La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berevoka Helbestvanên Kurdî


Auteurs : |
Éditeur : Komkar Date & Lieu : 1982, Frankfurt
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Xan. Ber. (2) N° 60Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berevoka Helbestvanên Kurdî

Berevoka Helbestvanên Kurdî

Balî Xan
Rohat

Komkar


Minalino!
Wey bêwelatino! Jîn talino!
Di xewnêda ez rêwî bûm,
Diçûm cem "Yosant".
Ku derbazi hundur bûm.
Min reş ditin, xwedan al bûn.
Min sipi ditin, xwedan al bûn.
Kirin qêrîn: "Êy bêwelat biderkeve,
Êy bêala biderkeve."
Min kî dit xwedan al bûn
Min got:
Nekin qêrîn,
Ez ê biderkevim.
Vê çîrokê bo minalan,
Êz dibêjim.
.....



PÊŞGOTIN

Gelê me iro wek pêlên behran şuna xwe da dileqe, dilive û tê diçe. Ev serhildana gelê me bo azadiyê, iro li herçar beşên (perçe) Kurdistanê bi lez pêşda diçe.
Ji ber lêdan, kuştin û zordestiyên sedsalan gelê me iro zef tişt femkiriye. Ev jan-êş, derd-kul û birinên mezin iro tişteki mezin hini vi gelê dil bi keser û dil bi kovan kiriye; hetani mirov tem-şirinaya azadiyê dernexe, ew niv-mirove û per-baskê wî hatiye şkandmê û wek teyrekî atmece li ser erdê sar xwe dibe-tine.
Zef car hetani niha bi destê hêzên kolonyalist û feodal, ji ber zordestiyên dijmin dil-hinavê jin, zarok û mirovên Kurdistanê şewitiye, peritiye û pirti-pirti bûye. Gelek car zarokên xilfin û tifal di nav derguş û hêlekana da hatine kuştinê. Zef caran ji dayikên Kurd bi klamên şinê va zarokên xwe xistme xewê. Ji aliyê din êl-eşirên Kurd pevçûne, hevnekinne û pêşkari hev bûne û lingê xwe kirine soleke teng. Paşê ev yek kêri dijmin hat, bi dek-dolab, bi fend-fêlan di nav demeke dirêj da Kurd bi hev dane kuştin. Ji piçûka hetani mezina li Kurdistanê virda-wêda, kêm-hindik herkes iro baş dizane, ku xêra axa, şêx , mir, xan û began ji gelê Kurd ra êdi nemaye. Zef caran ev hêzên noker û xayin bûne berbûyên hemû bûkên biyani.
Ev hêsrên çavan, dilopên xwinê û xuydana keda helal iro bûye çavkaniya baweriya Kurdistaneke azad, demokratik û sosyalist.
Iro xwebakirin û tirsfirandina dijmin êdi kar nake. Devê bavê tu kesi neketiye iro gelê me ji ortê rake û bindest bike. Ev yeka êdi bûye berfa, par-pêrar. Têgihiştin, hişyari, baweri û serwextiya gelê me hêzên kolonyalist har, ker, gêj û din dike. Bo vê yekê dijmin iro gef-gurên xwe zêtir dike, diqije diqire û dike bager.
Ji ber vê harbûna hêzên kolonyalist h herçar perçên Kurdistanê gelê Kurd bi hemû hebûna xwe va radiweste, berxwe dide û şer dike. Di nav vi şeri da xebat û karên sinet û çandi ciki giring û fire digrin. Dijmin iro li ser zman, çand, zargotin (folklor) û sineta me da zordestike şovenist û nijadperest pêkaniye. Disa ji di nav van merc û şertên dijwar û teng da gelê me vikvala nemaye. Gelê me gelek tişt ber xwe derxistiye, efrandiye û ev yekana di nav sinet û çanda xwe da nitirandiye. Bilindbûna şer û tekoşina gelê me, sinet û çanda me neqişandiye û xemilandiye. Di vi wari da gelek sinetkar, niviskar, zane û mirovên jêhati gihiştine. Ew bûne sertaca sinet û çanda gelê me. Welat, jo bo wan rasti bûye derdê dilan, baxçê gulan û kilên çavan. Xaliçe, emeni, kulav û berên rengin, gore, lepik, kulik û kofiyên tenik û narin, klam-stran û lawikên bedew, listik, reqas û govendên delal iro jindariya hebûna sinet û çandê di nav gel da nişani me dide. Şeng-şepaliya sinet û çanda me zûda guhdari û bala cihanê kişandiye ser xwe.
îro li serê deşt, zozan, ber û li serê çiyayên Kurdistanê şerek dajo. Ev şerê mirin û jiyin, hebûn û tunebûna gelê Kurd û ev şerê azadiya Kurdistanê roj bi roj pêl dide û geş dibe. Di berbangeke sibê da ji bo belavkirina şevereş û ezmanên tari, pêşmergeyên mêrxas bi mirrnê va şer dikin. Wan di nav dengê top-tifmgan û di nav agir-alafê da berê xwe dane dijmin û agir li ber çavên wan dipeke. Ev agir û çirûskên sor, hatina rojên serketinê û dilşahiyê nişani me didin, ev roj ne dûr in.

Rohat

Ebdula Peşêw

Ebdula Peşêw di sala 1947-an da Ii hêla bajarê Erbilê di gundê Bêrokê da hate dinê. Wî du saliya xwe da bavê xwe unda kir. Hemû karên malê kete ser milê diya wi.
Ebdula Peşêw cara pêşin di 14 saliya xwe da dest bi nivisandina helbestan kir. Di nav wan salan da gelek helbestên wi di gelek rojneme û kovaran da hatin çapkirin. Abdula Pêşew helbestên xwe bi zaravê Sorani va dinivise. Gelek helbestên wi ji bi zmanê Erebi va hatine weşandin.
Hettani iro 3 diwanê Ebdula Peşêw derketine. Cara pêşin di sala 1976-an da bi navê "Brîn" diwana wî ya ewlin hat çapkirin. Paşi vê diwanê di sala 1978-an da, bi navê "Kumini Şikasti" pirtûkeke din ji aliyê Ebdula Pêşew da hat nivisandin. Niviskar û edebiyatzan Maruf Xaznedar ji bo vê pirtukê pêşgotineke hêja nivisiye. Maruf Xeznedar di warê Kurdzaniyê da meriveki zane û navdar e.
Ebdula Peşêw ji sala 1973-an da hettani niha li Yekitiya Sovyetan dimine. Ew usa ji endamê Yekitiya Niviskarên Kurd e. Abdula Peşêw niha helbestên Puşkin, Lermantof, Feda, Yesenîn û Maksîm Gorkî werdigerine zmanê Kurdî.

Minalino!

Wey bêwelatino! Jîn talino!
Di xewnêda ez rêwî bûm,
Diçûm cem "Yosant".
Ku derbazi hundur bûm.
Min reş ditin, xwedan al bûn.
Min sipi ditin, xwedan al bûn.
Kirin qêrîn: "Êy bêwelat biderkeve,
Êy bêala biderkeve."
Min kî dit xwedan al bûn
Min got:
Nekin qêrîn,
Ez ê biderkevim.
Vê çîrokê bo minalan,
Êz dibêjim.

Minalino!
Wey birçino! Jîn talino!
Li ser singê neftê, Baba gurgur
Li nêzikê tavgê zêrîn ji agir
Min tirbeke biçûk dit.
Li ser nivîsîbû:

"A li vê derê
Zarokekî çavreşî Kurd
Ji nazan mir."

Minalino!
Dergistiya min qumriyeke ji Diyarbekirê,
Hez dikê ji çiyan, ji qubquba kewan, ji rengê berfê.
Ji bo xwestmê min pir çiyan dan paş xwe.
Rojmêrên xwe pelik pelik min çirandin.
Paseporta min hêvî û xende bû.
Kildan û torê henê bû.
Ku min li deri sipor xist.
Li ciyatî maçkinnê, maçê dergistiyê,
Belxemek zer û penek cizmên reş
Li eniya min ketin.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues