La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serborekên Çarşembên Tozê


Auteur :
Éditeur : Dugir Date & Lieu : 1999, Hasselby - Sweden
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91 - 87266 - 52 – 0
Langue : KurdeFormat : 130x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bro. Ser. N° 202Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serborekên Çarşembên Tozê

Serborekên Çarşembên Tozê

Hoşeng Broka

Dugir

Di govenda serbitackirina peyvên dirinde û bejî de, eger ziman li dîroka xwe mikur bêt û li kavilên giyanê xwe vegere, dê pêrgî govendgerên bêwestan û cegerdar ên derbirîna şahiyên ji êgir bibe.
Di xelwetgiriya peyvê de û di pêjnên kevirane yên sermestiya helbestê de, hest zingezinga xwe vedixwin û xewn jî dastanên xwe ji rivînê diafirînin.
Lê di dawiya her govendê de, hechecîkek an jî pinpinîkek dimire, toza serboran di çolistana hişê me de tîrtir dibe û peyv, wek zixteke bêagah, bi bahaneya spehîkirina xewnê, dihingive jena dilê me.
Carşembên tozê jî da ku bêhûdeyiya govendên aliyan bixemilînin, ber bi destên xatirxwestinê ve diherikin û sîberên dijwar ên peyvê li ser dijwariya lîlandinên bêrîkirina bêrîvanan, radiperînin.

Ehmedê Huseynî

Hoşeng Broka, di sala 1969 an de li gundê Tilxatûnkê ji dayik bû. Di sala 1994 an de ji zanîngeha Şamê diploma sosyologiyê wergirt. Ji dawiya sala 1994 an û vir de li Elmanyayê dijî. Berhemên wî:
- Bawişkandinin ji kopên minareyin razayî (Helbest 1995).
- Lêkolînin di mîtolojiya êzîdîtiyê de (bi zimanê erebî).


DIYARÎ

Ji wê re
a kuji xerîbo,
Ji hicrikan
û ji dehifdana asoyan ber bi
şînahiya kesera wan ve,
hez dike.
Ji wê û ji serserîtiya aliyan re.
Hoşeng

Dema ku Hicrik li Min û Te Digeriyan

Bêrîkîrin
Eger rojekê, hat û ji ser şopa te, ez qetiyam,
wê çaxê, di bin şevê re,
ez dê şivîloka wê goristana, ku reş di navbera min û te de, jibîrkirî, bigirim,
û werim ba te.
Ez dê berê hemîîn û çarşemban, Ber bi te ve wergerînim.
Û dilê xwe,
yê ku bi keservedana te, hişîn li ser mistika destê te, dê ji nû ve gurî bikim.
Ez dê hemî ziyaretgeh û hicrikan, li ber tiwafa pêkên te, biciVînim,
û ez dê berbisk û keziyên te,
ji wan re, daçikînim al.
Da ku ez û tu, bişên
bi şahnazî bejna êşê bipîvin.
êctborckcn Çnrşctnbcn Tozê

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues