La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Destanên Kurdî


Auteurs : Multimedia |
Éditeur : Weqfa Kurdî ya Kulturî Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 184
Traduction : ISBN : 975-6282 -30-4
Langue : KurdeFormat : 160x230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Zil. Des. N° 5141Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Destanên Kurdî

Destanên Kurdî

Reşo Zîlan,
Serdar Roşan

Weqfa Kurdî


Ev pirtûk bi alîkarîya SIDAyê (Swedish International Development Cooperation Agency), Dezgeha Swêdîya ji bo Pêşdebirin û Hevkarîya Navneteweyî, ji alîyê Weqfa Kurdîya Kulturî li Stockholmê ve wek proje hatîye bi rêk xistin. Proje bi xwe wek zincîreyekê ji 28 pirtûkên kurdî pêk têt ku hin; wan bi zaravayê kurmancî û hin jî bi zaravayê zazakî (kirdkî, dimilî) ne.
Ew pirtûk û herweha hemû pirtûkên vê projeyê ji alîyê Weqfa Kulturîya Kurdî li Stockholmê û Enstîtuya Kurdîya Stembolê ve bê pere tên belav kirin.
Bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse!


TÊBINÎ

Di amadekirina van destanan de me ji berhevokên Hecîyê Cin-dî, Celîlê Celîl, Ordixanê Celîl, Albert Socin û Eugen Prym û herweha ji stranên hin dengbêjên kurdan îstîfade kir. Em ber-hem û keda wan bi çavekî bilind dinirxînin û spasdarîyeke ji dil û can pêşkêşî wan dikin.

Sîyabendê Silîvî û Xecê

Hebû tune bû, bi navê Ahmed û Mihemed du birayên hev hebûn. Jina Ahmed bi zarok bû. Şeş mehên wê qedîyan, Ahmed mir. Neh meh û neh rojên wê qedîyan, Xwedê kurek da wê, navê wî danîn Sîyabend.
Du salên kurik qedîyan, bila hûn xweş bin, dêya kurik jî mir. îcar hingê jinapa wî rabû ew di pêsîra xwe de kişand, kir pêsikanê xwe. Hem ap û hem jî jinapa wî pir ji wî hez kirin.
Gotin:
- Êdî ev ji me re bû kur.
Gundê Silîva sed û pêncî mal bûn, dema hilbijartina muxtarê gund hatibû; gundîyan got, em kî bikin muxtarê gund, kî nekin muxtar. Di nav xwe de gotin ji Mihemed pê ve di dinyayê de kesekî qenc tune ye. Zilamekî feqîr e, pir bi rehm e, em ê wî ji xwe re bikin muxtarê gund. Mihemedê apê wî kirin muxtar. Wî qedirê gundîyan pir zanibû, gundîyan jî qedirê wî zanibû.
Sîyabend kurekî pir delal bû, lê di emrê Xwedê de serê wî Gurrî bû û ji lewra jî navê wî ma Gurrî.
Emirê Gurrî bû diwazdeh salî, Gurrî û zarok diçûn bênderan û ji xwe re dilîstin. Gurrî şemaq li zarokan dida, sawa xwe dixist dilê zarokên gund. Zarok her gava ku çav bi Gurrî diketin, ditirsîyan û ji tirsa wî dilerizîn.
Gurrî ji wan re got:
- Gelî zarokan!
Gotin:
- Belê, kerem bike!
Got:
- Apê min Mihemed, muxtarê bavê we ye, ez jî muxtarê we me. Ji îro û pê ve, her gava ku em herine çolê, divê kesek ji we destvala neyê, hûn ê hêk û ji mirîşkan bînin. Em ê li çolê bipêjin, bixwin, kêfa xwe bikin, dinya çawa çûye, bila wisan here.
Zarok jê tirsîyan, ne hêk bi gundîyan ve hiştin, ne jî mirîşk. Dêya wan, bavê wan bi wan hesîyan ku ev hêk û ev mirîşk bi kû ve diçin, digihîjine kê.
Rojekê ji rojên Xwedê, gundî tev çûne oda apê wî û gilîyê Gurrî li ba apê Gurrî kirin.
Gotin:
- Êdî di destê te û kurê te de îdare nabe. Eger hûn weha bikin, em ê te ji muxtarîyê derînin. Tu muxtarê me yî, îcar çi heqê birazîyê te heye, ku wisa li serê zarokên me dike, ne hêk û ne jî mirîşk bi me ve hîştine. Tu wî ji gund dertînî, derîne, ku tu dernaînî, em ê ha vê gavê te ji muxtarîyê daxînin.
Apê Gurrî got:
-Bi Xwedê, ez bi mesela Gurrî nehesîyame, eger Gurrî bi rastî jî weha wek we gotî be, bi Xwedê, Gurrî ji vir û pê ve hew dikare li mala min nanekî bixwe û avekê vexwe. Ez ê Gurrî ji malê biqewitînim.
Êvarê wî şemaqek li Gurrî da û jê re got:
- Lawo, destê min naçe ez te bikujim, lê bizanibe ku ez gundekî bi te nadim. Tu di mala min de ji îro û pê ve hew dikarî nanekî bixwî û avekê vexwî, derkeve ji mala min.
Gurrî terka malê da û ji xwe re terkeserî dinyayê bû, çû. Tu mecala Gurrî tune bû. Gurrî çû ji xwe re kevir anîn, xanîyek li ber sergoyekî çêkir. Di xanîyê xwe de serê xwe datanî, radiza û mitale dikir.
Rojekê bihar bû, ewran kire girregirr, birûskê li dara çinarê da. Dara çinarê ji qurmê ve rakir, toz û dûman ji qurma darê hilatin. Bi emrê Xwedê, şîşa birûskê di darê de sekinî. Gurrî ji xanî derket, çû ser …




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues