La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2009, Almata
Préface : Pages : 272
Traduction : ISBN : 978-601-06-0467-4
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kc. Nad. Ber. N° 4778Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês

Berevok: Helbest, poêma, serhatî û pyês

Wezîrê Nadirî

Compte d’auteur

Di vê kitebêda sê pirtûkê helbestvan, nivîskar, dîrokzan, zimanzan û xebatkarê civakîyêyî navdar Wezirê Nadirîye bedewetîyê - “Nûbar”, “Reva jinê”, “Welat û Hezkirin” kîjan ku salê cuda-cuda da hatibûn weşandinê, di wê pirtûkêda cîyê xwe digrin. Sed heyf ku kitêba W. Nadirîyê “Zimannama Kurmancî”, kijan ku sala 1947-a hatibû weşandinê me pêyda nekir ku ji nuhva biweşînin. Em gumanin ku emê wê kitêba bi tomerî careke dinê çap bikin û bigînin nesla nû. Yek jî têza (dîsêrtasîya) wîye doktorîyêye ku derheqa dîwana helbestvanê Kurdî mezin, klassikê wêjeya kurdayî qurua XII Melle Ehmedê Cizîrî û çend helbestê wîye ne çapkirî emê cap bikin, paşwextîyê bigîhinîn destê xwendevanê hêja.
Vê kîtêbêda her waha derheqa jiyan, kar û xebatê mamosteyê mezin bi zimanê kurdî û ûrisî agahiyê berfireh hatine dayîn.
Kitêbêda usa jî bîranîne hemdeman, helbest û hevpeyvînê ku rewayî W. Nadirî kirî çî digrin.



PÊŞGOTIN

Wezîrê Cebarê Nado (Nadirî) yek ji hîmdarên edebiyet û zimanzaniya kurdên Sovêta berê bû. Ew salên sîyî ên sedsala borî li Ermenistanê, tevî Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco û komek rewşenbîrên din derkete meydana kurdeweriyê û bi kar-barê xwe, bi zanebûn û şureta xwe bû navekî nemirî di dîroka gelê xwe da. Ji pey damezrandina qeydê Sovêtê ra, çawa seva hemû gel û netewên wî welatî, usa jî ji bo kurdan mecal û mikanê pêşdaçûyînê çêbûn. Hema salên ewlîn da guhdariya mezin hate danîn li ser halê gelên kêmjimar (kêmnetewe). Kurd jî, ku bi hesavekî ne ewqas mezin, li komarên Kavkazîyayê û Asiya navîn jî Tûrkmênistanê da dijîtin, şûndamayî halê nexwendîtiyê, fêodaliyê, û nîvkoçeriyêda dijîtin. Anegorî sîyasiya dewleta sovêtê ya miletiyê gerekê di wextekî kin da, nav netewên kêmjimare weke Kurda da, di warê hildana nexwendîtiyê, hazirkirina kadrên miletiyê, pêşvaçûyîna medeniyet û rewşenbirîyê, xwe rêvabirinê xebatên gewre bihatana kirin. Karên pêşvabirina civaka kurdan hîmlî li rêspûblîka Ermenistanê da dihate kirin.

Heta salên sîyî di wî warî da gelek kar hatibûne kirin. Elfeba kurdî li ser bingeha latînî hatibû demezirandin, rojnema kurdî ya “Riya Teze” li bajarê Yêrêvanê dihat weşandin, xwendinxana Kurdî ya dersdarhazirkirinê karê xwe dikir, gundên kurdan da dibistanên kurdî kar dikirin.
Wezîrê Nadirî hema wê demê hate li nav meydana rewşenbîrya kurdî û bû stûnek ji sitûnên wî karê pîroz.

Malbeta Wezîr sala 1926 a tevî 1700 konên kurdên êlên Birûka ji zulm û zora hukumata tirka direvin, hidûd derbaz dibin, tên Yekîtya Sovêtê: qeza Naxîcêvanê cî dibin. Wura xwera gunda çê dikin. Wezîr wê demê xortekî 15 salî î xwendî, zîrek û jêhatû bûye. Li welêt, wî di hucrê da, li ber destê mela xwendibû, zimanê wîyî kurmancî xurt û paqij bû, xêncî zimanê dayikê usa jî erebî, farizî û tirkî fêr bûbû, haj edebyeta rojhilatê û efrandinên kilasîkên Kurda hebû. Li nava êl-eşîra giran da mezin bûbû, erf-edetê kurmanciyê, rabûn-rûniştandina kurdewaryê rind zanimû. Ber çevê xwe zulma şer û dewên salên 1918-20, pevçên di nav gelên cînar û neheqyên dewleta tirk dîtibû. Texmîn dikir ku qewlên aramî, wekehevî û biratya gelan û xwendin ronakbirya ku weletê sovêtê çê kiribû ji gelê wîra firsendeke pêşdaçûyînêye çiqas mezine.

