La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Kurdistan


Auteur :
Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2007, Diyarbekir
Préface : Pages : 138
Traduction : ISBN : 978-975-00195-4-8
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cem. Dir. N° 1693Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Kurdistan

Versions

Dîroka Kurdistan

Ekrem Cemîl Paşa

Bîr

Bi vê berhema ku di destê xwendevanan de ye, ez hêvî dikim ku ezê xwendevanên xwe yên hêja di derbarê rûdanên dîrökî yên kuji beriya zayina îsa bi 10 hezar salan heta serdema nêzîk agehdar bikim. Ango, ez dixwazim dlroka bi hezaran salan ya Kurdistanê di pertûka xwe de bi kurtl binivlsînim.
Ji ber sedemeke ku ez nikarim di vê dere de binivîsînim, gengaz nebe ku ez serdemên nûjen yê dîroka Kurdistanê binivîslnim.
Ev pertûka min, wergera pertûka min ya bi navê “Kurtebira Dîroka Kurdistan”ê ye ku min bi Kurdl nivîsîbû. Min di pertûkên xwe de navê “C.PB.” bi kar anî. Lê di pertûka min ya kurdî de di encama şaşitîyekê de navê “C.PC” hatiye nivîsln. Ji bo ez serê xwendevanên xwe yên ku pertûka min ya bi Kurdl xwendme tekel nekim, min ev mijare diyar kir.



DESTPÊK

Emîn Zekî Beg dema ku li Ewrûpa dijiya welatên avadanî û netewên serbixwe û azad yên ku dîtiye gava bi Kurdistanê û kurdên dîl girtî re rûberî hev dikir, baştir têdigihîşt ku netewa wî çiqas bêsiûd e. Kurdistana ku sedsalan talan, wêran û qirkiri-nan re rû bi rû maye,ji her cure avadaniyan bêpar, di bin zulm û zordariyê de bû. Netewa kurd ya bêtewan ku nezan hatibû hêlan, komeke dîlênji her aliyî ve heqaret didît bû. Emîn Zekî Beg hêj di temenê biçûk de ev rewşa dilşewat ferq kiribû. Dema ku li xwendingeha navîn ya Şarbajêr dixwend, ji mamosteyên ne kurd helwîsîên tund yên dîtibû, bûbû sedem ku di mêjuyê wî yê ciwan de hestên raperîn û hêrsê hişyar bibin. Ev mamos-tayên biyanîji bo çi li wî û hevalên wî neheqî dikirin û kêm di-xist. Ewji bo çi ewqas qure bûn? Bi qasî zimane wan, helwîst û bizava wanjî ciywaz bû. Di wan pertukên dixwandin yên erd-nîgarî û dîrokî de beşên bi kedxwarî û mêtingeriyê ve pey-wendîdarjî hebûn. Mamosteyan di dersan de bi dirêjayî qala mêtîngehên Fransa, Belçîk û Holland û kiryarên dij-mirovahiyê yên van mêtîngehan dikirin. Lê çi ciywaziya wan û parêzger, fermandar, polîs û cendermeyên ku her roj li Silêmanî didît, ango hemû rêveberên biyanî hebû? Ewjî weke wan,ji bilî êş û biçûkxistina wan çi kar nedikirin.

Emîn Zekî Beg di zarokatiya xwe de bi bavê xwe re car caran diçû gund û zozananjî. Gundî û koçerên kurdan yên ku li van deveran dijiyan, pir bala wî kêşandibû û bibû dilbestiyê wan. Jiyana hêsan ya mirovên ku li van derana dijîn, çiqas rakêşer bû, libatên wan çiqas bi aheng û zindî bû! Weke meş-werdekan reqasên keç û xortên ciwan ku dest didan hevûdu û dikirin zor ciwan bû. Ma ev dansan(govendê) ji hurî û periyan fêr bibûn? Di bêrîkana hespan, lîstikên şûr û mertal û nîşan-giriyê de kes di ser wan re nebû?

Emîn Zekî Beg dema li Stenbolê di Mekteba Harbiyê de erdnîgarî û mêjû dixwend, ne di mêjûyê Serdema Pêşîn û nejî di serdemên din de bi yek peyvê qala kurdan nekiribûn.
Mamosteyanjî qet qala wan nekiribû? Gelo di serdemên kevn ê mêjû de kurd li kî derê bûn? Yan ma hîn ew derneketibûn ser dika mêjû? Ew Kurdên ku zindî,jîr, şad,jêhatî Gjîndar yên ku hêj dûh li Silêmanî û li gundên wan herêman dîtibû, ma pişt ra peyda bûn? Li wan cihên ku dijîn, li bajêr, gund, de§t û çiyan, maji nişka ve weke kivarkanji erdê zêde bûn?

Emîn Zekî Beg kêfa xwe dorandibû. Her dem li bersiva van pirsên ku serê wî mijûl dike, digeriya. Di encam de mejiyê wî yê xurt ew bersiva ku lê digeriya dît. Bele, demekê, B.z. nêzîkî 4-5 hezar sal kurd yekji afrînerên mezin e, nexasme li gel girîngtirîn şaristaniyên ku li Mezopotamya, Araratan, Zagrosan, Torosan, li peravên Derya Spî, sînorên Hîndîstanê١ Fîlîstînê, li Surîyê hebûnejiyane.

Tevî vê rastiya mêjûyîjî rêveberên Ereb, Ecem û Osmani; pertûkên mêjû yên ku di xwendingehên xwe de didane xwendin, navê kurdan û nexşeya kurdanjê birine. Ev hel٦٧îstên xwe yên derveyî mirovahiyê hêjjî berdewam dikin.
Emîn Zekî Beg dema ku di xwendingehê de dixwend, bawer kiribû ku kêşeya kurd bi tenê zanyarên Ewrûpî dikarin çareser bikin.

Bi vê baweriyê bi salan bêyî ku rihetî û kêfxweşî bibîne, pertukxaneyên Ewrûpa geriya, dît û nivîsî. Çi gencîneyên hêja peyda kiribû.
Piştî ku dawî li Şerê Cîhanî yê yekem hat, Emîn Zekî Begji xizmeta dewletê derket û vegeriya welatê xwe. Di ber roniya wan zanyarî, pêzanîn û belgeyên ku kom kirine de Dtroka Ktird û Kurdistanê nivîsand.

Min di vê pertûkê de xwestji bo kesên ku peywendiya wan bi kurdan û mêjûyê wan heye, bi kurtasî mêjûyê Kurdistanê pêşkêş bikim.Ji bo bi asanîji pertûka min bihê têgehiştin ûji bo wek wan pertûkên mêjûyî ku hatine wendin ne rêkûpêk be min gelek pûte lê da. Gelek nîvîsarên Mêjû; li zanistî hevdigrin yan na, mawe, qewmîn û pêwendiya wan ya bi hev re nanêrin û hemû pêzanîn û zanyariyan datînin ser hevûdu û dixin nav pertûkê. Pertûkên van nîvîsarên ku bi dirê-jahî şoreş, §er û talanan nivîsandine weke erk dizanin, ji ber ku gelek pêzanîn û agahiyan datînin ser hev, xwendevan ji bo tişteki ji pertûke têbigehê, bi neçarî dehan car van pertûkan dixwînin. Lêji ber ku di van pertûkan de çi rêkûpêkî nîne, bêyî ku tiştekîji pertûkê werbigreji destê xwe davêje. Ez hêvî dikim ku ev pertûka mêjûyî ya ku min nivîsandiye, dûrî wan şaşitiyên ku min amaje lê kiriye be.

Gava min pertûka di destê we de nivîsand, minji pertû-ka bi navê Mêjûyê Merdux ya ku Akaî Şêx Merduxî yê Kurdistanî bi Farisî nivîsandiye û li Tehranê hatiye weşandin, mifajê wer-girt. Ji bilî van her du pertukên mêjûyî ji Şerefnameya ku Serwerê Rojkan û Xanê Bedlîsê Şe٢e&an nivîsandiye û per-tûka mêjûyî ya bi navê Rîşeyî Nejadt Kurd ku lehengê Raperîna Çiyayê Agirî îhsan Nurî Paşa bi Farisî nîvîsîye û li Tahranê hatiye weşandin ûji bilî vanji hindekjêderên kurd, tirk, fransî û îngilîzîjî min mifa wergirtiye. Ji van pertûkan min agahî û pêzanîn hinart û min nirxê berhemê zêdetir kir. Pertûka di destê we de berhema xebateka çar salan e.

Bi destura we, bi vê boneyê ez dixwazim hindekî qala Mêjûyî Merdux û nîvîsarê vê pertûka mêjûyî Hazretî Ayetullahî Akaî Şêx Merduxî Kurdistanî bikim. Rêzdar Ayetullah di pertû-ka xwe de nivîsandiye ku eslê wî Ereb e. Binemala Merdux p.z. di sedsala 13-ع de ji Erebîstanê koçî Kurdistanê kirine û li Kurdistana îran heta rojgara me ya evroke nîştecîh bûne. Ji vê binemala payeberz ku xoşewîstî û rêzdariya kurdan bi dest ve anîne gelek mirovên xwedan zanist û zana derketine. Rêzdar Ayetuliah jî kesatiyekê payeberz, fadil û zanyar e. Ziman û wêjeya kurd, fars, ereb û tirk pir baş dizane, her wesa li gel hin-dek zimanên Ewrûpîjî aşîna ye.

