La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dewrêşê Evdî


Auteur :
Éditeur : Elma Date & Lieu : 2003, İstanbul
Préface : Pages : 318
Traduction : ISBN : 975-92460-4-X
Langue : KurdeFormat : 115x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kir. Dew. N° 1081Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dewrêşê Evdî

Dewrêşê Evdî

Eyûp Kiran

Mîr

Kulîlk bi Dewrêş û Edûlê re şa dibû, te digot belkî Dewrêş û Edûl mêvanên wê bûn, ew jî mahzûvan. Edûlê ew rê Dewrêş dabû. Kulilka bijbizêk, rûyê wê bi Dewrêş û Edûlê de bû, çilkên baranê li ser pelên wê rind xuya dikirin.
Ser wan sayî bu, roj ji derve bû, li hêla bakur ser Kurra Manga re keskesor li darketi bû, rê hev dan. Edûlê ji Dewrêş re got, çaxa meriv vê keskesorê dibîne çi miradan bixwaze, Xwedê dide mirov. Dewrêş dengê xwe nekir. Dewrêş di zikê xwe de got: “Ez çi bixwazim. Ez te dixwazim, wekî din tu tiştekî naxwazim.”



PÊŞGOTIN

Ez ji gundekî Swerekê alîyê Qerejdaxê nie û ji eşîra Keja me. Di guna Federasyona Eşîretên Millî dc Keja jî wekî sîh çil eşîrê din endamê wê saziyê bûn. Hin û hîn jî qise were ser qisê dibêjin em Millî ne û ti yek cîhan di dahwan de, di bijartinan de, heta di şer û aşitîyan de hewcê hebe hevûdu diparezin.

Ez hinekî qala xwe bikim. Ji zaroktîya min biqandî ku tê bîra min, bihar a derengîn, havîn û destpêka payizî mala me di konan de rûdinişt. Konê me ii ser sêzdeh hustûnan bû. Tejên kon, hustûn, perde, rewag û xirar, çît, koz, sing û sêwan, hebin û şirîtên, konê me bêqusûr bûn. Di nav gundê dora me de û eşira me de konên ji konê me mezintir tune bû. Ez bawer dikim di Kurdistan ê de kon ji yê me mezintir tune bû. Li hêla hêşya kon oda peya hebû û herdem raxistî bû, hew dîbek û gumgumê qahwê tune bû. Yen kû ji bav û kalan da ma bû, li mala apê min ê mezin mabû. Mêvanên ji derên dûr û nêzing dihatin li mal a me dibûn mêvan. Rêwîyên xerîb li mala me dihêwirîn. Bavê min xwedî gûnd bû, nêzînga sih cotyarên me hebû, lê bavé min axatî ne dikir. Li odeyan qahwe kelandin edeta axayan bû. Loma bavê min emelî pê ne dikir, dezgeyê qahwê saz nekir. Ji xwe kar û barê me yê cotyariyê û terş xwedî kirinê pirr bû û em wehîd bûn. Li oda qahwe kelandin ji me re luks bû.

Zvistanî mala me dikişîya xanî. Wekî ku gundê bavé min gelekî mezin bû, lê xanîyê me yê zvistanî pirr xirab bû. Dîwarên xênî bi kevira hatibû çêkirin, bi herîyê hatibû seymandin, û xanî ji paye bi erdê re rastbû. Odayek peya hebû, çavîyek mezin jî him mitbax, him kulîn, him jî ci yê raketin ê bû. Axûrêk jî bi xaniyê meve hebû, heştiryek, axurê dewêr û kadîn jî pêve bûn. Hespek me va mihînî kihêl, cinasê wê Rîşê hebû, arwanekek (arwane, heştira mê) me û neh deh mangê me hebûn. Yeksala arwana me diza toruma me hebû. yeksala hespa me diza canîya me hebû.

Kerîkek pezê me hebû û serjivanekî ragirtî diçêrand, ez deh salî bûm şûnda min havînî dûajotîya serşivanan dikir. Min gelekî şivanîya kar û berxan jî kiriye. Yeksalên ewilî pezê me ji ber alif hindik bûyinê bervî Serêkanîyê diçû, Berîyê.
Ne li kon, nejî li xêni odeyek bi taybetî ji bona zaroyan tune bû. loma ez li oda peyan rûdiniştim û radiketim. Mêvan, omidivên me û hevkarên me li oda peyan rûdiniştin. Civat digerandin. Wan qise dikirin, min guhdarî dikir. bêla kesekî din xizmetê bike tune bû, min dikir. Berî çûyina dibistan a bingêhî ev ode dibîsiana min a yekem bû. Di van mijulayên civaté de bahaya cil û cawên bajêr, xwê û şekir. sabûn û ava lambê, bahaya pez û dewêr, bûyerên bajêr. karên pez û terş xwedîkirinê. rewşa xwezayîyê. Karên cotkariyê dihat qise kirin û civat agahdar dibû.

Ha ez vêya jî bêjim, civat carna li berberoşk li dardiket. Berberoşk li diyarê gûnd bû. Ji hêla bayê kur de dîwarek hatibû rakirin û li hêla başûrê dîwêr jî sekûkek hatibû çêkirin. Rojên ku ewr tune bûn, bayê kur li mirov bandor ne dikir û tîna rojê bi mirov pirr xweş dihat.
Herwiha di wan civatanan de gelek tişt dihat ser zimên. Tê bîra min, min mêze dikir, taliyê mijar dihat ser dirokê. Wexta dîrok dihat qise kirin, peyva ku pir derbas dibû talan bû. Me nizanîbû talan çiye. Hinek mirovên rîspî salên wan pirr, gelek bûyerên talanê bi çavên xwe dîbûn û di tatelê re derbas bûbûn, yan jî pêjdirên wan yen dîbûn ji wan re gotibûn.

Mijara civatê, talanên pez û terşên koçerê Milia û talanker jî eşîra Şemir bû. Eşîra Şemir him diziya pezên koçeran dikir, him talan dikir, him jî xwediyê keriyan dikuştin. Koçerê diçûn Berîyê ji eşîrên Federasyona Milia û Kika bû. Di civatê de gelek car min dibihîst, rîspîyan ji bo Şemira digotin “Peye Şemir xwîn di zikê wan de tune ye”, her waha zalim bûn. dibe bir û bawerya wan jî ew bû ku rîspîyên wan di civatên xwe de digotin “koçerên 'Ekrad talan kin. tew tiştek bi dest we ne keve, hema li dewsa wan kurkek û hestakek bimîne dîsa bese”. Bi gotinên civatê Şentiran bi ser talanen de pirr çav sor bûn.

Car carna tarîxa bûyerê din û boy belîkirina emrê mirov, digotin “sala Şemira talanê mala tlankes birin, sala eşîra Dodika û Şemir pevçinî, sala di şerê Şemir de flankes hat kuştin, sala mala flankes talan bû. Flankes ji mak zayiya xwe bû. bûyerên. talankirinên Şemir, ji Kurdan re destpêk bû.
Di pey sohbeta talanan re mijar vedigeriya ser Dewrêşê Evdî. Bi gotinên civatê, hêzên Şemir pirr xedar bû, Dewrêş bi wan re şer kiri bû û darbeyeke mezin li Şemir xîstibû. Dewrêş qahramanek bû. Ev ji wê hîngê de di mejîyê min de hat nivisandin.

Dûmek di pê re min dengbêj dîtin. Dengbêj ji berê de hebûn. Ez nuh lê hay bûbûm. Bavé min ji dengbêja gelekî hez dikir, gava kar û barên gûnd pirr zibare bû, dilê wî ji diixwest guhdariya dengbêjan bike. Dengbêj bi kêf dihatin mala me, ya payizî wexta benderan, yan jî havînî wexta qatixê çolê pirr dibû. Bavé min dilê wan razî dikir. Car carna dawet li dardiketin dîsa dengbêj dihatin. Li ba mê û Swêrekê, li Wêranşahrê em ji wan re aşiq dibêjin, esl û feslê wan ji me cuda ne, lêbelê ew xwe Kurd dihesibînin, xwe bi ser eşirên Kurdan dihesibînin. herwiha mina Kurdan bûne. Bi dengbêjiyê ew nafaqa xwe derdixin, malmezinên eşîran naqdî an jî aynî alîkarîya wan dikin. Ji ber vê yekê dengbêjî ji wan re bûye huner, bûye senaet û debara dinê û jîyanê.

Dengbêjên ku min guhdari kirine piranî Dewrêşê Evdî distran. Cembelî Mîrê Hekarî, Teyar,
Même Alan, Kerr û Kulik, Filîtê Quto, Bişarê Çeto, Zembîltroş, Siyabend û Xecê, delal, zalim jî dihatin xwestin û dihatin gotin, lê nîvê pirr Dewrêşê Evdî dihat xwestin û stran. Min meraq dikir ku Dewrêşê Evdî kînga jîye, bûyer çawa bûye, di pê re çi qevimiye. Kesî pir nizanî bû, Hemûkesî bi awayekî digot.
Ji xeynî dengbêjan, car carna ji xelkê jî hinekên zane li ser Dewrêşê Evdî distran. Kekê min Xelîl jî li ser Dewrêş rind distra. Rêwîyan, şivanan distran. Li ber serê nexweşan jî dihat ser zimên. Ji bo nexweşan bi taybetî ban dengbêjan dikirin.

Demekê, me radyoya Yerîvan ê, radyoya Bexdad ê û radyoya Kermaşan ê guhdari dikir. Radyoya Yerîvan ê di weşanên xwe da klama Dewre§ê Evdî hew kertekik kurt di heftekîde gelek car digot. Ya Bexdadê û ya Kermaşanê car carna digot. Di pê re, teknolojî pej da çû, teyp derketin, me qasetên dengbêjan guhdari kir. Cergî ku Televizyonên Kurdî derketine li sahnê em klama Dewrêşê Evdî bi kurtayî guhdari dikin. Yanê perçeyek tê gotin. Lê belê kes nizane çi wextê bûye, bûyer ji boy çi derketiye, sedema wê çiye. Di gelekande şaşitî hene, tarixşaşe, coxrafye şaşe, tekilîyên eşîran, Kurdan, Ereban û Tirkmanan şaş tê hûnan. Min di qasetekede guhdari kir. digot Dewrêş ji boy çavbeleka avêtiyê ser Ereban. Yanê Dewrêş ji boy çavbelekekê, ji bona qîza paşê Milia çûye ser Şemiran. Ev tiştekî pir xelet e. Ger armanca Dewrêş çavbelek bûna Dewrêş wê çawbelek birevanda. Navê mêranîyê li ser Dewrêş bû, loma ev erka han di hustiyê wî de ma. Gelek hunermendên li ser Dewrêşê Evdî distrên û çîrokê dibêjin, diroka Federasyona Eşîrên Milia û yen hawîrdora wan, erdê tê tê de jînin û kar û barên koçeran nizanin. loma. dikevin şaşîyan, gorayî dîtina xwe diguherin.

Dengbêjan. çiroka jiyana Dewrêşê Evdf car carna bi stran. car carna bi gotin dianîn ser ziinên. Her dengbêjek stîlik wî hebû. Lë belê bingehên wan yek bûn. Wêxta min guhdari dikir. dilô min teng dibû, min keser dikişand, gelek car xwe dikir dewsa Dewrêş. an jî min evv wekî bravé xwe dihesiband, bêhemd hêsir ji çavên min dihat. Min xwe enternasyonalîst dihesiband, rasîzm bi min re qet tune ye, ez jê nîfrin dikim, ê gelo sedema hêsrên çavên min çibûn? Wexta liun bixwînin hune bersiva vê pirsa min bibînin.
Ji stran ù çirokê hew min zanî bû ku Dewrêş xortekî Kurde Şerqî (Ezidî) ye, lêhenge, bi Şemir re şer kiriye û evîndarê Edûla qîza Zor Ternir Paşa yê Millî ye. Jiyîna Dewrêş di demek Kurd, Ereb, Tirk û Ermenî dramik dijwar dijîn, di wê demê de derbas dibe.

Lê yê ku wan digot dilê min rehet ne dikir, Dewrêş kînga jîyî bû? Di kîjan saiêde bi Şemir re §er kiribû? Kesî ev nizanî bû. Min dixwest ez bûyerê giştiki jihevda bixim, bi bingehî tahmbikim
Destana Dewrêşê Evdî di nav kurdan da li gelek hereman tê gotin. Li Anadoliya navîn, Li Qafkasyayê, Li Serhêda, Li Beriyê, bi her zaravî tê gotin, Millî bi, ne Millî bi, kurmanc bi, dumulî bi, bisulman bi, ne bisulman bi, ji vê destanê hez dikin, distrên û guhdari dikin. Kurdên ne Millî ne hîn zêdetir ji vî destanî hez dikin. Gelo çawa dibe hewqas bi dor tîrehî tê gotin û hezkirin. Hila ji Haymanê xalê hevalê min Bersan navê wi Remzî bû, xalê Remzî herçî cara ku ez diçûm Enqerê min xalê Remzî didit, digot “xwarzê kanê te banda Dewrêşê Evdî ji min re anî, yan ne anî?” Xalê Remzî çû rehmetê, hesreta band ne birinê di hundurê min de ma.
Û bi kurtasî, di wê destanê de Wêjeya Kurdî va bi ziman tê gotin heye, di gotinan de dîrok heye, ji bo wan rojan ronahiyê tîne holê, erf'û edetên kurdan heye derdixe holê, çanda maddî û manêwî heye û muzîka Kurda heye.

Hetanî niha ez memûrê dewletê bûm û min li ser erdçandiniyê lêkolîn kirinê. Min bala xwe dayê tu weşanên bi dor frehî li ser Federasyona Milia û li ser destana Dewrêşê Evdî tuneye. Ji bo vê yekê Dewrêşê Evdî ket mejûyê min, ket dilê min û min xwest ez binivisî-nim. Bi rastî hetanî niha kesekî ne nivisandî bû, zora min diçû.

Ez werim ser navê wî. Dewrêş, ji Kurdên Ezidî ye, dê û bavé wî navê wi Dewrêş daniyê. Kes nikarê biguhere, Dewrêş mana wê. yen ku dikevin terîqan û ji bona terîqê digerin û li erbanê dixin. “Dewrêşê mala şêx” jê re minakeke. Dewrêş ji du kelimê Kurdi çêbûye. Yek dew, yê din rêj, dew ji dev tê. dawiya wê nerm bûye. bûye dew, reş jî ji reşandinê tê. Van nava bi Tirki bûye Derviş, û li yek heremên Kurdan jî bûye Derwêş. Di nava Kurdî û Tirkîda, carna jî dinav Kurdî bi xwe da hinek kelîmên waha bi yek tîpên guherandî heye. Wek berf û befrê. Berî her tiştî ji ber ku navê wî yê mak zayî Dewrêş bû, min jî bingeh wisa girt, bawer dikim ya rast jî ev e.
Li ser Dewrêşê Evdî heta niha kesî lêkolin ne kiriye, min di jorî nivîsa xwe da gotibû. Hêviya min heye ku hinek lêkolinger wê Dewrêşê Evdî ji xwe re bi mijar kin, ji devê dengbêjan versiyonên cuda berev kin û çap bikin.

Min wexta dest bi xebatê kir, pêşye him li ser diroka eşîretên Kurda, bi taybetî li ser Qonfederasyona Eşîrên Milia û li ser Dewrêşê Evdî lekolîn kir. Çavkanîyên ez gihîştimê min desdewrî hev kirin. Ez ê di demek kurt de diroka Qonfederasyona Eşîrên Milia ji weşandinê re amade bikim.

Di vê xebata xwe da min qasetek dengbêj Mahmê Hesê, qasetek Koma Armanc, sê qasetên Baqî Xidir girtin û guhdarî kirin. Mahmê Hesê bidil û can dibêje, lêbelê di tarîxa buyerê de şaşitî çêkiriye. Koma Armanc hinek lêkolin kirine, ji qasetên gelek dengbêjan dudik bijartine, gorayî dîtina xwe hûnanê, coxrafyayê nizanin û tekilyên gelan de ketine şaşîyê. Baqî Xidir di tarîxa bûyerêde nezîngî anîye lê di hûnandina naverokêde şaşitî çêkirine. Ev gorayî dîtinên min in, belkî ez şaşim. Birêz B. Şahînê Soreklî banden Baqî Xidir di internetê de malpera avestakurd.net de navbera hejmarên 33-37 an de weşandi bû min xwend, birêz Celîlê Celîl versiyonek dengbêjan di Rewşen ê de weşandi bû min ew jî xwend. Ji Swêrekê Elîyê Sînê Helo( Ali Akmaz) bi eslê xwe aşiq bû û ji mala Sîyamo bû, bi qise kirin ji min re çiroka Dewrêş got. Û min li heremê lêgerîn kirin, ji gelek kesan pirs kirin. Ez ji wan lêkolîner, nivîskar û hunermendan re gelek spas dikim.

Di nivisandina vê berhemê da, ji ber alî kirin û redakte kirinê ji Mamoste Ceylan Tari û Mamoste Receb Dildar re minetarim û gelekî spas dikim.

Temir Paşa ji Stembolê Vedigere

Îro Paşayê Milan ji Steinbolê dihat. Ji her eşirê neh deh, nezîkî sed siwarî pêrgîn çûbûn Ruhayê. Du sê peya li diyarê girê Qebeheyderê runiştîbûn û bi dûrbînê li riya Ruhayê mêze dikirin. Hemû rîspî û serekên eşîrên Milan hatibûn bin konê Paşê, çavên wan li peyayên diyarê gir bûn ku kengê ew ê bibên “waye tên” bin kon, pêş kon û Ebra(zoma) Milan ji her eşîrê bi rengîn, cûr be cûr bû. Girêdana peyayên her eşîrê cihê bûn, ji cilên wan bi rehetî ji hev dihatin neqandin. Tu Kuran, Kumnexşan, Dodikan, Bilkasnian û Dêwan bibêje, tu Şerqiyan bibêje, tu Mendan û Nasiran bibêje, tu Tirkan, Kejan, Alreşan û Hacikan bibêje. Ji hemû eşîran peya li bin konê mala Keleş Evdî li aliyê hêşya dîwanê li ser kulav û xaliçan rêz bi rêz runiştî bûn. Hîn jî ref bi refji ebrên xwe dihatin, hespên xwe ditewilandin û diçûn bin konê Paşayê Milan. Dîwana Paşê jî, ji hatina wî rê amade bû.

Peyayên Milan, hinek rîspî bûn, hinekan nûh riya xwe qelem dikirin. Hinekan simbêlên xwe bi rûnê gulan badidan, dikirin wekî qoçên xezalan û hinekan jî nuh simbêlên wan xwêdan dida. Bi qandî panzdeh bîst ciwanên bi çek li bine pêlavan, li ser hawûdê hêştiran rûniştî bûn.
Gumgimê qehwê dikeliya. Bêhna qehwa Yêmenê ji gumgum derdiket û xwe digîhand bêvilên rûniştiyan. Qehwegerînan di fîncanên ferfûrî de qehwe digerandin. Mezinan qelûnên xwe dikişandin. Dû û bêhna tutûna şcwitî bi ser cimhatê diket û li ber bayê diherikî diçû.
Milan ji hatina Temir Paşa bixeber bûn. Rojek berê ji ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues