KULFETÊ ME, ZAROTÎYA MIN
Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla hesinîya bû. Diçû ber dewarê xelqê li qeza Surmelîê, berê ew qeza tev Welatê Rewanê bû. Wextê jina wîye pêşin mir, ewî herdu kurê xwe : Dewrêş û Biro hildan û ji qeza Surmelîê derket, lêda çû, îdarê wî li wêderê nedibû. Şemo rêda gele çetinî dîtin, çimku barbirê wî tunebû, ewî herdu kurê xwe hildigirtin, yek dida pişta xwe, ê din jî dida ber dilê xwe. Biro wî çaxî sê salî bû, lê Dewrêş hê du salî bû. Qet tiştekî wî idî tunebû, xênji lihêfeke kevn.
Rêda, gava terî dikete erdê, Şemo xwe dida ber dîwara û qefê zinara. Alîkî lihêfê bin zarara dikir, alîê dinê jî davîte ser wan, wekî zar serma nekin. Xwe jî bi kincê xweva radiza. Rojêd hewa sar bûya, Şemo sibê … |