La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Osman Sebrî: Jînenîgarî, nivîs û helbestên nû


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2017, Qamişli
Préface : Pages : 134
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Res. Osm. N° 4989Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Osman Sebrî: Jînenîgarî, nivîs û helbestên nû

Osman Sebrî

Konê Reş


Compt d’auteur


Osman Sebrî navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Wek; têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin. Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye. Gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin, sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye. Wek dîdevanekî bû ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re.
Di navbera salên 1926'an û 1971'ê de, anku di navbera (45) salan de (18) caran hatiye girtin û zindankirin. Anku di (88) biharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye. Di sala 1971'ê de, ji nû li mala xwe a li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye û ewe yê ku gotiye:

Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gore
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.



PÊŞGOTINEK PÊDIVÎ

Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çênabin. Dibe ku di nav miletekî de, nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê ji wî nifşî de, derbas neke.. Ew nifiş stewir bimîne. Û dlbe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin..

Gel jî, mirovên ne leheng nake leheng. Eger teraziya dîrokê gel be, teraziya gel jî, ji zêr e. Gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn, lehengên xwe dibijêre, navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan, jêre dibe dîrok.

Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bêjim; ewên ku navê wan di huşê her kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin, ewên ku di zindanan de, di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane..

Lê wek nimûne, ez Osman Sebrî wek lehengekî ji lehengên gelê xwe dibînim û kêfxweşim ku ez vê kurtejiyana wî, wek wefadarî di 60 saliya damezirandina Al-Partî (PDKS) de ji xwendevanên zimanê kurdî re pêşkêş bikim.

Gelo! Kî bû ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim?
Osman Sebrî navekî sereke û belû ye di nav tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de li Suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Navê wî di tevayî Kurdistanê de wek; têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin. Ji mafê wî û zarokên me ye ku em wî bi bîr bînin, da ku nifşên nû ji nêzîk ve wî nas bikin.

Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye... Ji destpêka xortaniya xwe ve û ta rojên dawî ji temenê xwe. Anku di 88 buharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwe daye û ranewestiya ye..

Ew jî li ser vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên Kurdistanê ve hatiye girtin û sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye.

Wek dîdevanekî bû ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re. Di vê şoreşê de, dû apên wî bi tewana beşdarbûna şoreşê li Amedê hatine bidarvekirin. Ew jî bi gunehê şoreşê dû caran hatiye girtin û zindankirin... Di sala 1930'î de, piştî ku binxetî Sûriyê bûye, xwe li mîrekên hoza Berazan girtiye û bûye endamek ji endamên komela Xoybûnê û wiha beşdarî di şoreşa Agrî de kiriye. Piştî herifandina şoreşa Araratê berê xwe daye Kurdistana Başûr ku navbera Barzaniyan û Berzenciyan xweş bike, lê mixabin li wir jî, tev hewildanên wî beravêtî derketine.. Di navbera salên 1926'an û 1971'ê de, anku di navbera (45) salan de (18) caran hatiye girtin û zindankirin.

Ew girtin di navbera rojan, mehan û salan de bûn.
Yekemîn car di sala 1926'an de li Amedê hatiye gitin û cezê xwe di zindana Denzlî de derbaskiriye ta bihara 1928'an. Di payêza 1928'an de careke din, di gel 26 axayên kurdan bi gunehê ku karê xwe û şoreşekê dikin, hatiye girtin.. Piştî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye berdan.. Li îraqê jî dû caran hatiye girtin, carekê ji zindana Mûsilê reviya ye, cara din karbidestên îngilîzan ew spartine hikûmeta Fransî ya ku sûriya dagirkiribû, wan jî ew xistine bin rûniştina zorê de li Şamê, wek tevayî endamên komela Xoybûnê..

Di sala 1935'an de dû caran li Libnanê hatiye girtin û di eynê salê de ew sirgûnî girava Madegeşkar, li Afrîqiya kirine û salekê lê maye ..
Li Sûriyê 12 caran hatiye girtin, cara paşîn sal û nîvekê di zindana Kelehê de li Şamê razaye, piştî ku vê carê ji zindanê hatiye der, di sala 1971'ê de, êdî ji nû li mala xwe a li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye û ewe yê ku gotiye:

Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.

Konê Reş
Qamişlo, Gulana 2017

Lehengek ji Welatê Min
Osman Sebrî

Di destpêka çerxê bîstan de, hoza (Mirdêsan) bi serokatiya Sebrî Axa di nav quntarên çiyayê (Bêllî: Nemrûd) de, ji sedê salan ve dijîya.
Ew çiyayê ku dikeve navbera bajarên Malatiya, Orfa, Siwêrek û Adîyemanê de; gundê (Narincê û Xêştûrê) ji vê hozê re wek paytextekê dihatin naskirin, çiko cihê rûniştina axayê wan Sebrî Axa …

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues