La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pira Hemyar


Auteur :
Éditeur : Nergîz Date & Lieu : 2006, Bakû
Préface : Pages : 244
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sel. Pir. N° 738Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pira Hemyar

Pira Hemyar

Şamîlê Selîm

Nergîz

Xwendevanên bi rûmet! Vê pirtûkêda helbestên ku, Şa- mîlê Selîm bi kurdî nivîsîne, him jî helbestên helbestvanên Azerbaycanê, yên ku wî wergerandîye zimanê kurdî hatine weşandin. Eva cêrbandina wîye yekem bû. Heyf felekê nehîşt ew vê pirtûka xwe bibîne.

Şamilê Selîm Esker sala 1929-a li gundê Axcakendê, nehiya Kelbecerê, rûspûblîka Azerbaycanê xainkî reşî bînerda htîye gerdûnê.
Pey xilazkirina mekteba nevîna, înstîtûta bilind, ya beşa fizîkayê-riyaziyyet, dibistana Partîyayê ya bilind bi diplemên sorva xitim dike.
Ew peywirên bilinda karê dike, wêra tevayî xwe dide ser rêke daha ronahîdar. Şamîlê Selîm helbestan diefirîne, dibe helbestvanekî naveyan, dîsêrtasîyê diparêze dibe ulumdarekî zaneyî-kûr, wergerîyêva mijûl dibe, dibe wergêrvanekî destnegihîştî!
Helbestvan, ulumdar, wergervan, zimanzan mamoste Şamîl pey xwe xezneke efrandariyê ji 30 zêdetir karpêk hiştine. Ji wana navê çend heba bînîne holê: “Çiya li ser çiya”, “Helbestvanê gel”, “Dengê Delîdaxê”, “Kulîlkên çiya” û yên mayîn.
Helbestvanê heq, gazîdarê dostê herdu gela-gelê Azerbaycanî, bi sedan efrandinên helbestvanên Azerbaycanan wergerande kurdî. Ev pirtûka destê we da makkirîna nêtên jorgotî û keda Şamîlê helale. 
Şamîlê nemir pirtûka helbestvan Eliyê Evdilrehman “Sîyanet”, ya helbestvanê navdar Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” wergerande zimanê Azerbaycanî û bi wê yekêva wejeya gelê xwe da naskirinê. 
Torîvanê ferhanga “Kurdî-Azerbaycanî, Azerbaycanî-Kurdî û mişarên zimanê kurdî” mamoste şamîl bona wêjezaniyê serdewaneke nûh vekir!
Bila bi vê pirtûka “Pira hemyar”iyêva ruhê wî şad be”






PIRA HEMYAR

Jîyanêda ew mîrov hetabe gava vê gerdûnêda kêm, zêde dîjî û pey xwe kirinên qenc dihêle. Lê mîrov jî hene di jîyana xweda kirinên qencra tevayî rêçên nûh dide vekirinê, bona mîrovayê dixuliqîne, ser surên sergitî vedîke. Vi alîda helbestvan, ulumdar, lêkolîvan, wergervan Şamîlê Selîm (Şamîl Esker Delîdax) hetabe.

Şamîlê Selîm çawa helbestvan û ulumdar bi navdenge. Hetanî naha 30 pirtûkên wî hatîne weşandînê. Nava wanda pitûkên usa hene cara yekemî ji behrê pênûsa wî xuliqînê. Jî wan em dikarin jêrê navê çend pirtûkan bikişînîn:

-«Ferhenga mişarên zîmanê Azerbaycanê», «Helbestên hevdeng», «Ferhenga Kurdî-Azerbaycanî, Azerbaycanî-kurdî û mişarên zimanê kurdî», «Ferhenga mişarên zimanê Azerbaycanê», «Helbestada nûhdemî», «Ferhenga zimanê Azerbaycanî ya helbestaye hevdeng» (du pirtûk), «Ferhenga gilîyên xuliqî» û yên mayîn.

Pêwîste ewê yekê bigihîne xwendevana, gava van pîrtukan ronahî dîtînê, wêjezan, zimanzan, rexnevan û ulumdaran derbarê her pirtûkeke Şamîlê Selîmda gotarên bi zanîyarî nivîsîne û her yekê dî hîndava xweda pêşniyar kîrine navê doktorê fîlologîyê, hêjayên bilînd bidine wî.
Şamîlê Selîm bona pêştaçûyîna wêje, dîrok û zimanê kurdî kirînên hêle kîrîne. Azerbaycanêda bûye kolling lêdanê kurdnasîyê û kurdzanîyê!

Helbestvanê navdar sala 1968-a derbarê efrandarîya helbestvanê kurd Cîgerxwîn da dîsêrtasîya parastîye û navê ulmê fîlologîyê stendîye. Bona xwendevanên Azerbaycanê efrandarî poyêzîya Cîgêrxwînva bibine nas Şamîlê Selîm derbarê helbestvanê şorêşger da pirtûka xweye bî navê «Helbestvanê gel» dide weşandînê.

Sala 1976-a Şamîlê Selîm gaveke bi culet davêje û poyêma klasîkê wêjeya kurd Ahmedê Xanî, ya naveyan «Mem û Zînêw werdigerîne bi zimanê Azerbaycanî û bi deh hezar tîrajî va dîde weşandînê. Deng besê vê wergera Şamîlê Selîm jî Azerbaycanê der jî bî hêjayeke bilindva tê bihîstinê. Awa, li îraqê Şukrî Mustafa sala 1977-a dî rojnameya bi navê «îraqê» da hejmara 8-da gotara xweye «Poyêma Ahmedê Xanî - Mem û Zîn» bî zîmanê Azerbaycanî» da dinîvîse, wekî salên 70 da wêjezanê kurd Mehemmed Emîn Bozeraslan «Mem û Zîna» Ahmed Xanîyê nemir wergerandîye ser zimanê tirkî û ew bi kurdî-tirkî bî bedewî daye weşandînê. Gava min ew xwend û xwe-xwera got: Xwezila ev xwesteka bi zimanê gelê dunyayê, taybetî bî zimanê gelên cîranên kurdan bahata wergerandine?» Dema «Mem û Zîn» bi wergera Şamîlê Selîm dikebe destê wî, ew awa dinîvîse: Ey gel! «Mem û Zîn» xwesteka Ahmedê Xanî bûyê û helbestvan Şamîl Eskerov ew bî nêtkûrîya helbestva wergerandîye. Ey ewladno, hûn bî xwe bêjin, ev çîye? Ew kare, kar! Ne heneke!»

Wê şûnda Şamîlê Selîm helbêstên helbestvanê kurd Elîyê Evdilrehman werdigerîne û sala 1975-a pirtûka bî navê «Sîyanet» dide weşandinê.
Şamîlê Selîm ji 50 helbestvanên kurdan helbest wergerandîye zimanê Azerbaycanî û kovar, rojnamyên cuda cuda da daye weşandinê. Çawa minak dikarin helbestên helbestvanên kurd Baba Raxî Hemezanî, Elî Hererî, Feqîyê Teyran, Melle Cizîrî, Abdulla Goran, Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Gondî û gellekên mayîn.

Pêwîste bi şêkirdarî bîne ser zaran, wekî Şamîlê Selîm derbarê dîroka kurdên li Azerbaycanê, derbarê kevneşopî erf edetê wanda, çendî çend gotarên bi ulmî nivîsîne û wana çapamenîyêda ronahî dîtine. Van gişkara tevayî helbestvanê xwedanê dayîna mezin Şamîlê Selîm bî kurdî jî helbest efirandîne. Jî wana hînek dî rojnameya «Dengê kurd» da, pirtûka derbarê 70 salîya wîda hatîne weşandînê.

Xwendevanên hêja! Ev pirtûka destê weda ya, ku hatîye navkirinê «Pira hemyarîyê» ya Şamîlê Selîme yekeme, ku bî kurdî ronahî dîtîye. Pîrtûkêda bi dehan helbesên helbestvanên Azerbaycanê cîwarkirinê. Ewê jî bêjim badilhewa nîne, wekî navê pirtûkê hatîye navkîrînê «Pira hemyarîyê». Ew rewayî dostîya herdu gela Azerbaycanê-Kurdan bûye. Awa, Şamîlê Selîm helbesta xweye bî navê «Kurd ji Azerî» da dibêje:

Bi nav-nîşanin,
Bi hezar janin,
Yek dil, du canin,
Nas bûn wandarî,
Nayê behandîn,
Kurd ji Azerî.

Vê pirtûkêda gellek dilokên mamoste Şamîle bî kurdî efrandirê cî girtine. Jî dehan, jî sedan minakek:
Çavên me gur kanîye,
Derdê welat zanîye.
Bi serê me dijminan,
Hezar lîstîk anîye.

Malê bavan şewtîye,
Derdên usa kê dîye?
Bi dilê min le berdin,
Hezar sale ew tîye.

Pirtûkêda du poyêm hatine weşandinê. Yek hatîye navkirinê «Kurd û Kurdistan». Dîroka kurdan, ya welatên wan ber çavên xwendevanra tê derbaz dîbe.
Minak:
Neyar-dil camad,
Bûye wek esyad,
Nêçîre akrad.
Bindeste nijad,
Tune qasek Şad.
Tu bûyî Şeddad,
Ewladên heddad.
Bibe pêşîvan,
Kurd û Kurdistan.

Poyêma dîne «Dilar çima girîya»ye. Mîjara wê pîr hewaskare. Mêrxasê poyêmayê Dîlar yeko-yek kurên xwe dişîne şerê bona azaya Kurdistanê. Ewana hatinê kuştinê Dîlar nagirî, lê gava kure wîyî dawîyê şêrda bi mêrxasî tê kuştunê, ew digirî. Der cîran wîra dibên awa dertê te tenê kurê xweyî biçûk hîzkirîye, lema jî digirî. Dîlar bî bilndayî dibêje:
-Na! Ez bona wê yekê digirîm, wekî îdî ewledên mîn tunenîn bişînîme şêr.
Helbestên helbestvanda pira dostîyê, biratîyê cîkî berbi çav digire. Ew bi bedewî dintirîne û daxweza helbestvan ew, wekî gelên cîran fars, ereb, tirk kurd û yên mayîn bî aşitî bijîn.
Me jorê da kivşê, wekî pirtûkêda helbestên helbestvanên eyan Nîzamî Gencevî, Mehemmed Fuzulî, Qetran Tebrîzî, Şah Îsmayîl Xetayî û yên mayîn bi hostakîke mezinva wergerandîye.
Minak:
Ger tu bike qoncal bizan, rindayî,
Dîsa vedigire, nabe undayî.

Li warek, li textek du şah cî nake,
Kalanekîda du şûr nikar cî bike.

Ez wer teyir ninim bigire her lez,
Ji her dumeqeskek bedxû nabim ez.

Kes dujûnî bike bi merîkek çe,
Derdikbve bi ber, bi vala naçe.

Em bawer dîkin beqî keda Şamîlê Selîm, helbestên werger, wê hizkîrîna wêjeya Azerbaycanê di nava gelê kurda daha jî bide zêdekirinê. Dema me ev serbêjî dinîvsî helbestva- nê xwedanê zanebûna kûr nexweşe, lê ew dîsa karê dike, bi wergerêva mijûle. Helbestvan dî nava jîyana xweda tîmê bûye çêkirdarê pira dostîya herdu gelan.
Dawîyêda heqîkê jî bînîme holê. Eva 40 salî zêdetîre ez Şamîlê Selîm nas dikim. Ewî di Azerbaycanêda him kurd daye naskîrinê, him kurdzanî daye kûrkîrinê. Wekî bêjim ew hey bona serketina gelê xwe, bona dostîya gelan jîye, nivîsîye, efiradîye, nitirandîye emê tu cewtîya nekîn. Ew tîmê dûrî şera, neheqîya bûye. Armanca wîye here mezin ew bûye, wekî Kurdistan azabe, hemû gel mîna bîra bîjîn.

Ahmedê Hepo,
Nivîskarê Kurd,
Endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê.
Adar, sala 2005-a.

DU BÎRAYE, DU HEMYARE

Azerbaycan û gelê kurd,
Du biraye, du hemyare.
Warên wan bi kerî-kerî,
Ji zûda kûr birîndare.

Her kurd bona Azcrbaycan,
Qurban dibe bi dil û can.
Veke dîrok, bixwîn, bizan,
Va rastîye, ne fikare.

Bo her du gel rojên teng bû,
Li warên wan pir-pir ccng bû.
Hawar! Hawar! -Usa deng bû,
Dîtin du gcl pir feryarc.

Dilê biran tijî jane,
Yektî bo wan wek loqmane.
Pir gotîye Şamîl, zanc:
-Rîya yektî rast bijare.

KURD - AZERBAYCAN

Pir dilistane,
Pir evîxane,
Pir ezîmşane,
Hurîyetvane,
Gelek dilbane,
Bokeberane,
Bûnê dilovan,
Kurd - Azerbaycan.

Ewin du bira,
Ewin zav, bûra.
Du çav, du çira,
Hemyarin hevra.
Bûn mîna biran,
Rabûn zû, pêra,
Sed hezar cara,
Bûn mîna biran,
Kurd - Azerbaycan.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues