La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurd: Neviyên Medya


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1989, Berlin
Préface : Pages : 114
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 155x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Min. Kur. N° 1560Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurd: Neviyên Medya

Kurd: Nevîyên Mîdîyan

V. F. Minoriskî

Soro

Vaye min di nava van salên Çûyî de li gora karîn û zanebûna xwe û têgihiştîna xwe ji bona Zimanê me çend ji Nivîstokan ji bona Zimanê meyî şêrîn û xweş ji zimanên bêgane dane wergerandin; Ji ber ku kilîta pêşveketina xebata me û şiyarbûna miletê me di serxwebûn û pêkanîna Dewleteke milîyî serbixwe de di pêşvekettna zimanê me de tête dîtin. Zimanê me em ji windakirinê û nemanê dane parastin. Hebûna me, na hêjî bêtir tevaya Mirovanîya me bi xwe jî eu di pêşkevtina Zimanê me de tête dîtin; ji ber vê jî her û her pê keleşên, talankerên, dagîrkerên kurdistana me di pêşîya pêşî de bi hemû nobûn şerî zimanê didin kirin û nemana wî bi hemû konetî, kosetî, dirbûn û hovîtî didin daxwaz kirin.
Ez zaro bûm, menal bûm, li nava gundê kweyî razayî ... 


PÊŞGOTINA KURMANCÎ

Xwendevanên hêja! Vaye ez ji bona nava destên we vê Nivîstoka Minoriskî Beşê yekem: Kurd, Rûnkirin û Dîtin û Beşê duwem: Kurd Nevîyên Mîdîyan bi dilxweşî û bextiyarî didim danîn. Beşê yekem ew ji bal Dr. Maruf Xeznedar û Beşê duwem ew ji bal Dr. Kema! Mezher ji Rusî ji bona Zimanê Erebî hatîye wergerandin. Nin ev wergerandina Kurdî li ser wergerandina Erebî daye kirin. Ez di xwazim li vê derê bi dil û can sipasî van herdû Mirovan li ser vê kirina karê hanêyî bi nerx û pir giran buha bidim kirin.
Her weha jî vê carê jî nola hercar jî bi neçarî jî ez ji Xwendevan û rexnevanan hêvîya lêbuhurandinê li ser hemû kur û kêmanîyên vê wergerandina hanê jî ji bona zimanê me didim daxwaz kirin.
Min ev wergerandina hanê ji bona zimanê meyî dê ,date wergerandin, da ku Zimanê meyî xweş û perest pê bête bipêşvexistin û gelê Kurd li ser rûpelên mêjûwa xwe bêtir pê bête agehdar kirin û şiyar kirin
Gava ku mero vê nivîstoka hanê bi her du beşên wê ve ji xwe re dide xwendin, weha rûpelekî tarîyî veşartî bi sedan sal li ser Mêjûwa kurdîyî poşandî ji ber çavên mero tête dutakirin û tar û markirin; ji ber ku ev karê hanê ji bal yekekî ji gewretirîn û karnastirîn Rojhilatnasên Mêjûvanên vê Serdema me hatîye tomarkirin. Wî nebes tenê rûpelên poşandî ji ser Mêjûwa me dayite hilanîn, lêbelê jî bersevên pir bi nerx, hêja û bêjimar hêjî bêtir li ser bingehê zanistîyê li ser pir pirsên bê bersiv di mêjûwa me de û her weha jî di vê deme me de jî dayite dan. Ev karê hanêy kêreke xweyî pir zanistîy dayite hiştin. Ev li ser pêwist kirin, ku em pir bi karê hanê ji xwe re bidin ber jê em dikarin pir di bêtir di xebata xwe de bêt in li ber ketin.
Xebata me ji bona Rizgarkirina Welatê me û azadîkirina Miletê me nayête bi serketin, ger ku em bi başî û bi rêk û pêkî li ber tevaya mêjûwa xwe neyêtin ketin. Miletekî bê mêjû mîna Menalekî bê serpêhatî tête dîtin.

Bi serketina xebata me li ser me dide neçar kirin, ku em şev û rojê divê di tevaya Mêjûwa xwe de û her wehajî di tevaya mêjûwa dorhila xwe de bêtin li ber ketin. Divê em xwe bi xwe bidin nas kirin, ger ku em jî ji xwe re bixwazin, ku belê êm jî nala miletekî azad di nava kurdistana xwe de bi serbestî, serfirazî, bi xweşî û bextiyarî bêtin jiyandin.
Tevaya Bedbextîya me, perçekirina Kurdistana me, talankirina dewlemendîya Welatê me û bi serde jî hêjî bêtir kole û bendekirina miletê me bi carekê di nezanîya me de tête dîtin. Ev rastîya tirş û tal li ser Zanevanên Kurd dide pêwist û neçarkirin, ku ew şev û rojê ji bona pêşvexistina Zimanê me û şiyarkirina Miletê me bidin keftileft û xebat kirin.
Çarekirina Pirsiyarîya Kurd di Rojhilata Navîn de li ser berjewendîya Gelê Kurdistanê bi darê ço dê bête çare kirin. Perçekirina Welatê me, talankirin û raw û rûtkirina Dewlemendîya Kurdistana me û hêjî bi serde jî kole û bende kirina Miletê me ji bal Borcuwazîya Turkî, Farisî û ya Erebî jî gewretirîn metirsîyê ne bes tenê ew li ser berjewendîya Gelê Kurdistanê dide peydakirin, her weha jî pêre jî û li gel jî ew berjewendîya Miletê Turk, yên Îranî û yê Erebî jî bi ber tirsê ve dide xistin. Miletekî Azad Miletekî din jêrdestê xwe nade kirin. Azadîya Miletê Kurd û pêşve xistina wî bi Azadî û pêşvexistina van Miletên hanê ve tête girêdan û her weha jî pêre jî Azadî û pêşvexistina van Miletên hanê jî ew bi xwe jî bi Azadî û pêşvexistina me Kurdan ve jî bi xwe jî tête girêdan. Meha tevaya Mêjûwa me û rastîya jînê bi xwe jî bi diyarî vê rastîya hanê jî bi hemû tirş û talbûnên xwe ve jî ji me tevan re dide derxistin.
Tevî hemû dirbûn û hovîtîya Serdarîkirina Turkî, Farisî û ya Erebî jî dostanîya van miletan ji me re û ya me jî ji wan re tevaya dilsozî û zanebûna me û ya wan jî ji bona welat û miletên me û bêxtiyarî û xweşîya me tevan dide derxistin. Li ser me kurdan divê, ku em şev û rojê miletê xwe li ser vê Dostanîya hanê bidin perwerde kirin; ji ber bes û bi tenha em ji Miletê xwe didin hez kirin û em ji dil û can dixwazin, ku miletê me jî nola hemû van Miletên din li vê Cîhana me jî bi xweşî û bextiyarî di nava Kurdistana xwe de bête jiyandin Li ser vê jî divê, ku em her û her Miletê xwe li ser rêya azadîyê û serxwebûna Kurdistanê û  pêkanîna Dewleteke milîyî serbixwe li ser vê dilsozîyê bidin li ber xistin û şiyar kirin.
Di dabeşkirina kurdistana me de di nava serdarîkirina Turkan, Ereb û Farisan de tevaya bedbextîya me û her weha jî li gel jî bedbextîya miletên îranî, Turkî û yê Erebî jî tête dîtin. Ev bi xwe jî li ser me dide neçar kirin, ku em şev û rojê vê rastiya hanê jî ji bona Miletên îranî, Turkî û yê Erebî jî bidin diyar kirin. Bi vî rengê hanê û xebat li ser vê rêya hanê gorîyên gihandina ermanca me di serxwebûna Kurdistanê de û di pêkanîna Dewleteke Milîyî Serbixwe de dide kêmkirin û dema gihandina wê dide kurt kirin.
Xebata Miletê Kurd di vê pêla me de, belê di piştî avêtina çekên kimyawî û biyolocî de ji bona nava Kurdistana îraqê bi qonaxe nekenuhî xwe ve li seranserî Kurdistanê hatîye gihaştin. Di vê qonaxa nuhî hanê de bi neçarî şêweyê Şerê Kurd bi hezaran sal duçarî veguhertina xwe tête kirin û pêre jî bi neçarî şêweyê sitratîcîya kurdîyî siyasî jî û şêweyî rêxistina wîyî siyasî jî duçarî veguhertinê tête kirin. Ev jî tevî jî li hemû tirşbûn û talbûnên jînêyî neha jî li nava Kurdistana me jî, xebata miletê Kurd li seranserî Kurdistan ji bona serxwebûnê û pêkanîna Dewleteke milliyî serbixwe dide bi yek kirin û pê re jî bi ser de jî ew bingehê vê xebatê û bi serketina wêna ji Kurdistana Turkî dide hîm kirin û dest pê kirin. Weha bi vî rengê hanê Hîmkirin û Bingehkirina biserketina Xebata me li Kurdistana Turkî û ji Kurdistana Turkî tevaya rastîya jînê ji me re vê dide pêwist kirin, ku em ji her kat bêtir ala dostanîyê di nava miletê Kurd de li seranserî Kurdistanê û miletê Turk de bi dilsozî û hêjî bêtir bi zanebûn bidin berz û bala kirin. Ev rastîya hanê kêseke mêjûyîyî mezin li ser ronahîya pêşketina dema me û hêzên kêrkirî di Rojhilata me de û her wehajî di vê Cîhana me de ji me Kurdan re dide derxistin. Ev jî tev jî bi carekê li ser têgihiştin, zanebûn û dilzozîya me ji bona welat û miletê me tête dîtin.
Xebata miletê Kurd bi avêtina çekên kîmyawî ji bal faşîya Ereb ve ji bona nava Kurdistana me nayête bi dawî kirin, da ku ew dewlemendîya helatê me (bêtir ji 90. melyon ton Neft her sal ) ji xwe re bide raw û rût û talankirin û bi ser de jî miletê me ji xwe re di sedsala bistan de jî careke din jî mîna berê ji xwe re jî bide kole û bende kirin . Ev avêtina çekên kîmyawî ji bona nava Kurdistana me bi malandina xakê kurdistanê ji gemara tapanên gurîyên, kotîyên û faşîyên Ereb û bi serxwebûna Kurdistanê û pêkanîna Dewleteke miliyî serbixwe ji tevaya dunyayê re dide mujde kirin. Ger jî bi avê jî ma be, dê zarok û pîrekên Helebçe tevaya talankrina Kurdistana me û wergirtina tola xwe ji faşîyên, pêxwasên, qertelên Bexdadê bidin sitandin. Xebata miletê kurd bi darê ço û bi hinera pêşveçûna qanên jînê bi Serxwebûnê û pêkanîna Dewleteke milîyî yekkirtîyî Serbixwe di Rojhilata navîn de dê bête bi tac û xelatkirin.
Aramî, Aşîtî, pêşveketin û geşbûna Abûrî û Civakî û xweşbûn û bextiyarîya jînê di Rojhilata Navîn de nayête dîtin, tanî ku Kurdistan neyête biyekkirin û Dewleta milîyî serbixwe di nava wê de neyête damezirandin. Evaya bi xwe jî ji bona hemû miletan mafeyê serûştî bi xwe ye. Ew nayête dan, lêbelê dara azadîyê her û her bi xwînê tête avdan. Hîç gûman têde niye, ku dê netewê Kurdî perçekirî hêjî vê dara perest jî di nava Kurdistana xwe de her û her jî bi xwîna baştirîn keç û lawên xwe bide avdanî kirin; ji ber ku em jî bes û bi tenha nola mirovan serbest û azad di nava Kurdistana xwe de dixwazin bijîn. Em naxwazin bende û kole di nava melatê xwe de di vê jîna hanê de li vê dunya hanê jî li jêrdestîya dir û hovan bêtin jiyandin.

Xwendevanên' Hêja!
Vaye min di nava van salên Çûyî de li gora karîn û zanebûna xwe û têgihiştîna xwe ji bona Zimanê me çend ji Nivîstokan ji bona Zimanê meyî şêrîn û xweş ji zimanên bêgane dane wergerandin; Ji ber ku kilîta pêşveketina xebata me û şiyarbûna miletê me di serxwebûn û pêkanîna Dewleteke milîyî serbixwe de di pêşvekettna zimanê me de tête dîtin. Zimanê me em ji windakirinê û nemanê dane parastin. Hebûna me, na hêjî bêtir tevaya Mirovanîya me bi xwe jî eu di pêşkevtina Zimanê me de tête dîtin; ji ber vê jî her û her pê keleşên, talankerên, dagîrkerên kurdistana me di pêşîya pêşî de bi hemû nobûn şerî zimanê didin kirin û nemana wî bi hemû konetî, kosetî, dirbûn û hovîtî didin daxwaz kirin.
Ez zaro bûm, menal bûm, li nava gundê kweyî razayî li paşvemayî bûm, di pêşîya pîşî de di jîna xwe de ez duçarî neçarî pirsiyarîya zimanê xwe bûm. Dêya min ez bi tûrê hevirmêşî ligel nan û mewîjan, xame, defter, cizû û tepikekî rêxê jî bona sobê ez ji bona hucrê dame rêkirin, da ku ez yasîn û quranê ji xwe re bidim xwendin. Gava Feqe Hesen dest bi xwendina me date kirin, ew li gel me bi zimanekî din dihate axivtin, em pê li ber nedihatin ketin, hin jê bi hemû zarotiya xwe ve date pirs kirin: Feqe çima tu me bi Zimanê me nade fêrkirin? Wî dibin çavan re li min date temaşe kirin û ji me re date gotin. Evaya Zimanê şêrînî Quranê ye, yê Erebî ye, yê ku Xwedanê Hezin pê Quran li ser Pêxember dayite daxistin û ew li gel wî bi vî Zimanê perestî hanê hatiye peyivandin. Zimanê me çewt xware. Careke din min jê date pirskirin: Cima zimanê me çewt û xwar tête dîtin . Ew li ber dilê me bi me pir xweş û şêrîn tête dîtin. Cima xwedanê me bi zimanê me li gel me jî nayête axivtin, ger ku ew jî bi xwe jî bi rastî jî xwedanê me jî bête dîtin? Feqê dibin çavan re awirên xweyî tûj li min didatin vedan û şîva xweyî xêzeranîyî ter li ser serê min dida hejandin, vîzandin, livandin û tewandin. Lêbelê jî ji tirsa dêya min jî wî newêrî bû, ew wê jî ji xwe re jî li gora dilê xwe jî li ser serê min jî bîne xwar. Min jî û wî jî ev dizanîbû. Feqe Hesen danê êvarê hate male me û tevaya çîroka min û xwe ji Dêya min re date bi ta û derzîvekirin. Dêya min ji min re li ber Feqe Hesen ji min pirsî: ma gelo bi rastî te ev peyvên hanê dane gotin? Min rep û rast careke din jî jê re jî ji nuh ve jî tev date vegerandin. Pepûk! pepûkî bi dêya min ve hate ketin! Wê got: feqe lawo, lawê min xwedênenas hate dertin. Ew careke din jî ji nû ve ji bona ser ola bav û kalên xweyî yezîdî hatîye vegerandin. Ji wê rojê û pêve navê minî navmalîyê Liva ji bona Xwedênenas hate veguhertin. Weha bi rastî Dêya min malika pêşîyî zayînê ya Xwedênenasîyê di nava nîvê mejiyê min de date hîmkirin û hilanîn. Weha bi vî rengî tevaya zarotîya min ji min re bi hizkirin û perest kirina zimanê me pê hate poşandin.
Neha ez zû bi saya alfebaya Osman Sebrî di salên pêncî de bi dizî li pesarên Bajarê Qamişlê, li binarê kavilên bedena Nisêbînê hînî xwendin û nivîsandina Zimanê me bûm. Wehajî bi lez û bi bez jî bi dîzî jî ji bona zarok, peye û pîrekên gundê meyî pirî li paşvemayî jî bi mamostê gund ez hatim veguhertin. Min ew li gora zanebûna xwe fêrî zimanê meyî xweş, şêrîn û perest didan kirin.
Di pişt re jî ji sala 1956 tanî sala 1959 de li Bajarê Şamê li taxa Kurmancan li ser destên Osman Sebrî em çend xortên kurd în bi în bi zimanê Kurdî dihatin fêrkirin. Osman Sebrî bi hemû dilsozîya xwe ve em fêrî vî zimanê xweş û şêrîn didan kirin û hêjî bêtir wî em di warên siyaset û jînê de li ser tevaya pirsiyarîya Kurd, mêjûwa wî û xebata wî didan perwerdekirin. Her weha jî hêjî bi serde jî wî bi hemû sadebûn tevaya serpêhatîya jîna xwe ji me re dida gotin. Me tevan ji Mamostê xwe re Apo dida gotin. Weha ez dixwazim wergerandina vê nivîstoka hanêyî Kurdî ji bona vî Mamostê xweyî berz bidim pêşkeşkirin. Belkî dilê Apo hinekî, piçekî pê bidim hênik kirin, her weha jî belkî jî ew bi Şagirtê xwe hinekî pê bête serbilind kirin

Soro
Berlin, di Çirya Pêşî de sala 1989 de

Deryê Pêşî

Cihê Kurdan û Ciyografiya Welatê wan (I)

Da ku em Ciyografîya wi perçeyê ji Asyayê bidin nîşan kirm, yê ku em dê li ser wî bidin axivtin, divê li ser me du tiştên naskirî çîyayê Araratê û dilava Iskenderonê bidin bibir xistin.
Di vî Perçeyê jêrî de ji Araratê û li ser dûrbûna du hezar Fersex rêzên Çiyayi têtin dirêj kirin û ew li gel hev bi rengekî rast ji jor ber bi jêr de hevdû didin girtin, di pişt re li ew çend rêzên çiyayî din ji didin pêkanîn ku ew xwe ber bi tiri Rojhilatê de tani dilava Farisî didin pêçandin. Weha perçê yekem li van rêzên hanê bi navê "rêzên sînorê Turkî - Farisî têtin bi navkirin. Ew heremê ji bona du komên çiyayî, gola Wanê û Ormiyê didin dabeş kirin. Perçê duwem jê xwe tani sinorên Turkî û Welatê Faris dide kişandin. Ev Çiyayên berz û bala û pesarên wan, yên ku. ew di navbera rêzên Çiyayên iranî de û di welatê navbera herdû çeman de têtin ketin, bi têgihiştina Kevnar bi Zagrosê têtin bi nav kirm. (Ez gûmandikim, ku peyva Zagrosê ji kokeke Yunani tête derketm, ew bi xwe li nik Miletên Rojhilat nayête naskirin).
Weha Çiyayê Agrî xwe ji Araratê ber bi jêr de dide kişandin. Ew xwe li piş Qafgasya ji rêzên Çiyayên Ermenî dide cudakirm û di pişt re jî ew xwe careke din tev li wan dide kirin.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues