Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Milkê evînê


Nivîskar : Multimedia
Weşan : Nûdem Tarîx & Cîh : 1995, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 108
Wergêr : ISBN : 91-88592-13-8
Ziman : KurdîEbad : 125x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 3490Mijar : Helbest

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Milkê evînê

Versions

Milkê evînê

Min milkekî heye li wê deverê
Serkaniya evîn û geş-asoya xweziyan
Karîna jiyana min
Bi rik jê dizê.
Milkekî diherike û tê
Dastan e, ji xewnan vehonandî
Milkekî difûre, belê
Gewlaz e, ji axîn û keserê
Ku hê jî "Qalûbela"
Tarîx e li enî û
nûsîn e, li bextê me.
Milkekî ji navserên li Mûnzir û Agirî
Serejêrî Xaniqînê dibe.
Gava Roj dibişire li Mahabadê
Kerresî digermijin ji kêfa
Li dolik û mesîlên di Efrînê,
Li wan berwarên Çiyayê Kurda.
Min milkekî heye ku lê
Her deq-qe
Perçeyek min
tête kuştin
di ber da
Û jê
Her deq-qe perçeyek min
ji nû va dizê.





Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar