DÎMENÊN DERIZÎ
Bi peşkeke barana werza li ber çûnê tagirtî û lerzok, buxa paca min te dibişire vêga narîn û şikestok, Û çavên min diqefile li bişirîna zerika reş, xweliya min a li agirê xwe digere ji bo dêrana ber bayê êvariya xela dîtina te distewe. Firk diwênim li algûşkên xwe, tiliyên fitîla çirên sifir.
Newêrim derkevim derve.
Li esmên nexşeyeke guncanî. Dilkêşiyeke hingurîn. Di hunkûfê spêleya takrihaniya guliyên te de hêlaniye çirgîtiya perwazên pelçemokên pelepoş im. Şevbihêrka çivîkan dibilîne nîvcomayîna çêra peravên paxila te. Li cûnitiya şêlû, şarokeriya şewareya şîlanên gulgeşta sîngê te dikin, bîranînên di kalanê bê de tewirîne.
Zehara çirîsîna niqrîskên kelegiriya kevajkêr, di kemînên te yên bi dahfikiya çavên te sazbûyî de basko dibe.
Û di kodika mêrxasiyê de ko dibe mêranî...
Esmer dizivirin ser şûva felcî, sikratên bejî di xelekên dix ana ji razana paşila te difûriya de, çarpî bi çarpî. Û reş dixeniqe bi dastana evînê ya ji neya Rustem Hesen xunavî diherikî. Mayende dimeye bêhna xemrî li malzaroka tariya çîrvîrî.
Newêrim derkevim derve.
Siya şewlî stewr şikiyaye ji ber xewma mijangên mûçekêr û nepenên nepişî çilkiyane şaneyên bêkêr. Di bêrîka qutikê zeyên malkambaxiya min de, kifnik girtine qinên giliyên bêxêr. Û kevzî ye zayîna keviyên zayok, li rûkewiya rapelûşkên dekzaniya reşika razayî. Li çenga çilkên çivîkên çelînî dişitlîne bizrê riziyayî.
Li hundir koçer im koçêr im xwe diçêrim. Newêrim... Ku derkevim di rehleya dergûşa bêdoş de, dê xwînêriya pirtûkên te yên bêpeyam bikim. Di merzên zeviyên te yên kilkirî de. wê bitefirin şevçiraxên şengîtiya şabûna şermok. Bi tûka nivîşkê kila kulên kurmî, xurîniya tisîbûna newaya xalxalokên li ber perên reşçemiya şevîniya te distirênin dişikênim.
Û li ser sêwîbûna rûbarên kêferatî bê xwe diseridim. Xortaniya viritî di kulik de bi çelê fal ketiye. Û xaçerêkên çîrokên xwe bi ferşikên xizaniya tirsdêr a zimanşikestina ji ber gefxwariniya sotîner, resîf dikim.
Şikarteyên min ên geşta parsa sala berfa sor, derî bi derî yên taxên te bi dahnûyî belav dibel ji xêra diranderxistina derdên derz li deriyên min xistine û şor diçerizînin rehên min rewrewkên revok ên rê li ber rawestîna perestîşkirina min digirin a li peristgeha bê min pişka min lê ketiye.
Kêliyên wêrek li nêrekên şaxên dugulî yên şîngulî dixeyirin. Dema li ber çavîka tifika li binê dara sincî, destarê hêra bêhna te, dineqirînim. Û rojiya rojên rênêrînê di dawa heyva remikî de ya mişaxa mîrata te ya gezokî lê raxistî ye kitim dibin.
Di kulabeyeke kulêmekî de, bi şeva pengavî re îşev bi pirikeke parsekî girêdayî me.
Û di kêliya sînorê xwekuştineke sêwî re binxet dibim.
Kulên Kulekên Kul
Li ser kaniya hêmayan helbestekê ji tîna fetisî me. Û di êvareke çiksayî de qeşa girtiye pênûsa min a hibra wê ji xunavbarîna hestên ji min xeyidî.
Li taldeya heyveroneke qerimî bi çiziyeke xayisker dibim misqalek, li bergiya moristanên mişt morî.
Bîranînên min bi dirûvê xwedayekî bêqewmayî, parsekî dixilmişin, di çengan de awirên keskînî û riziyayî.
Ji giyankêşiya hêsirên giryana gincirî re hûr dinehwirînim hêmayên ji ber bişirîna kurişkî girtî. Kîte bi kîte ji lêvên ku bi ramûsanan disincirîn, li taldeya siya dêliya di heyveronê de ji şerma çavên pitûyên xwe digirtin bi pelên qasidokên dûalî.
Li qelîştokên esmanê devê xwe, bi şoriya xwêdana dewsa zîvguharên hunera telkarvanan,
-hilma te-
ya devê berxikên mijo, yên di tûrikên bêrîvanên fediyên xwe di sînorê dengneçûna gundiyên fesad de li bakur direşandin.
.....
|