La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Feqiyê Teyran : Jiyan, Berhem û Helbestên wî


Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2003, İstanbul
Préface : Pages : 382
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sad. Feq. N° 5142Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Feqiyê Teyran : Jiyan, Berhem û Helbestên wî

Feqiyê Teyran : Jiyan, Berhem û Helbestên wî

M. Xalid Sadînî

Nûbihar

Feqiyê Teyran hozanvanekî Kurd ê kevnare ye.
Ew yek ji wan hozanvanên kevintirîn e yên ku bi zimanê Kurdî helbest nivîsîne. Helbestvan, feylesof, çîroknivîs û destannivîsekî bêhempa ye di dîroka wêjeya Kurdî de.
Navê wî, ji biçûk û mezinan ta pîr û kalan, ji xortan ta jin û zarokan di nav xelkê de belav e. Di nav Kurdan de bi nav û deng e.
Çendan ku navê wî tête zanîn jî, Feqiyê Teyran ta niha baş û têr nehatiye naskirin. Berhemên wî tev nehatine komkirin ku rewşenbîr û xwendevanên Kurd fêdeyek baş ji vî qedirbilindê pirçak bibînin. Xwendevanên Kurd ta vê demê jî çêja/ta’ma helbesta wî ta’m nekirine. Lewra gelek ji wan winda ne û me hay ji wan nîn e. Herçendî, ku carcaran li hinek derdoran çend helbest û destanên wî hatibine komkirin û çapkirin jî tevahiya berkarên wî ta niha jî nehatine berhevkirin.



PÊŞGOTIN

Bi rastî divê ez berî her tiştî bêjim ku li ser mêjûya wêjeya kurdî xebateke wiha ne karê mirovekî wekî min e. Nema-ze ez di girtîgehê de, ji spartek û çavkaniyan dûr û her lehze-yê di bin gefek mezin de bim. Lewra kesê girtî çawa ku nika-re bi dilê xwe ji bo xwe spartek û çavkaniyan bi dest bixe, her wisa nizane ku kanê dê kîjan saetê çi bibe, dê kengî desthilat-darên girtîgehê wî surgun bikin, bikutin, an wî tecrît bikin. Ji ber hinde jî, ji hemî kesan, mirovên girtî di nav nepeni-yek/tarîtiyek mezin de jiyana xwe diborînin. Lê çendan nerê-niyên girtîgehan hebin jî, erênî/misbet jî henin. Wek firseta xwendinê. Li girtîgehê firseta xwendinê pir e. Kesê bixwaze bixwîne wexta wî heye. Lê vê carê jî pirsên “ez çi bixwînim?”, “ez çi binivîsim” dibin pirsgirêkên giring li pêşiya meriv. Lew-ra di her babetekî jiyanê de —ramyarî dibe, civakî dibe— pir-tûk hene. Lê pirtûk çend pir in jî li ser babetên kurdan kêm in. Li ser wêjeya kurdî, mêjûya kurdî, çanda kurdî û hwd. pir-tûk û çavkanî kêm in. Sedemê kêmbûna pirtûkên kurdî jî ew e ku girtiyên azadiyê, xebata xwe bi giranî danîne ser siyasetê û fikra siyasî. Ji ber vê jî pirtûkên siyasî zêde ne, lê yên wêjeyî û hunerî kêm in. Nemaze di derbareyî wêjeya kurdî de pirtûk kêm in û bi dest nakevin. Vêca eger mirov bixwaze ku lêkolîn û lêgerînekê di vê babetê de bike, pêwîst e meriv bi xwe çav-kaniyan ji bo xwe peyda bike, bide anîn.

Lê çendan ku çavkanî kêm bin yan nebin jî eger sebr û se-bat hebe, belkî mirov negihêje armanca xwe lê mirov dê nêzî-kî wê armancê bibe. Dibe ku di xebata xwe de ez jî negihaş-tibim armanca xwe ya dilxwaz, lê ez nêzîk bûm. Hêviya min ew e ku bi alîkariya dostan ez dê di demek nêzîk de bigihîme armanca xwe ya dilxwaz jî.

Armanca min çi ye?
Bersiva vê pirsê ji bo min hem besît e û hem jî zor e. Besît e, lewra ez dixwazim bigihême jiyana hozanvanên kurd ên klasîk. Wek Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Herî-rî, Bateyî, Perto, Teremuxî û hwd. Dîwanên wan, helbestên wan peyda bikim, tiştên li ser jiyana wan hatine nivîsîn peyda bikim. Helbestên wan ên belawela di pirtûkan de, di antolojî û kovaran de hatine weşandin ji herçar aliyê Kurdistanê ber-hev bikim. Wan heibestan berhev bikim, bitûjînim û dîwanên wan kenkenên wêjeya kurdî amade bikim. Ev armanca min e, pêywîra min. Zor e, lewra ez di zîndanê de me, destê min kurt e, dengê min ji dîwarên zîndanê nabore. Dergehên hesinî rê nadin min ku ez xwe bighînim her tiştê li ser wêjeya kurdî ha-tiye nivîsînê. Mixabin kesekê alîkariya min bike jî nîn e ku pir-tûkên ez dixwazim ji min re bişîne ku ez vî demê xwe yê dûr û dirêj û berfireh di xizmeta zimanê gelê xwe de baş bibihurî-nim. Lê min lingê şeytan şikand û min pêngava yekem di rêza mêjûya wêjeya kurdî de avêt. Ew jî “Feqiyê Teyran” e. Eva ku di destê we de ye.

Ev xebata di destê we de dê du cild be. Cildê yekem ev e. Ê duwê di rê de ye. Li pêşiya cildê duwê xebata min a li ser Melayê Cizîrî nîvî maye divê temam bikim. “Feqiyê Teyran 1” ji du beşan pêk hatiye. Beşê yekem lêkolîna min a li ser jiyana Feqiyê Teyran e. Di dawiya vê beşê de jî çend çîrokên li ser Fe-qiyê Teyran tên gotinê min nivîsîne. Beşê duwem 25 helbes-tên Feqiyê Teyran in. Gelek ji wan li ber hev hatine hevberki-rin. Ji bo vê hevberkirinê xebata Seîd Dêreşî û Pêzanê Elîxan -Dîwana Feqiyê Teyran- rêberiya min kiriye. Rastî dema pê-şîn ev pirtûka navborî bi dest min keft, min xwest ku ez wê pirtûkê transkirîbeyî tîpên latînî bikim û wisa bidim weşan-xanekê ku çap bikin. Lê piştî min ew transkirîbe kir, ez li dû çend çavkaniyên din geriyam û min peyda kirin. Min lêgerî-na xwe li ser xîmên pirtûka navborî ava kirin, di dawiyê de min dît ku xebata min di nav wê pirtûkê de cih nabe. Divê ez wê û ya xwe tevîhev kim. Min jî wisa kir. Dawiyê ev pirtûka di destê we de jê derket.

Lê divê ez spasguzariya wan kesan bikim ku xemek zêde xwarine û ev helbestên Feqiyê Teyran ji destnivîsan, ji zarde-vê xelkê wergirtine û di kovaran, pirtûkan de weşandine ku mirovek wekî min destteng û destkurt jî gehiştiyê. Ev kesên ev kar kirine, di babetê “Jêderê Van Helbestan” de bi berfire-hî hatine diyarkirin û li ser xebat û pirtûkên wan baş hatiye vekirin. Hewce nîne ez li vir tevan bijmêrim. Dîsa ez spasgu-zariya wan kesan dikim ku ev pirtûk ji bo min şandine. Pêşi-yê alîkariya babê min ji bo min kiriye tu car nayête jibîrkirin. Lewra pirtûkên li Başûr hatine çapkirin wî bo min şandine. Herwisa Mamosta Zeynelabidîn Zinar jî alîkariyek mezin ki-riye û gelek xebatên xwe ji min re şandine. Ji bo tevan spas dikim.

Herkesê di zindanê de mabe an jî pêwendiyek digel zînda-nê hebe dizane ku xebatên di zîndanê de têne kirin, xebatên kollektîv in. Gelek hevalan di vê xebata min de alîkariya min kiriye. Ez ji tevan re spas dikim. Nemaze hevalê Cemîl bi her awayî gelek alîkariya min kiriye spasguzariya wî dikim.

Hêviya min ew e ev kar û xebata min bi dilê we be. Ez ba-wer dikim ku em dest bidin hev, em dikarin gelek tiştên baş bi-kin. Ev karê minê yekem e. Dizanim ez gelek ecemî me. Xele-tî, çewtiyên min pir in. Li hêviya bexşandin û rexneyên we me.
Ji vê zîndana teng û tarî, ji bo hemî xwendevanan azadî û serfiraziyê dixwazim. Ligel silavên germ....

15. 12. 1995 M.
Xalid Sadînî
Girtîgeha Bursa

Pêşgotina Çapa Duyem

Pêwîst e berî her tiştî bêjim ku, bi nivisîna van rêzan hem ez keyfxweş û xweşhal im, lê bi aliyê din ve jî xemgîn im.

Xemgîniya min ew e ku bo çi piştî evçend salên dirêj ez vê dinivisînim. Lewra min hizir dikir ku qet nebe dê Feqiyê Tey-ranê me salê carekê çapekê bike. Ji ber ku çapa yekemîn hezar û pênsed lib bûn û diviya ku di demekî pir kurt/kin de qedi-yaba. Lêbelê ji ber em ku bi rewşa gelê xwe, bi rewşa kamba-xiya zimanê me di nav de ye dizanin, em gelek xemgîn nebin. Lewra hebû ku yên çapbûyî jî mabane di destê me de. Ji ber hindê jî ez ji aliyekê ve jî xweşhal im. Heke piştî du-sê salan be jî, îro ez dikarim çend gotinekan li ser çapa duyemîna Fe-qiyê Teyran bikim.

Heyf û mixabin e ku di vê çapa duyemîn de em nikarin zê-dehiyeke zêde li vê xebata xwe bikin. Bi ser de, emê şê’ra “Me-layê Bateyî Kanê?” jê derxin. Lewra her wekî me di Kovara Nûbihar, cild 8 sal 10. he. 87, zivixtan 2002, rupel 53-54 de ni-visî, îro qene’eteka baş bo me hasil bûye ku ev helbesta, a Me-la Hisênê Bateyî ye. Eger Xwedê destûr bide emê behsa vê hel-bestê bo xebata li ser Bateyî bihêlin...

Ji aliyê din ve, çendan ku ev heşt helbest; “Dengbêjê Jaran î”; “Feqiyê Teyran û Dilber”; “Feqê Teyran û Quling” û “Feqê Teyran û Roj” ne ji destnivîs û rivayetan bibawer geheştibine destên me jî em dîsa jê dernayêxin. Ji ber ku ev helbeste ji zar-devê xelkê hatine girtin û li devera Sovyetistanê û li Ewrûpa helbestên Teyran hatine jimartin û têne xwandin. Bila heta rojekê em dikarin “DlWANA FEQÎYÊ TEYRAN” amade bi-kin, di van cur pirtûkan de cih bigirin.

Me li vê çapê “Zembîlfiroş”a Teyran zêde kiriye. Ev helbes-te di Kovara War, hejmara 4an de hatibû weşandin. Çîroka vê helbestê di dawiya mijara “Jêderên Van Helbestan” de heye...
Xebat ji me ye alîkarî ji Yezdan e.

Hekkarî, 24 Kanûna Pêşîn 2002
M. Xalid Sadinî

Jiyana Feqiyê Teyran

Feqiyê Teyran hozanvanekî kurd ê kevnare ye. Ew yek ji wan hozanvanên kevintirîn e yên ku bi zimanê kurdî hel-best nivîsîne. Helbestvan, feylesof, çîroknivîs û destannivîseki bêhempa ye di dîroka wêjeya kurdî de.

Navê wî ji biçûk û mezinan ta pîr û kalan, ji gênc û xortan ta jin û zarokan di nav xelkê de belav e û tev jî dizanin. Di nav kurdan de bi nav û deng e. Heyf û mixabin çendan ku navê wî tête zanîn jî, Feqiyê Teyran ta niha jî, baş û têr nehatiye naski-rin. Berhemên wî tev nehatine komkirin ku rewşenbîr û xwen-devanên kurd fêdeyek baş ji vî bilîmetê/qedirbilindê pirçak bi-bînin. Xwedevanên kurd ta vê demê jî çêja/tama helbesta wî tam nekirine. Helbest, hozan, xezel, çîrokên wî hê jî ronahiyek nedane rewşenbîriya gelê me. Lewra gelek ji wan winda ne û me hay ji wan nîn e. Herçenda ku carcaran li hinek derdoran çend helbest û destanên wî hatibine komkirin û çapkirin jî te-vahiya berkarê wî ta niha nehatiye berhevkirin. Ez di wê bawe-riyê de me ku ji niha û bi wê de jî berhemên Feqiyê Teyran bi …




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues