HEY LO BAVO
Hey lo, bavo, hey lo, hey lo, lo! Bolşêvîk ko-kom rabûn zû syar bûn, Beyraqê sore destê wanda bûn; Çûn pêşya dijmin, wekî alt bikin Bona dewleteke teze çêbikin.
Hey lo, bavo, hey lo, hey lo, lo! Alîkî dune Lenîn pencre da, Alîkî jî şagrtê wî Stalîn, Hevra avîtin ser koçka padşa, Wekî textê wî bikine wêran.
Hey lo, bavo, hey lo, hey lo, lo! Lênîn û stalîn wa gotin hevra: Bese xebatçî nbirçî bimîne, Bese miftexur keda wî bixwe, Dunê û xwelî îda ê mene.
Hey lo, bavo, hey lo, hey lo, lo! Dengê wan mina ewrê nîsavê Bela bû ji her perê dunyaê Pale û gundi dane pey wana, Altkirin zulmkar, danîn dîwana xwe.
..... |