La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Digirê: Helbest


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Brukselê Date & Lieu : 1998, Bruksel
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Abb. Dig. N° 4426Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Digirê: Helbest

Digirê: Helbest

Mihemed Abbas

Enstituya Kurdî ya Brukselê

Ev helbestên Mihemed Abbas, ji nivîskariya wî re destpêk e. Hê di destpêkê de wî xwe da nîşandan ku ew rûhê kurdî û hunerê şaîran pê re heye. Hêvî ew e ku di pêşerojê de berhemên wî ji me qut nebin.
Berî ku ez vê yekê jî bêjim naxwazim dawiya gotina xwe bînim. Dema hûn van helbestan bixwînin hûnê bibînin ku pirraniya wan gazina dûrketina ji welêt dikin. Yan jî ew li welêt e û dîsa jî xwe li dûriyê dibîne. Ango qêrîn û gazinên wî ji bo wê axa bav û kalan e. Nivîsa wî banga dîsa lêxwedîderketina milkê bavan e. Hawara wî ji bo welatê me Kurdistan e. Ew welat ku em tev jê re kirine xerîb û ew jî ji me re kirine hesret.

Mihemed Abbas, di sala 1954 de, li gundê Digirê ji Başûrê piçûkê Kurdistan e. Ew jî weke gelek bîrewerên kurd ji welatê xwe reviya û niha tev malbata xwe li Beljîka mîna penaberan djjî. Ev pirtûka wî ya yekemîn e.



PÊŞGOTIN

Gelek caran ji devê misyonerên biyanî yên li Kurdistanê geriyane tê bihîstin ku pirraniya Kurdan şaîr in. Ev gotineke di ciyê xwe de ye. Ji ber ku, her merivê kurd, çi jin çi mêr, di jiyana xwe ya rojane de bi dengekî melûl disitrê yan jî helbestan dibêje.

Gava meriv li berhemên nivîskarên Kurd dinêrê ev rastî hê zêdetir xuya dike. Pirraniya berheman ji helbestan pêk tên. Li gora bîr baweriya min ev jî serbilindiyeke Kurdan e. Bila ev xusûsiyet jî bibe malê Kurdan.

Dema Mihemed Abbas bi helbestên xwe hat û ew pêşkêşî Enstituyê kirin serbilindiyeke kurdî di rûdêna wî de xuya dikir. Ev serbilindiya wî, rûhê kurdî, hişyarbûna neteweyî di hemî helbestên wî de jî xuya ye.

Tiştê ku di helbestên Mihemed Abbas de bala min kişand jî awayê nivîsandina wî ye. Wî awayê serbest bi kar anî ye. Lê di eynî demê de jî her helbesta wî ji sitranê re amade ye. Ew jî tê wê manê ku helbestên Mihemed Abbas ewê di pêşerojê de ciyê xwe yê hêja di nava nivîsa kurdî de bistînin. Ma nayê bîra kê ku dema rehmetiyê Cigerxwîn digot “ew helbesta ku ji sitranê re ne amade be helbest nayê qebûlkirin”.

Dayikên Kurd

Ne dayka min tenê kal e
Mala wê bê min sar e
Daykên kurdan tev weke wê
Mane li ber dîwar e

Çavê wê tim li rêya min
Hêstirên wê têne xwar e
Dayka min naçe ji bîra min
Dilê min jê re şiyar e

Dayka min negirî
giryê te nayê guhê min
Hêstira ne herikîne
û xwe ne helîne ji bo min
Bûn çiya û newal
surih neqeba te û min
Weke xewnê
tim sûretê te li ber çavê min
Tê guvaştin ev dilê min
li ser te û zarokên min
Di xurxurin wek piringa hêstirên min
Dişewitîne rêçika hêstiran rûwê min
Hun her tim weha delal
Li ber çavê min

..…

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues