EREB ŞAMÎLOV
Rojêd çetin (Kerîk)
Wê sala 1917 nanekî rind hat. Xelqê ew nanê rind bi şavûna dikuta, dikire çela, hineka pêra nedigîhand, şevê jî kam digeryan, sap dikutan, hineka şevê ber hîvaronê nan didane bê, lez dikirin, wekî berî şilîşilorê xilas kin hê hewa xweşe.
Mmerîê ku çubune olamê1, herçê silamet mabûn, vegeriyan hatne malêd xwe, Hemza û bedir gilî dikirin, wekî eskerê uris şer nake, gelek jî wana paşda bedgerin diçine Urisetê.
Gundî herro dihatin pirsa merîê xwe dikirin, êd ku wanra çûbûne olamê, lê venegerîya bûn. Jineke Cahile bedew du zara pêşa wê girtibûn, ew jî hatibû pirsa mêrê xwe dikir, lê şerm dikir xeberda hêdîka digote jineke pîr:
- Bêje, ez bextê wedame, we ezîzê kurê Sûto nedîtîye? ... |