Hazretî Ayetullah pertûka bi navê Mêjûyî MerduxÇTarîhî Merdux) di encama xebatên gelek salên dirêj yên bêrawestan de bi lêkolîna bêhejmar pertûk, kovar û namilkeyan nivîsandiye,
Mêjûyî Merdux ji du bergan pêk dihê. Berga yekem rûdawên mêjûyî yên li Kurdistanê, ji B.z. dest pê dike, heta dawiya talana ereban; berga duyem jî rûdawên serdema piştî talanaji aliyê ereban hatiye kirin werdigre nav xwe.
Rêzdar Ayetullah di rûpela yekem ya pertûka xwe de beşeka girîng yê berhemên ku serî lê daye rêz kiriye. Di ew lîsteya ku ev kesê 80 saliya xwe zû de derbas kiriye, nivîsiye, navê 90 zanyarên mêjûnas cih digre.Ji van 25 zanyarji vekolîn-er û nivîsaren Ewrûpî, 65 kesên manejîji vekollîner û nivîsarên Rojhilatî (kurd, faris, ereb, tirk, asurî, kildan, ermenî) pêkdihê.

Mêjûyî Merdux, derbarê bûyerên bi kurdan ve peywen-dîdaryê berî zayînê bi hezaran sal û berhemên mêjûyî yên kur-dan, belgeyên hatine destnîşankirin û di mijara dahênanên arkeolojîk ê nû û kevn de me agahdar dike.
Kurd bi hezaran spasî deyndarî Rêzdar Ayetullah Akaî Şêx Merduxî yê Kurdistanî ye.
Bi nivîsandina vê pertukê re xizmeta min ji kurdan re kiriye, li gel van kesayetên ku beriya min bi mêjûyê kurdistanê re peywendîdar bûne, ne hêja ye. Ew bi taybetjî Emîn Zekî Beg û Rêzdar Ayetullah pêzanîn û zanyariyên xwe bi xebatên zanistên rojhelatî û rojavayî yên ku hatine nasîn û arkeologên bi navûdeng ve piştrast dikin.

Xwendevanên min yên hêja! Di vê pertukê de pêzanîn û zanyariyên ku hatine nivîsîn, ez dizanim dê we şaş bike. Belê îro kurdê ku li goşeyeke cîhanê mazlumji hemû mafê xwe yên mirovî bêpar, dîl, perîşan, nezan, bêxwendingeh, bênexweşxane, bêderman, bêweşan, bêradyo û bê her tişt dijî, xwedî rabir-duyeke 10 hezar sal ya birqokl ye û şewq dide ye. Ez dizanim hûnê di bawerkirina vê de zahmetî bikşînin.

Ez naxwazim bi berê goristanan pesn bidim û ezji wan hêvîjî nakim. Daxwaziya min ew e ku milletê kurd di aliye hizrî, dînamîkî û fîzîkî de xwedi behremend be. Ez dixwazim ew bibe xwedî jêdereke hêzê yê bakîr, ciwan û teze, Kurdistan jî bibe xwedî jedera zengînî û samanên siruştî, welate wê fireh be û miletê wê leheng, wêrek û xurt be. Ligel ew bi zulmê ji per-werdê bêpar mane, xizanî û bêxwedîtiya wêjî, dohjî û îrojî çes-pandiye ku gava derfetê bibîne dikare nûwazeyan biafirîne.

Ey kurd! Ji van tiştên te xwend dersan derbixe! Çi rojan nekeve nav reşbîniyê! Bixebite! Dahatu ya te ye!

Binçineya Nejadi ya Kurdan

Li ser nejadan de veqetlna însaniyetê<i) xwe dispêre du teoriyan; ya yekem xwe dispêre Tevrat û Quranê, ya duyemjî xwe dispêre zanistiyên antropolojî û etnolojiyê.
Di Tevrat û Qurane de dihê nîvîsîn ku nejad ji her sê kure Nuh Pêxember yê ku piştî Tufana Nuh sax mane, peyda bûne. Li gorî van pertûkana yên çermreş ji Ham; ereb, cihû, aramî û asurîji Sam; yên çermspîjîji Yafes peyda bûne. Di van pertûkên pîroz de qala nejadên zer û nijadên sor yên Amerîkayl nayê kirin.

Li gorî dabeşkirinên ku Antropolog û etnologan kirinejî nejadê însanan dabeşî pênc beşan dibe: arî, samî١ çermzer, çermreş û çermsor.
Li gorî teoriya yekem, kurd zarokên Yafes in: li gorî ya duyemjîji nejadên a٢î(Hind Ewrûpî) ne. Li gorî her du teoriya jî kurdji nejadê spî ne.
(1) Binçineya peyva insan ji peyva “Enzan” ya ku peyveke kurdî ye dihe, Ereban ev peyvji kurdan girtine, kirine “însan” ٥ bikaranîne.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues