye. Ji bona xwendevan bizanibe her nimûneke zargotinê kengê, ji kê ٥ kuderê hatiye nivisandin, min bersîva wan pirsa bi hûr gilî daye.

Xebernama berevokê jî heye. Vira şîrovekirina wan xebera daye, ku zaravîne û xwendevaned me ra nenas in. Min tercuma wan xebera jî daye, kîjan zimanê Erebî û Tirkî nava zimanê me û mane wan ji me ra nenas in.

Xudanê vê berevokê deynê xwe hesab dike, razîbûna xwe bide Kurdêd dilperwer, heval û hogira, dost û xêrxwazê xwe yê Sûrîyayê yê ku wext û hereketê xwe nehêwşandin bona komekê bidine min. Ewana zarbêj ji gundê dûr û derez peyda dikirin, ku em bikaribin ji wan dengbêj û çirovana gilîyê xweş binivîsin. Bi nav min dixwest spasdariya xwe bida xwendî û dersdarê Kurdê dilovan Abbas Simayîl û Mehmed Elî, ku ji gişka zêdetir mi ra çerçirîn û bi dildari nêzîkî xebata min bûn. Ez usa jî spasdarê Mistoyê Şemo me, xudanmalê mêvandar, hevale riyê min e dûr û dijwar.

Berê vê xebatê ev berevoka poesîya zargotina kurda ye, per-ek e wê xiznê, ku min ji nav Kurdê Sûrîyayê nivîsî û bi xwe ra anî. Ez bi evînîke mezin va berevokê pêşkêşî wan hemû zarbe-jê xwe dikim, yê ku xwe êşandin û ji min ra stran û gîlîyêd xweş gotin, wan hevala û hogira, yê ku komekeke mezin dane min ku xebata xwe da ez rûspî derêm.
Celîlê Celil

Destan, beyt, serhatiyêd mêrxasîyê û yê evindariyê

I. Heme Mûse

Yêl, yêl
Şûrkêşê deşta Rihaye Kinê Mûsê.
Serê Şarê(1) û Tirkê(2) bûyî bi heyrano.
Yêl, yêl, yêl, yêl,
Gire Sirûcê girkî wê li wêo,
Nifûsçîyê dewletê hate bin konê Hemêo.
Dibê:- Hemo, were ser qurêo
Bikşêne çîtikêo,
Bide baş gumrikê salan û salêo,
Xwe bike taba axa û axelerên di dinêo,
Li xwe nerake fermaneke dewletêo,
Heçî barê hukumatê himlê risês e, barî xwêo.
Du xortkê Gêtika(3) û Berez bide eskeriyêo.
Dema nifûsçîyê dewleteo wulo dibêjêo,
Kinê Mûsê rabû ser kabeko,
Kefka kopel kire çavê nifûsçîyê dewleteo,
-Teres, ez nayême ser qurêo,

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues