La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bahara teze - III


Auteurs : |
Éditeur : Sovêtakan grog Date & Lieu : 1984, Êrêvan
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 130x200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kc. Res. Bah. (3) N° 167Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bahara teze - III

Versions

Bahara teze - III

Mîkaêlê Reşîd,
Karlênê Çaçanî

Neşireta Sovêtakan Grog

Vê berevokêda sê itêb hatine çapkirine-poema
Saîdê Îbo “Cewar” şer û poemê Fêrîkê Ûsiv û
Şêrê Tosinê Reşît. Xênji wan berevokêda serhatî,
şêr û tercmê nivîskarê meye mayîn neşir bûne.



HECÎÊ CINDÎ

Gulbihar

Şeva buhurî, gava kew kete sibê, zarok hate dine û qîjîna wê ewlin bi şîrinayî kete guhê dayka cahil. Dilê dê wî dengîra bi hesandineke teze tijî bû, wekî heta wî çaxî li wê tesele nobûbû û ji wê gave ew bû dê, inik. Dya cahil; Kewê, ew der geze fêm kir, dill ê baristan bû û serê xwe hêdîka hilbirandina daykêye pêşin, di wêda gelo çiqa hizkirin û şewat hebû, çiqa agir û alav. Nihêrî, nihêrî û li ser hinarêd rûê wê beşereke xweş teysî û derbaz bû. Û şeva bêxew ji bîra wê çû, dewsa wê zarê girt kulîlka wê, siba teze … Wê şûnda te hew digo dayka bûkîn kete nava xewnezêra, temijî. Lê da, Kewê hişyar bû û wê emanê bi xîyalê xwe çû heylo gihîşte wî zilamê xemkêş, kîjan dîsa wê şeva hîveron xew neketibû çeva û ew bi xwe jî, bi fikirê xwe li cem wê bû, li ber serê wê û agile wîra hezar û yek fikir dihatin, dihêrîn, paşê mina dibûn, çawa xewnek ji xewna şeva.

Zeydo, usa bû nave wî zilamî, wê berbanga sibê îda bûbû bav û ewî jî tê derxist, wekî dina ew nine, çi ku duh, yanê pêr û betir pêr bû. Guhastina teze ketibû nava emirê wî û ji hêbeta û bêsebirîê careke dine jî hejmarêd têlê berev kir, bi dilê kelijî, dîsa got: “Alo”, dîsa kirk u bêje: “bibaxşînin da wî: “Kewê aza bû, qîzek tera bû, “ Zeydo deqekê tevî hev bû, paşê razîbûna dilê xwe doxtira mizgîndapêra got û hêja bi dilekî hêsa destika têlêfonê danî dewsê. Kirk u serê xwe dayne, lê xew jê revî bû. Siba maha gula vedibû û pencêd roêye zerzeriqî îdî xwe avîtbûne ser çyayêd  pêşber …




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues