ÇEND GOTINÊN PÊWÎST
Mijarên vê berhevokê (Stêrên Welatê Qedexe), di çax û demên têvel de hatine nivîsandin. Her stêrek li gor ronahiya xwe xeber dide û li gor navê her stêrekê min derfet daye ronahiya wî.. Ez kêfxweş dibim ku xwendevanên zimanê kurdî li ber ronahiya van stêran ber xwe bibînin û rêçikên durist di pêvajoya xebata rewşenbîriya kurdî de ji xwe re bibijêrin û her wiha xwe ji xebatê bê par nehêlin. Her yek ji rex xwe ve kevirekî di avaniya rewşenbîriya kurdî de deyne.. Bela serboriya van stêran ji me re bibe navtêdan, dehifdan û sorkirin ber bi parastina ziman û rewşenbîriya kurdî ve...
Konê Reş Qamişlo
Cegerxwînê Hesarî 1903 – 1984
Di sed saliya Cegerxwîn de ez li Amedê bûm Li ser daxwaza Enistîtuya Kurdî a Stenbolê, di roja 20/09/2003an de, min berê xwe da Amedê (Diyarbekirê), û di roja 21-22 an de bi xelkên Ameda şewitî re min beşdarî di 100 saliya zayîna helbestvanê Kurdî gewre Cegerxwînê Hesarî de kir. Û min wiha got: Amedê!
Te çi dîtiye û çi nedîtiye ? Amedê! xwezî lat û berên beden û keleha te biaxifyana, ew tiştên ku dîtine ji me re bigotina; xwezî ava çemç Dicle, seyrangehên Feqehê Teyran şanî me daba; xwezî keleha xwînê mukir bihata, bê çendî mirov di bin lat û zinarên wê de derbas bûne. Erê Amedê!
Ji berîya Mêrdînê, min qesda navê te kirîye , ji Qamişloka evînê, min xwe avêtiye hembêza te û min gelek serpêhatiyên li ser peravên çemê Ceqceq, di bêrîkên xwe de ji te re anîne.. Erê amedê !
Li ser daxwaza Melayê Cizîrî û (Selma), li ser daxwaza Ehmedê Xanî û (Mem û Zînê), li ser daxwaza Feqehê Teyran û ava (Dicle), li ser daxwaza Mîr Celadet Bedirxan û (Hawar) a wî, li ser daxwaza Edîb Karahan û kovar (Dicle - Ferat), li ser daxwaza Mûsa Enter û (Birîna Reş) li ser daxwaza Osman Sebrî û (Derdên me) û li ser daxwaza Cegerxwînê Hesarî û (Kîme ez):
Kîme ez!
Ez im rojhilat Tev birc û kelat Tev bajar û gund Tev zinar û lat Bejin bilindim T / Wek dêw bilindim Ez dest dirêjim Serbest dibêjim Dixwazim bi lez Gavan bavêjim Kîme ez.. kîme ez... |