Sala 1928-a bi qîmetên bilind dibistana cî xilaz dike û li mentîqa Şewlikan berê wek dersdarê zimanê kurdî, paşê berpirsiyarê dibistanê dixebite. Hewl dide ku kurd zarokê xwe bişînin xwendinê. Tevî xebatên ji bo nav gelda hildana nexwendîtiyê dibe. Sala 1933 a derbazî bajarê Yêrêvanê dibe û bi temamiya hêza xwe dikeve nava xebatên kurdewariyê, diefirîne, dixûne. Saya zanebûna gelek zimanan, şureta efrandariyê, zanebûnên dewlemend di nav demeke kinda ne ku tenê nava civaka kurd lê temamya rêspûblîkayê da tê naskirin. Du zanîngêhên xwendina bilind xilas dike. Rojnema «Rya Teze» da efrandinê wî dertên, berevoka helbesta û şanoya „Reva Jinê“ tên weşandin, ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê da dersê zimanê farisî dide, pirsen zimanzaniya kurdîva mijûl dibe, li ser têza doktorya xwe „ lêkolîna destnivîsara helbestvanê kurdî mezîn yê sedsalên navîn Mele Ehmedê Cizîrî (1101-1169), dixebite.

Salên herba cihanîye duda da, derbasî bajarê Tilbîsê dibe. Wura okrûga Kavkazê ya leşkerî da beşeke kurdnasyê ya surrî tê demezirandin, ya ku karê bi tebyetî bin kontrola KGB da pêk tanî. Ew wek serokê parê dixebite. Wan sala ew beşa zanyariyê karne mezin kirin, îlahî di nav kurdên Kurdistana Tirkiyê û Iranêda. Heta niha jî karên wane wan salan di qutîkên KGB êye hesin da dimînin.

Wezîrê Nadirî pirr kin jît. Ji pey şêr ra, sala 1946-a, 35 salyê da, ji Sedema qezyake ne eyanda (hetanî niha sure) têlê emrê wî qetya. Em gumanin, wextek wê bê ew sura sala wê vebe, eşkerebe.

Nivşê meye niha derheqa kar-bar û efrandinê wî şexsyetê kurdî mezin da pirr kêm zanin û gelekî kêm haj efrandinê wî hene. Efrandinê wî 60-70 sal berê hatine weşendin, li kitêbxanên degme mirovada mane, ne ku tenê nikarin bikevne destê xwendevana lê bin qezya undabûnê danin. Berevoka wî ya dewyî 15 sal ji pey miruna wî ra, sala 1961 ê, yanê 48 sal bere bi navê „Wetan û hizkirin „ li bajarê Yêrêvanê hatye weşendin.

Me têra dît efrandinên wî û matêryalên derheqa wîda, ku dest meda hene bi pirtûkekê raberî xwendevana bikin.

Di vê bervokêda sê pirtûkê Wezirê Nadirî yên bedewetîyê ne: “Reva jinê”, “Nûbar”, “Welat û Hezkirin” cî digrin Ew efrandin me guhestine bi tîpên latînî (ya Celadêt Bedirxan). Heyf ku pirtûka wî ya zimanzanyê “Zimannama kurmancî” kijan ku sala 1947-a hatibû weşandinê, me pêyda nekir. Em gumanin ku pêşîrojê emê wê kitêba giranbaha peyda bikin, çapkin û bigînin destê zimanzan mamoste û xwendevana.

Dîsêrtasîya wîye zanistî derheqa helbestvanê klassikê kurdayî mezin Mele Ehmedê Cizîrî û çend helbestê wîye ne çapkirî emê bi bervokeke cuda paşwextyê cap bikin û bigîhine xwendevanan.
Vê kîtêbêda, usa jî derheqa jiyan û kar, xebata mamosteyê mezinda bi kurdî û rûsî agahiyê berfireh, çend şiklê wî, li gel heval û hogirên wîye nezik jî hatine weşandin.
Wexta weşana kitêbê me her cedand ku tu guhestinê nekin nava efrandinê nivîskar, orjînalê xayîkin.

Em hîvîdarin berevokê bala xwendevana bikşîne li ser xwe û bibe dîyarîke hêja ji bo bîranîna wî Kurdê welethizî mezin.

Dil Teqya

Ez çûme xirmana kolxozê, bêderê,
Li wê derê hazir bû uzvekî dinê,
Ew kal bûbû, hatibû ber mirinê,
Berê, salada dîtbû gelek derdê dinê

Ew kolxozêda bi dil, ceger dixebitî,
Rûnişt, hilda devê xwe qelûna vêketi.
Ji minra qise dikir derdê buhurtî,
Ewî digot nolî merivekî dil şewitî.

-Ax! çi zû kal bûm,
Wax! çi zû kal bûm,
Ji xebatê bê kêr bûm,
Ji hebûnê bê kar bûm,

Ez ji kalbûnê ker bûme,
Rû sipî, pişt xar bûme,
Ji derbdarîyê şûnda mame,
Emrê buhurtî poşman bûme.

Ezê bejim rojê min derbazkirî,
Wekî tu seva halê min bigirî,
Aqilê te şaş be, çevê te bibin tarî
Çika dikarî bibînî çara vî agirî.

Niha dibêjim, yeko - yek,
Kesibbûm, ez bûm çêlekek,
Min yek jî qazançkir, bi zorekê,
Ez jî îdî bûme xudanê malekê.

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues