PÊŞGOTIN
Çima ev bizava nivîsandinê hate afirandin? Bi rastî berî çend salan me sên û hêzên xweyî rexneyî bi ser hev de lê dan, daku em xwe ji pirojek rexnyî re amade bikin. Lê gelek zehmetî beramberî me derketinl
Pistî bêjinkirinekê me dît ku astenga herî giring ew e, ku hîna wêneyek gistî yan panorama helbestî, ji me ve belû ne bû ye. Loma me girîng dît ku berî em bi piroja xwe de herin, divê em bi awakî tevayî li ser heyîn û rewsa helbestî rawestin.
Wiha, me berê xwe da mijara xwe, tevlû ku em dizanin ku wê karê me, ta tekûz bibe, gerekî têbîn û pêsniyarên xwênerên hêja be. Vê nivîsandinê ti nav ji xwe re qedexe ne dîtine û, wê jî xistika sor li bin ti navî ne daniye. Wê qûnaxa pistî Cegerxwîn û Qedrî can ji xwe re kiriye armanc,tevlû ku hin navên hevçerxî wan hembêz dike.
Ji bilê vê jî, çi helbestvanê ji vê bizavê bê par be, ev nagihêje wê wateyê ku ew ne helbestvane, lê ev divegere bizava me û, jê re dibe kêmasî, ji ber ew dizane ku kar bê kêmasî kêm in yan tune ne. Wiha, armanca me ji vê bizavê ew e ku, em karibin wêneyeke rastgo ji heyîna helbestî re çê bikin.
Ev bizav bi hemî heyîn û danên helbestî serbilind e. Di dawî de, ew bi hêviye ku karibe bibe destpêk ji gaveke dî re, gaveke rexne yî û bikêr, da têkliyên xurt bi deqan re çê bike û, bi germî destên helbestvanan bihejî ne. Xwendevanên hêja: Her hûn ji pirsa rastgo û ciwan re bijîn.
Mihemed Şêxo Qamişlo, 1/12/1999
Xelata Mandêla
Banga dilan Belsema derd û kulan Hêviya bêhêzan Awira çavên bindestan Fenera mişext û maf xwestan Kenê çavên bêkesan Rivîna azadiyê Gurr û bilind her gav û dan Mandêla Kirasê xizan û taziyan Gepa merdal û birçiyan Rondika berdîwar û sêwiyan Mandêla Gelo kî ye? ji ku hatî ye? Peyambere yan nebî ye Mûsa ye ew? yan îsa yê behrewî ye Bo miriyan jîndarî ye Eger dê be ew zayîye Sed eferîn Bo wê diya ew anîye Bo me kurdan bû berevan Bû dadeyar bû xwedî ye Ji ku hatî Ji ku derketî Ji kanî û solavên Hemrîn û Sîpan Ji hinava Cûdî diya kesan derketiye Yan dêwên Hoto û Şanîdar Yan Ehrîman ew aniye Yan bahoza pêlên deryan Ew danîne li ser milan Ji başûrê tev kul û jan Diyarî kirin ..... |