La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mîrate: Leyztikên Kurdî


Auteur :
Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1994, Stockholm
Préface : Pages : 120
Traduction : ISBN : 91 972090 5 8
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Zin. Mîr. N° 2025Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mîrate: Leyztikên Kurdî

Mîrate: Leyztikên Kurdî

Zeynelabidîn Zinar

Pencînar

Navê vê leyztikê çendî ku Heftok e, lê bi pênc kevi-rokên grover ên weke xaran tê leyîztin.
Ev leyztik, xasmetî ya keçikan e. Didu û zêdetir keç dikarin bi dorê bileyzin.
Yek, tiliya eşedê ya destê çepê û ya beranî fireh vedike, destê xwe mîna pirekê qewz dike û serê tiliyan datîne erdê, ranake hetanî dawiya leyztikê tê.
Her pênc kevirok di destê rastê de ne. Meriv yek ...



ÇEND GOTIN

Sedemê ku min navê vê pirtûka Leyztikên Kurdî daniye Mîrate, ev e ku ji hezaran sal berî niha ve ye, ew tiştên ji çanda kurdî ya dewlemend mixabin ku îro li bakûrê Kurdistanê ber bi wendabûnê ve diçin, ha mistek jê hatine berhevkirin û ketin nivîsê. Belam ew gencîneyên kurdî ji 1924-an ve, tev bi carekê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qedexekirin û tu fersend jî nedane ku Kurd li wan xwedî derkevin.

Îcar di van heftê salên bihurî de her ku çûye, hin bi hin Kurd ji wan tiştan dûr ketine û di şûnê cie tiştên tirkî pê dane fêrkirin, herweha bi gotina "ez Tirk im, bavê min Tirk e..." jî, xwestine ku ew zû ji cibiliyeta kurdî, kesayetiya wê û ji bingeha asasê xwe averê bibin.

Erê, çendî ku dijmin ew rûreşiyên mezin li pêşberî mirovatiyê û dekên ku li demokratiyê kirine jî, lê dewlemendîtiya çanda kurdî digel saxlemtiya nijada neteweyî her li gora destdayînên xwe û di binê wê koletiyê de heta ku jê hatiye jî fersend û havil nedane wan kiryarên kirêt û her singa xwe li pêşiyê kirinc çeper, dest bi parastina xwe kirine. Kurd her xwedî li wan tiştên xwe derketine û bi toreya xwe lipikîne; ji zarûkan bigir hetanî dayikan, zilam û kal digel xort û keçên dilovan tev, bi zimanê netewî peyivîne û digel çanda xwe ya şên jiyane.

Lê belê piştî 1981-ê, rewşa bakûrê Kurdistanê bi hawayekî "modern" hate guhartin; bi riya televizyon û kasetên video yên asîmîlasyonê digel rojname û dibistanên biyanî, her ku çû tîna xwe bêtir li nifşa nûhatî kiriye û pêbipê ew ji ziman û toreya kurdî averê kirine. Êdî rewşeke welê çêbûye ku niha li gundan, li taxên bajaran piraniya kesên gênc zêdetir bi zimanê biyanî yan têkelê bi kurdî dipeyivin û zimanê bab û bapîran diterikînin. Û li şûna wan tiştên kurdayetî, tiştên biyanî êdî dest pê kirine û xwe bi cih dikin.

Îro pêlek ji ya asîmîlasyonê ku herî balkêş e jî ev e: Piştî ku elektirîk çûye gundan, îcar Parastina Tirkiyê bi hêsanî dest bi reşandina tovê zîwanî kir û li nava zeviyên genimê sor reşand; bi riya çerçiyan filîmên vîdeo li gundan digerînin û bi heftiyekê bi heft hêkan didin kirê. Lê "çerçî" mehekê bi ser filîmên xwe ve nayên. Dema ku tên jî, îcar filîmekî din bi xwe re tînin û bi kirya heft hêkan didine gundiyan. Ha wisan ew tovê jehriyê bi mehan û bi salan di nava xelkê me de dimîne. îcar ji ber van sqûmatên giran e ku min pêwîstiya nivîsandina van leyztikên kurdî li ser xwe wacib dîtin û di 1985-an de dest bi berhevkirina wan kiribû.

Hinek ji van leyztikan, hêj ji zarûktiyê ve li bîra min mabûn û hinek jî min ji nava xelkê berev kirine. Lê mixabin fersenda çapkirina wan ta niha jî bo min çênedibû.
Erê, çendî ku ez dibêjin ev Leyztikên Kurdî ne, lê di rastiya xwe de leyztikên herêmeke Kurdistanê ne. Ji ber ku texlîtên Leyztikên Kurdî, bi hezar û hezaran hene. Lê evên di Mîrateyê de, hinek ji leyztikên herêma Reşkotan, Bişêrî û Xerzan in ku hatine nivîsandin.

Di nava Leyztikên Kurdî de gelek texlîtên ecêb jî hene ku nivîsandina wan hinekî sik tê dîtin. Yek ji wan "Leyztika Kîrpoçê" ye ku di nava şerîdên berhevokên min de hatiye dîtin. Texlîtekî mîna vê leyztikê, di mîtolojiya Yûnaniyan de jî heye. Bi kurtî weha ye: Du alam organên xwe yê cinsî radikin û serê wan didine hev, zorî din hevdûdu, heta ku yek zora yekî dibe.
Pirtûka Mîrate li ser du beşan hatiye avakirin.

1- Di beşa Leyztikên Zarûkan de, 32 cûre hene.
2- Di beşa Leyztikên Mezinan de, 15 cûre hene.

Ji hinekên van leyztikan re hinek wêne jî hatine çêkirin. Birayê hêja Kemal Hêyran bi firçeya xwe rengûrûyê nijada kurdî li wan eşkere kiriye û di wan de torêya nijadî aniye ber çavan.
Bi umîda ku ev pirtûk dê hinekî ji leyztikvanan re bibe alîkar û pê tore, livak û tevgera kurdî careke din li bîra wan bêtin û li Pirtûkxana Kurdistanê jî pîrozbahiya xwe dubare bike...

1994 08 13
Zeynelabidîn Zinar

Leyztikên Zarûkan

Beş – I

Heftok

Navê vê leyztikê çendî ku Heftok e, lê bi pênc kevi-rokên grover ên weke xaran tê leyîztin.
Ev leyztik, xasmetî ya keçikan e. Didu û zêdetir keç dikarin bi dorê bileyzin.
Yek, tiliya eşedê ya destê çepê û ya beranî fireh vedike, destê xwe mîna pirekê qewz dike û serê tiliyan datîne erdê, ranake hetanî dawiya leyztikê tê.

Her pênc kevirok di destê rastê de ne. Meriv yek ji wan kevirokan hildifirîne hewa û her çarên din berdide erdê. Kevirê li hewa berî ku bikev erdê digire û hetanî dawî tê de dimîne.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues