EZ DIBÊJIM...
Perçebûna Kurdistanê di navbera çend dewletan de û danandina sinûran di nav cergê welatê me de, sedema jihevqetiyana gelê me ne. Sal û zeman derbas dibin û Kurd ji hev dûr û qetiyayî ma ne, heya îro gelê Kurd nikare bi diristî têkelî hev bibe û haydarî her aliyên jiyana xwe bibe. Va ye sedsaliya bîstan jî temam dibe û hîn pitir ji nîva gelê Kurd qedexekirî ye ku ew bi zimanê dayika xwe baxive! Herweha ev jihevqetyane bû sedema wê ku, gelê Kurd ne di warê siysî de rêyek û stratejîka yekbûyî ji bo gel û welatekî yekbûyî û bê perçe daniye, ne jî di warê kulturî de ji bo pêşdebirina zimanê xwe û parastina kultura netewî, zimanekê yekbûyî û standart, heta hîn alfabeyek yekbûyî jî ji xwe re ne danîye. Kurd dibêjin: "Ez çiya tu çiya golik ma bê giya"
Ango, hezar salan ez bi tîpên latînî binvîsim û tu bi tîpên erebî binvîsî, alfabêyek xweser qet ji bo zimanê kurdî çê nabe. Ger em li benda çêbûna dewletek kurdî bimînin, û rewş hosa be, dê neviyên me jî xewnan bi zimanê yekbûyi ve bînin. Gelî nivîskaran!
Nivîsandina bi du corên pîtan pişta xwendekaran şkand, ji bo ku em karibin xizmeta ziman û edebyata xwe bikin, werin her kes bi lehca xwe û devoka xwe, lê bi yek alfabe binvîsin, da ku roja çêbûna zimanê yekbûyi jî nêzîktir bibe.
Dema ku kek Şêrko Bêkes ji min xwestî ku ez hinek helbestên wî wergerînim ser tîpên latînî û bêjeyên giran şirove bikim, min ev kar bi pêwîst zanî lewma min wext dayê. Hêvîdar im hûn çavê xwe li kêmasiyan zîq nekin. Di dawîyê de sipasên xwe diyarî kek Elî li çapxana Apec tryck dikim ku karê çapkirinê danî ser milê xwe, û kek A. Tigris ku nerînên xwe li ser ferhengokê gotin.
M. Mayî Stockholm 1990
Wirtewirtê
Êware bû, Hemebiçkolî bo baxçî serî mandoy daxistibû le soçkî gorepane gewreke da le nawendî dilî Şam da le ser korsîye nizmekey xoy danîştibû peyta.. peyta wekû filçey nêwan destî destey lerrî ra ejenî Heme biçkolî aware le ber xo we be wirtewirt emey wit; Ho bazirgan! qaçit danê Ho Mamosta qaçit danê Ho Parêzer! qaçit danê
Wirtewirtê: Pisepis. Hemebiçkole: Mehemedê biçûk Soç: Quncik Gorepan: Meydan Peytapeyta: Hêdîhêdî Cestey lerrî: Laşê lawaz, zeîf Qaç: Pî, ling Parêzer: Huqoqnas. Advokat ….. |