La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nameyek ji gorê


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2017, Qamişlo
Préface : Pages : 122
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 1450x190 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ism. Nam. N° 4986Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nameyek ji gorê

Nameyek ji gorê

Abbas Ismaîl

Compt d’auteur

Xwendevanê hêja! Hûn dipirsin êz kî me?
Ez kurê Kaşî û Kûtiya me; ew ên ku cerdên Babiliyan ji ser çiyayên xwe vedigerandin.
Ez torinê Hûrî - Mîtaniya me; ew ên ku cerd û artêşên Fir'ewnên Misrê dişikandin.
Ez kuramê Mîdiya me; ew qehremanên ku Impiratoriya Aşûriyan herifandin.
Ez pismamê Yûsif (Selahiddîn)im; ewê ku islam ji Çalê derxist, lê mixabin, misilmanan welatê wî li hev par kirin, ew xapandin.
Ez hizyarê serokê hêja Barzanî me; ew ê ku hêzên Seddamê hov dirûxandin. Ew ê ku lingerên welatekî aza ji me re çandin.



PÊŞGOTINEK

Bi xwendina van "çîrokan"re, du hest bi min re peyde bûn; yek jê kêfxweşî bû, ku mamoste Abbsa pala xwe daye dîrokê, û çîroka xwe li ser ava kiriye, û di vir de girêdana wî ya xurt û hezkirî, bi dîroka miletê wî / me yê Kurd ve xweş diyar dibe. Bi hûrbînî li dîrokê vegeriyaye, û pirr tiştin balkêş jê hilbijartine, weke pisporekî jêhatî û pêkhatî di girekî kevnar de kar bike, vepixêre, û bi nermayî bikole, da ku ziyanê negihîne wan şûnmayên nirxdar, û hêdî hêdî tozê ji ser bide alî, çi di dîroka kevn de û çi di ya nû de. Yê din ew bû ku M. Abbas carna xwe jibîr kiriye ku çîrokê dinivîse, û rast daye ser pişta bûyera dîrokî, gelekî bi ferehî daye ser, û ketiye nav hûrik mûrikin ku di hûnana çîrokê de pêwîstî huqasî bi wan tune.

Di çîroka "Nameyek ji gorê" de, mînakek pir spehî ber çav dike, ramanin nû, afirandeneke serbixwe peyde kiriye; ji ber rewşa aloz a miletê Kurd, û nepijirandina "miletên misilman" jê re, miletê Kurd neçar dibe ku hawara xwe bighîne lehengekî misilmanî kurdî navdar, ew jî Selahiddînê Eyyûbî ye, ku karibin dengê xwe bighînin kongirê misilmanan ê ku li Tehranê hatiye girêdan, û ji ber ku Selahiddîn li wê cîhanê ye û ti kes ji wê cîhanê venegeriyaye, radibe nameyekê ji kongir re dinivîse, dixwaze rastiyê bi tevayî û rastiya miletê xwe, bi taybetî, ji wan re berçav bike, xerabî û ziyanên ku ji bin serê wan gihane vî miletî, li ber wan radixîne. Ne tenê wiha, lê belê ji wan re dibêje: Hûn ditirsin ku Kurd careke din xurt bibin, û Qudsê vegerînin, û sendelên we ji bin we bikişînin, û we bê rûme t bikin!

Serbûriya "Bazareke siyasî" gelek ji wan kesayetiyên Ereb anîn bîra min, û ew guftûjoyên ku carê di navbera me de dibûn, çaxê ku digotin: Ma hûn Kurd çi dixwazin? Vaye em û hûn weke hevin. Em tev eynî zorê bi hev re dikêşin, eynî xweşiyê bi hev re dijîn!". Çaxê ji wan re dihat gotin: «Hema vaye hûn bi zimanê xwe dipeyivin, û yê me dibistanek tenha jî bi zimanê me nîne!», digotin: "Vaye em û hûn di eynî dibistanê de û bi eynî zi nan dixwînin bavo!!!". Lê çaxê «Yabo, ka werin, hûn dest ji zimanê Erebî berdin, û emê jî dest ji yê Kurdî, û emê bi hev re bi zimanekî din bixwînin û binivîsin, û bila ew bibe zimanê dewletê», dibihîstin, devê wan bi hustekê vedibû, û peyva "Hêêê!" bi hezar seymîşanî re, ji devê wan dişemitî!

Tiştekî din, xweş û balkêş, M. Abbas, berçav dike; ew jî taybetmendiyeke zimanê Kurdî ye. Çaxê ku serokê Sûrî Fewzî Silo, bi du şalyaran re "Elî Bozo, û Rişdî Kîxya" -hersê jî Kurd bûn- diçin Misrê û serokwezîrê Misrê pirsa wateya "Silo" dike. Fewzî lê vedigerine û dibêje: «Kurd navê Silêman biçûk û şêrîn dikin, bilêv dikin û dibêjin Silo».

Bê goman, M. Abbas di vî berhemî de, hin qurçik ronî dike, dixwaze yê xwendevan, bi xwe re, li nav pelên dîroka xwe bigerîne, êş û azarên miletê xwe berçav bike, ziyanên ku ji dilpakiya wî gihanê diyar bike, da ku ev milet karibe ji nû ve wê dîrokê bixwîne, sûdê jê bigre, dost û dijminan ji hev nasbike, û xwe ji nû ve ava bike.

Fewaz ybdê
Qamirlo 21.11.2011

Nameyek ji gore

Roja Sêşemê 8/12/1997 li bajarê Tehranê kongira islamî li darket, pêncî û pênc dewletên misilmanan beşdarî di vî kongirî de kirin, lê mixabin dewletek kurdan tunebû ji bo ku şandê wê amade bibe, her weha şêxeki kurd yan mele û zanyarekî beşdarî di vî kongirî de nekiribû, da ku êş û derdên kurdên sêwiyên misilmanan, ji wan rengmisilmanan re bibêjin, û daxwaza wan şirove bikin. Mixabin û sed mixabin, dabaşa Kurd -weke miletekî misilman- nehate zimên, lê dabaşa kurdên Ustiralya, Cawa, Bosna û Nîcîiya kete nav gengeşê, dewletên misilmanan piştgirî û alîkariya xwe ji wan re berçav kirin. Ma wê kî deng û basên Kurdan bêje; Furs yan Ereb yan Tirk? Ewan diziya gelê Kurd kirine, gencîn û qada wan li hev parkirine.

Kî xwediyê vî miletê reben û bindestê Îslamê heye? Ev miletê ku oldarî û sofîtiyê …




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues