HECIYE CINDÎ
Destebirak
« Herge serhatya min dipirsî, ew gelekî dirêje, gereke bînim bîra xwe berxvanî û şivanya xwe û gele-gele tiştêd dinê. Yekê jî : Minra dest nade, wekî ez bi xwe bêjim, lê tu were ezê dereqa hevalekî xwe tera gilî bikim paşê aqilê te çawa dibire, usa jî bike », - bi vî teherî xeberdana xwe dest pêkir rêwîê hevalê min.
- Ez diçûm Elegezê, gundêd kurmancaye teze ; min dixast dîsa binivîsya dereqa kolxoza da, çika çiqa pêşda çûne, çika çiqa û çiqa kadir pêşda hatine, çika jina kurmanca azabûî pêşdaçûnnê çawa dest anîne, çika û hezr çikaê dinê …
Çyaê Elebezê pêşberî mebû ; xanê dikirin belekêd berfê, h’ewasa mêriv bi wanara dihat. Roje sayî bû û xweş. Erê cimaetê gotîye : « Roja…
|