Bohtî û Mehmedî û Silîvî Hin le'l û hinekji zêr û zîvî / Mem û Zîn
PEŞGOTIN
Ev pirtûka di destê we de ne bi mebesta pirtûkek ku ji serî de hatibe plankirin û di pey de hatibe nivîsîn. Seranser bi mebesta bi riya malpera Silîvan (www.silivan.com) agahdarî dayîna xwendevanên ku meraq dikin li ser Farqîn û Silîvan tiştek enformatîk hîn bibin.
Şaredarê Farqînê yê berê birêz Fîkret Kaya bi armanca alîkarî xwestinê hatibû Ewropayê û di vê navê de jî Swêdê. Hem alîkariya diravî ya ji bona projeyên şaredariyê û hem jî riyên binasîndayîna Farqînê dabû ber xwe. Niyeta xwe ji me re got, min jî wekî dibêjin “diyariyên Xiyan, kaxê hirmiyan” ya dilê xwe gotê: “Ez bi tenê dikarim binivîsim. We divê wek malper, we divê wek pirtûkek danasînê, bi wî awayî dikarim alîkarî bikim.” Ew pê dilxweş bû.
Silîviyên hazir xwe dan ber avakirina komeleyek û li ser navê komelê malperek ku ji aliyê maddi, teknîk û îdarî ve barê wê li xwe bigire û aliyê nivîsandinê jî li min bihêle. Şaredarî jî ewê malpera me li hawirdorê xwe bida nasandin û berhemên wê malperê gava bibûya bi qasî pirtûkek dê çap û belav bikira.
Bi germiya ajîtasyona wê derê Mansûr Cahîd serîlêda, destûr û kiryariya malperek stend, nasê wî yê birêz Mano Ahmadyan wek webmaster mil da berê û min jî çokan şidand van berhemên di berhevoka di dest we de amade kir.
Hemû nivîsên vê berhemê yên bêîmza yên min in. Min pêwist nedît ku hema di bin her nivîsa xwe de Rojen Barnas binivîsim. Ji yên mayî du nivîs -Ji Şerefnameyê, Meyafarqîn û Çiyayên Silîvan- bi xwe bi kurmancî bûn, hersiyên dîtir ji farisî, îngilizî û tirkî ji aliyên min ve hatine wergerandin.
Di nivîsên xwe de ez giliyê Farqîna xwe, yanî Farqîna ku min dîtiye dikim. Çi hemkûfên min, çi kesên ji min mezintir an piçûktir, dibe ku Farqînê bi çavek dîtir dîtibin. Tiştê ku wan dîtibe min nedîtibe, berevajî tiştê min dîtibe dibe ku çavên wan pêneketibe.
Di saloxdayîna cih, mal û deveran de min nasnavên wê demê yên ku di nav gel de naskirî bûne daye, herwekî “maia Şêx Cafer” ne ku “mala Cafer Yaruk”. Ji xwe hingê ku meriv bigota Cafer Yaruk ewê kesî ew nas nekira.
Di beşa edebiyata nivîskî de min Siyehpûş bi tenê kirê. Ji ber ku heta me kovara TÎRÊJê derxist jî em rastî berhemek edebî yê nivîskî yê kesek nehatin. Di salên 1960? de bi îmza “Xortê Silîvî” an “Lawikê Silîvî” di weşanek de min şi’rek dîtibû, lê ew “Xortê an Lawikê Silîvî” kî bû û wekî dinê çi berhemên wî hebûn, nizanim. Û min nexwest ji xwe û ji yên li pey xwe behs bikim.
Erê karê nivîsê yê min e, lê wek malper, bi fedakarî û xebata berpirsiyar Mansûr Cahîd Gemici, webmaster Mano Ahmadyan, Salih Yilhk û Ridwan Beau, fotoyên hêja yên Evdo û Josêfa Bertolino ne û bi alîkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê ev kar meşiyaye. Bê alîkarî, tevkarî û xebata wan, herçend min bikariya binivisanda jî ewê ev berhem çênebûya. Ji ber alîkarî û westa wan ji wan re spas dikim.
Ji bona wek pirtûk derketina vê berhemê eleqeyek taybetî ya Kendal Nezan çêbû. Çi ji ber wê eleqeyê, çi ji ber bi dest xistina wêneyên Farqînê yên 1911 de kişandî û çi ji ber kontrol û li hev rastkirina kêmasî û şaşiyên rastnivisîna vê pirtûkê, jê re gelek gelek spas dikim.
Rojen Barnas
1. Farqîn - Meyafarqîn
Farqîn, Silvan, Silîvan û Silîvî Farqîn: Farqîn kurtkirina Meyafarqîn/Mafarqîn an Mayyafarqîn e ku navê bajarê di nav kelê de ye. Li rojhilat gundê Qulfayê, li nîvroyê rojhilat Gundêreşo û li bakurê rojava Şifqet ji aliyê îdarî ve herçend girêdayê Farqînê bin jî Farqîn nîn in.
Silvan: Di çaryeka dawîn a 1800 de ku Farqîn bû qeza û baregehê qeymeqamiyê, bi tirkî navê “Silvan” lê hate danîn. Silvan dejenere bûyiya navê Silîvan e ku îro bi tenê tirk bi kar tînin û di nivîsên tirkî an fermî de bi kar tê.
Silîvan: Di nav gel de bi piranî dengê “n” ya dawî dikeve û wek Silîva tê gotin; herwekî Bota(n), Xerza(n), Şikaka(n). Silîvan navê yek ji sê konfederasyonên eşîrên Kurmancan e: Milan, Zîlan û Silîvan. Ji zozanên xwe yên li Sîpanê Xelatê heta germiyanên xwe yên li rojhilat û bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, li wan deran danîne û bicih bûne.
Di danîna alayên Hemîdiyê de seltenet vê taybetiyê daye berçavê xwe û li wê gorê ji Milan Brahîm Paşa, ji Zîlan Kor Huseyn Paşa ji Silîvan jî Seyfedîn (Sêvdîn /Sêrdîn) Paşa kiriye paşayê wan herêman. Di wê demê de Farqîn hem bûye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Seyfedîn Paşa ku li navçê bi navê Sêrdîn Paşa jî tê nasîn.
Mîr Celadet Bedir-Xan di Hawarê de gava giliyê eşîrên Botan dike dibêje ku ew eşîr gişt Silîvî ne(i).
“Eşîra jêliyan, eşîrek ji eşîrên Botan e. Eşîrên Botan sih, sih û pênc eşîr in û bi awayê jêrîn lêk vedibin: koçer û dêmanî. Koçer jî du bir in: Çoxsor û Şilît. Çoxsor: Mîran, Alikan, Dûdêran, Dawûdiyan, Soran, Garisan, Gergerî. Şilît: Batûyan, Teyan, Xêrkan, Kiçan, Mûsereşan. Eşîrên deşta Slopî: Hewêrî, Zêwkî, Spêrtî, Reşikan. Dêmanî: di vî milê avê de: Meman, Hesinan (jêrîn û jorîn), Ebasan, Aliyan. Di wî milê avê de: Berwarî, Erih, Garisan (koçerên wan jî hene) Welat - Kelhok, Welat - Kêver, Welat - Kilîs, Şûvan, Jêliyan, Dêrşew, Hacî ...
|