PÊŞXEBER
Edebîyeta bedewetîêye eynsî berê paşêda xwe daye “erafê meydanê” çawa curekî ceribandina xwenaskirinê û xweqîmetkirinê. Demek, her cimaetek bi za, deng û rengê xwexwetîêva ser dika terîqê disekine û dicedîne-dilezîne fênomêna heyetîya xweye veşartî duharke. Hilbet, ew yeka “berbirîbûna” qewlaye serte berkra girêdaye, çika ew yekê çiqasî û bi çi teherî bibe îzbatîyta medenîyetîê. Qewla cimaeta kurdaye qedîmîra “nemamtî” kirin. Nav wedê û mezîlêda pîrepîrebûna wêye bedbext bi çapeke mezin terkeke terkî li perwaza medenîyet û edebîyeta wêye tomerî xist. Û îro sifetê “têmîêramênt” – emrê cimaeta kurdayî edebîyetê û medenîetêyî tomerî her tenê bi hesabhildana anomalîaê psîxologîê, bîr-bawerîê û etîkîêva dikare bê tamkirinê. Wekî mayîn gotî, cimaeta kurda heta niha nav “organîzmeke” medenîyetêda xwe nade kivşê. Vê derecêda ew lokalîzasîaêd qewmandin-parêd îmanênte “avtonom” dîhar dike. Raste, van axirîya pirî-hindikî “çûyîn-hatina” xun-qinêtîê heye orta wan parade, carna bîranînêd medenyetê-efrandarîêye genetîkîê “hişyar” dibin … |