Tanc
Dema ez bûme bîk Bi tancê stirîya hatim xemilandin Bê berbîk Çi nîne ew daxaz Zîndanî bimînin Şîn bin wek keser Bila ev belatînik Li zivistanan bifirin Bê çeng û per Eger birîna min Mîna befira zinarên tezî ye Ya te bîyabanên tîhnî ye Li ber çavên xelkî Bi qonaxan ji te dûr im Ez û tû dizanin Hemî rastî nebîn in, kor in Mîrgehê evîna min Dilê te ye Lewma hindî tu heyî, heye Herçende ew daxaz Zîndanî bû Evîn jî bi wê egerê Gorî bû Rojgar dewran e Maf û dad Bi dev e bi ezman e Li bin şîyana Xudayê hemîyan e 02.11.2003
Xatû Zîn
Bo Ewrupa û dolar Heracî ye le gund û şar Kes nasûtê bo evîn Itir kes nabê be xatû Zîn Mem û Ferhadekan Bûnete kiryarî serdemî bazirgan Nêrgiz, lal û nesrîn Wuşk bûn lem beharey bê ewîn Minîş bûm... Bûm be çîrok Bîstûtane ? Çîrokî bûkeşûşey Pişt şaxî xem Itir bese Ba waz le bûkeşûşe û çîrok bênim Ba be diwa wuşe nehênî dilim bidirkênim Na... Namewêt bibim be Zîn Bo Memêkî xofiroş Beha dananê bo evîn 03.09.2003 .... |