La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîrok û Jiyan


Auteur :
Éditeur : Komal Date & Lieu : 2004, İstanbul
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN : 975-7102-07-5
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Alk. Cir. N° 3127Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîrok û Jiyan

Çîrok û Jiyan

Abbas Alkan

Komal

“...Wexta mirov bi vî şêwey li dîroka kurdî, çand û wêjeya kurdî temaşe bike, tabloyekî tarî tê ber çavê mirov û mirov mahtel dimîne ku çawa heta niha ev gel li ser lingê xwe maye, hebûna xwe parastîye? Ji alîkî din de jî, gava mirov wê tabloyê dike mêzîn û pê çanda kurdî dipîve, wê çaxê mirov dewlemendîya çand û wêjeya kurda bi awayekî vekirî dibîne, tiştê ku gelê kurd li ser linga sekinandîye û bi hebûna wî re bûye alîkar, ew tişt çand û wêjeya kurda ya dewîemend e. Her çiqasî ku gelê kurd zehmetî kişandine, di bin metoda îmha kirinê de derbas bûyîne, ziman, çand û dîroka wî hatibe qedexekirin jî, dîsa kurd ji tore û adetên xwe dûmeketine. Ev yek jî dewlemendîya çanda kurdan dide xwuya kirin...”



PÊŞGOTÎN

Ger mirov bixwaze ku bi her awayî gelekî nasbike, pêwîste ku mirov di pêşîya hei tiştî de; Çand, wêje, helbest û kilamê wî gelî di bin çavê xwe re derbas bike. Rewşa gel ya kevn û ya îroyînî bide ber hev wê çaxê mirov dikare pêşketin û lipaşmayîna wî gelî ji hevdû derxîne. Her wisa mirov dikare ku çend gotinan li ser jîyana civakîya wî gelî bibêje.

Wexta mirov bi vî şêwey li dîroka kurdî, çand û wêjeya kurdî temaşe bike, tabloyekî tarî tê ber çavê mirov û mirov mahtel dimîne ku çawa heta niha ev gel li ser linge xwe maye, hebûna xwe parastîye? Ji alîkî din de jî, gava mirov wê tabloyê dike mêzîn û pê çanda kurdî dipîve, wê çaxê mirov dewlemendîya çand û wêjeya kurda bi awayekî vekirî dibîne, tiştê ku gelê kurd li ser linga sekinandîye û bi hebûna wî re bûye alîkar, ew tişt çand û wêjeya kurda ya dewlemend e. Her çiqasî ku gelê kurd zehmetî kişandine, di bin metoda îmha kirinê de derbas bûyîne, ziman, çand û dîroka wî hatibe qedexekirin jî, dîsa kurd ji tore û adetên xwe dûrneketine. Ev yek jî dewlemendîya çanda kurdan dide xwîyakirin.

Her çiqas ku, ziman, çand û wêjeya Kurdan hatibe qedexekirin jî, dîsa jî Kurd çand û jîyana xwe neqetyane. Rewşa ku di nav de jîyane; wek Biratîya Mar û şêr, Rovî û Gur, û hwd. Çiqasî ku ev çîrok li ser Rovî, Mar, şêr û Gur hatibin gotin jî, di van çîrokan de ya rastî behsa demê xwe yên xweş û nexweş, dostanîya xwe, mêvandarîya xwe û serpêhatîyên xwe gotine, wek vê gotina pêşîya ku dibê: ”Pişo ji te re dibêjim, bûkê di ber te re davêjim”.

Ev çîrok bi salan ji zaroka re hatine gotin û hêj jî tên gotin, lê belê her çiqas ev çîrok ji bo zaroka hatine gotin jî, ez di wê bawerîyê de me ku divê her kes van çîrokan bixwînin.
Belê, weke gelek zarokên kurdan gelek caran ez jî li ber van çîrokan di xew re çûme.
Demek dirêj têde çû û min xwe berpirsîyar dît ku ez, çîrok, metelok, zargotin û xaçepirsên bi kurdî berhev bikim. Ger em nexwazin çanda me, wêjeya me wenda bibe ne tenê di warê çandî de, divê ku di her warî de her kes li gora zanîn û taqeta xwe tiştekê binivîse. Ji ber ku em kurd di warê xwendin û nivîsandinê de hem gelekî li paş mane û hem jî me gelek tengasî û zehmetî kêşandîne.

Min van çîrok û pirsoka demek dirêj berhev kir û paşê li ser wan xebitîm. Min hinekî jî ji dewlemendîya zimanê kurdî îstîfade kir û min van çîroka bi awayekî helbestî nivîsandin. Armanca min ne ew e ku ez bibime nivîskar an jî xwedî pirtûk. Ez di wê bawerîyê de me ku ev kar jî parek ji şerê rizgarîya netewayê Kurdistan'ê ye. Pêwîst e ku rizgarî ji her alî de bê bikar anîn. Dibe ku îro ne dora xebata çand û folklorîyê be. Lê ez di wê bawerîyê de me ku mirov bicarekê dest jê berde jî ne tiştekî rast e.

Dîsa hêvî dikim ku em xwendin û nivîsandina kurdî ji xwe re bikin kar û em bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin, û bi kurdî bifikirin.

Abbas ALKAN

Pêşgotin

Ziman û wêje hebûna bingehî ya paşeroj û pêşeroja neteweyekê ye. Eger ev bêne ji bîr kirin, hebûna netewê bixwe jî dikeve nav metirsîyê. Di serda jî, eger neteweyek wek netewa Kurd bindest û dagirkirî be, girîngîya ziman û wêjeyê hêj jî girîngtir dibe.

Ji ber vê hindê, KOMAL, di destpêka karê xwe ve û heta roja îro, xebata ronahîkirin û pêşxistina hest û nirxên netewa Kurd û bi taybetî jî ziman, wêje û dîroka wê, ji xwe re xistîye armancek serekî.

Li ser vê bingehê, KOMAL, xebata xwe, bi proja “Kampanya ya Pirtûkên Kurdî” berdewam dike.
“Kampanya ya Pirtûkên Kurdî” dê xizmeta xurtkirina wê zanyarîyê bike, ku; netewa Kurd hêja ye, welatê Kurd pîroz e û zimanê Kurd xweşawaza mirovayetiya kevnar e li Rojhilata Navîn.

Kampanya ji hindek rizdeyan pêk hatîye, ku yek ji wan “Çîrok” e û berhema yekan ji vê rizdeyê, bi çîrokên zarzelal û zimanxweş, bi navê “Çîrok û Jîyan” derdikeve pêşiya xwendevanên Kurd. Pirtûka “Çîrok û Jîyan”, ji alîyê nivîskar Abbas Alkan ve ji folklora Kurd hatîye berhevkirin. Em, Abbas Alkan bi pirtûka wî ya binavê; Çanda Warê Talankirî û Çîrok, Werger û Nivîsên wî yên ku di kover û rojnamên wek (Jîyana Rewşen, Nubihar, Welatê Me û Azadîya Welat) de hatine weşandin dinasin.

Babet û bingeha pirtûkê folklora Kurdî ye.
Em bawer in, ku hûn ê vê pirtûkê bi yek bêhnê bixwînin û kuta bikin.

Komal

Beş-I

Helbestên çandî
Biratîya Mar û Şêr
Serpêhatîya Şêr
Rovî Bû Doxtorê Şêr
Rovîya Birçî Rastê Şêr Hat
Deynê Rovî û Şivan
Rovî Çû Mala Hirçê
Bazê Azad, Kewê Bê Xew û Rovîyê Konê

Beş-II

Pirsok
Zargotin -
Zûgotin
Guftûgo
Bersiva Pirsokê Kurda

….. 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues