La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Monologên Evînên Kedîkirî


Auteur :
Éditeur : Bajar Date & Lieu : 2004, İstanbul
Préface : Pages : 84
Traduction : ISBN : 975-8925-04-0
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ban. Mon. N° 3051Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Monologên Evînên Kedîkirî

Monologên Evînên Kedîkirî

Mem Bawer

Weşanxaneya Bajar

û gava me ji vî bajarî hez dikir
darên wî zarok bûn mezin bûn
kolan êdî me nikaribû hembêz bikira êvarên wî.

Mem Bawer: Di 1973'yan de, li Bismila Amedê ji dayik bûye. Di 1997'an de Zankoya Dîcleyê, Para Perwerdehiyê kuta kiriye. Di helbestên xwe de li hêma û peyvên zarokatiya xwe ya veşartî digere û kirasê mîtolojiya Mezopotamyayê ji wan peyv û hêmayan re difesilîne.
Monologên Evînên Kedîkirî dîwana wî ya yekemîn e.



XEWNA HELBESTÊN BÊMÊJÎ

Neynik


Çavên te neynikeke şikestî bûn di dilê min de.

nebûna te
dibû benekî bigirêk
di qirika min de
keserek bi baskên baz difiriya
dihat li ser pûrtên sîngê min
hêlînek çêdikir

deng ji min dibiliya
bûdîstekî dest bi ayînekê dikir
di şevereşa min de

mîna dojehê bişewat
mîna şeytanekî birûmet
û bi qasî xwedayekî ateîst bûm

Ehrîmên di tariyê de ez xeniqandim
ronahiya jiyana min tu yî
ji reşahiya çavên xwe
stêrkekê bide min yarê.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues