La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dengê Metîn û Cudî


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1993, Spanga
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 91-87730-47-2
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bot. Den. N° 3384Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dengê Metîn û Cudî

Versions:
  • [Spanga, 1993]

Dengê Metîn û Cudî

Sebrî Botanî

APEC

.....
Ji bîr nakim doza xwe
Qet naşkênim soza xwe

Şer dikim bê rawestan
Nizanim çi ye westan

Şer dikim, şer naxwazim
Welatê xwe dixwazim

Niştê min e, dêrîn e
Ber dilê min şêrîn e

Gerçî îro bindest im
Sibe ez jî serbest im
.....



TÊBINÎ

Çendek ji helbestên vê dîwanê di rojname û kovaran de hatibûn belavkirin. Bi umêda çapkirina wan jî di dîwana ”Bilûra Çiyan” de. Lê pa mixabin bi windabûna destnivîsa ”Bilûra Çiyan” re, ew hêvî jî windabû. Ji lew re me ew çend parçe jî di vê dîwanê de çapkirin. Wek hel-besta ”Gurgo were xûnê bimêj” û ”Cejna aştî” ku yên berî bîst-sih salan e... Lê yên dî hemû ji sala 1990-93 hatine hûnandin...
Dixwazim bêjim jî ku ew destnivîsa windabûyî her dîsan ji tuxmê van helbetan e.
Ji lew re gerek e bêjim ku windabûna wan ne tiştekî giring e. Lê bê guman eger peyvek tenê jî, resen û nebelavbûyî di nav de hebit, ez bi zi-yanek mezin dizanim.

Sebrî Botanî
1993 Stockholm

Êdî bes e heta evro

Men huwe ela heq gelo
Muawiye yan jî Elo?
Ev bû dersa mizgefta min
Ji wê rojê heta evro

Hem derebe Zeydo Emro
Yanî Zeydo deyna Emro
Edî herdu man biheve
Ji wê rojê heta evro

Hem qeteltum, qeteltune
Ji bil vê qet tiştek tune
Her kuştin û talan e bes
Ji wê rojê heta evro
…..




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues