XEBERA QENCÎNANÎÊ
Eva berevoka hana, wekî hîmlî ruk û derbazkirina cmaeta me dide kivşê, ayhay hela temam nîne.
Nvîskar û tarîqzanêd cmaeta ermenîyaye cînarê kal û bavê ji destpêkirina nvîsara xwe heta roja îroyîn derheqa kurdada gelekî nvîsîne. Îro hergê em nvîsarêd wane çuk û mezin gişkî berevî ser hevdu bikin, end cildê jê çêbin, tiştek, wekî vê demê ji qewata me dere, -şumulê slsiletane.
Me di vê berevokêda, ya ku cêrbandina pêşine, çîkirine ew efrandine bedewîê, ê ku bi teamya serecema xweva ji emrê kurdane, bi çapa xwe ne aqa mezin û bi fkira xwe obêktîve-rastin. Nvîskarêd ermenyaye cmaethiz geleke wana çûne nava kurdêd cînar, bûne mêvan: hinik ji wan kurdî zanibûne û zanin. Ewana rabun-rûniştandina kurda, xeyset û merîfeta wane efrandarîê rind fem kirine û nas kirine. Ji cmaeta xebatkar hizkirine, pêra şa bûne û halê wêy çetinda berxweketine. Ew hemû bi qelpekî qenc, bi dilekî-agirî alav bi nvîsarî gotine, efrandine usa rokirine, wekî di nava bera lîtêratura ermenyaye kevne-tezeda cîê xweye laîq girtine û têne kivşê; Glîkî, ew usa hatine efrandinê, çawa ku yekî şîrhelalî pêşewetî rabe derheqa cmaeta xweda binvîse. Lema jî nvîsarêd wan nvîskara gelekî nêzîkî dengê dilê mene-têne hizkirinê, xwendinê û bîranînê. Vê derecêda em dikarin bîr bînin nvîsara Xaçatûr Abovyanê cmaethizî-nemirî bi navê “Kurdiî” (Kurd), ya ku yazix, hela hê bi zmanê me nehatîye tercmekirinê.
Efrandinêd vê berevokê me bi hizkirina dil ji nava bedewnvîsara cmaeta Ermenyane bra bjart, navê wê “Destegul” danî û bi wê hizkirinê jî îkramî xwendevanêd xwe dikin.
H. Cindî
Xaçatur Abovyan (1805-1848)
Kurd (çend gotin)
Poezya cmaeta kurda ghîştîye dereceke usa blind, ku meriv bi pêşdaçûyîna wê şaş û metel dimîne. Her kurdek, heta her jineke kurd jî esil bi ruhê xweva poête. Alîê tiştberxwe derxistinêda kemal , merîfeta wan her yekî jî pire, lê, hilbet wê tiştekî pêkenandinê bûya, wekî me ji cmaeteke koçer bixwesta, ku ewê şuxulêd şaîrêye tam-temam, şikilêd bedewetîê û hevanîna kêlmêye rind biefranda. Ew gelekî sade û xeberzelal distirên derheqa gelî-gebozêd xweda ... |