La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tarıxa Dewleta Kurdan


Auteur :
Éditeur : Weşanxaneya Azad Date & Lieu : 2015, İstanbul
Préface : Pages : 852
Traduction : ISBN : 978-0-9575612-7-4
Langue : Arabe, KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ara. Xez. Tar. N° 4584Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tarıxa Dewleta Kurdan

Tarıxa Dewleta Kurdan

Mihemed layê Brahîm layê Mihemed

Weşanxaneya Azad

Wek ku dîrokzanekî gotiye; ji bo xelkekî felaketa herî mezin, nivîsandina dîroka wî ya bi destê dujmin e. Ev tespît pir watedar e û rastûrê Kurda eleqe- dar dike. Loma di gel hemû zehmetiyan dema Kurd bixwe dest bavêjin dîro- ka xwe û binivîsin, ev bi serê xwe pir girîng e.
Nasnameya Kurdan ku yek ji xelkê herî qedîm yê Kurdistan û Mezopotamyayê ye, bi destê rejîma Kemalîst ya şopdarê Ittîhat û Teraqqîyê ji destpêka Cumhûriyetê ve bi fermiyet hat qedexekirin û li ser bingeha “neqebûlkirin û tunehesibandin”a Kurdan “dîrokek fermî ya Tirkan” hat avakirin.
M. Kemal, li Izmîrê di Kongreya Iktîsadê ya sala ...



JI WEŞANXANEYA AZAD

Dema di 2012’a de me Weşanxaneya Azad ava kir, min xwest ez bi vê berhema gelekî hêja dest bi weşanê bikim. Lê wexta min fêm kir ku werger û amadekirin wê gelek wext bistîne ez mecbûr mam dev ji vê fikara xwe berdim. Ji wî wextî ve, yanî ev nêzîkî 3 sala ye em li ser vê kitêbê dixebitin û niha em gihiştin merheleya çapkirinê.

Kitêba “Tarîxul Dewletul Ekrad” cara ewil min ji lêkolîner-nivîskar Mehmet Bayrak bihîst. Di bernameyek televizyonê de behsa vê berhemê dikir û digot ev berhem li Kitêbxaneya Suleymaniyê li Stenbol e. Ji bo bidestxistina kopîyek orjînala kitêbê ez pê re ketim têkiliyê. Wexta ez li Stenbol çûm kutupxaneyê ez dîsa bi telefonê bi Mehmet Bayrak(li Almanya bû) re axivîm, bi rêpêşêkirina wî ez bi ser berhemê vebûm û kopîk kitêbê ya PDF ji min re xistin CD’yekê. Dûra li London me û Mehrnet Bayrak hevdu dît, em dîsa li ser berhemê axivîn û min rice kir ku pêşgotinê ji vê kitêbê re binivîse.

Ev kitêb bi Erebî hatiye nivîsandin. Min xwest ez hem orjînala kitêbê û hem jî wergera wê ya Kurdî çap bikim. Ji ber ku kitêb nêzî 700 salî berê hatiye nivîsandin, kesê ku karibe vê kitêbê vergerîne Kurdî pir hindik bûn. Bi pirsyanê ez têgihiştim ku M. Emîn Narozî van xebata dike. Min xwe gihand M. Emîn Narozî, wî jî bi dilxweşî ev xebat girt ser xwe û piştî kedek zêde werger temam kir.

Ev kitêb ji du beşan pêk tê, beşa orjînala kitêbê ya ku bi tîpên Erebî ye û beşa wergera Kurdî ya ku bi tîpên Latînî ye. Heke li gor tîpê Latînî em îfade bikin beşa Erebî ji dawiya kitêbê dest pê dike û ya wergera Kurdî jî di serê kitêbê de ye. Yanî di vir de kitêba “Tarîxul Dewletul Ekrad” û wergera wê ya Kurdî “Tarîxa Dewleta Kurdan” cih girtiye. Jixwe esas beşa orjînal e, dibe ku kêmanî û xelitiyê me hebin, bi vî hawayî îmkana liberhevxistinê jî heye.

Ji ber ku kirin ev berhema pir hêja bigihe ber destê xwendevanan, di serî de ez gelekî spasî Mehmet Bayrak û M. Emîn Narozî dikim. Ji serê ewil heya kitêb qediya di gelek waran de alîkariya Şadî Hassaf jî bi min re çêbû, ez gelekî spasî wî jî dikim. Ez hêvî dikim ev kitêb, bi qasî hêjabûna xwe cihê xwe bigre.

Edîtora Weşanxaneya Azad
Eslîxan Yildirim

Kıtêba Herî Pêşî ya Dîroka Dewleta Kurdan ya ku Îro di Dest Me de Heye*:
Tarîxu’l- Dewletu’l- Ekrad(Tarîxa Dewleta Kurdan)

Wek ku dîrokzanekî gotiye; ji bo xelkekî felaketa herî mezin, nivîsandina dîroka wî ya bi destê dujmin e. Ev tespît pir watedar e û rastûrê Kurda eleqe- dar dike. Loma di gel hemû zehmetiyan dema Kurd bixwe dest bavêjin dîro- ka xwe û binivîsin, ev bi serê xwe pir girîng e.
Nasnameya Kurdan ku yek ji xelkê herî qedîm yê Kurdistan û Mezopotamyayê ye, bi destê rejîma Kemalîst ya şopdarê Ittîhat û Teraqqîyê ji destpêka Cumhûriyetê ve bi fermiyet hat qedexekirin û li ser bingeha “neqebûlkirin û tunehesibandin”a Kurdan “dîrokek fermî ya Tirkan” hat avakirin.

M. Kemal, li Izmîrê di Kongreya Iktîsadê ya sala 1923’an de digot; “Dîroka Dewleta Osmanî ji serî heya binî destana ku behsa padîşaha, emîra, şeqsa û rewş û danûstendina wan e. Heslê kitêba ku paşeroj û sedsalan li ser navê dîrokê dane dest me ev e. ” lê wî bi xwe jî di kitêboka rêber ya ku di sala 1930’î de bi navê “Stûnên Tarîxa Tirkan” da hazirkirin û xist merîyetê de, di elimandina tarîxa Tirkan ya fermî de ev vegotina nîjadperest ferz dikir:

“Tarîxa Tirkan, wê ji milletê Tirk re vebêje ku irqê wî, ji heyama ku li ser rûyê dinyayê insanetî peyda bûye heya niha xulyaqeta herî bilind û esîl temsîl dike, dipêvajoya sedsalan de bijêhatîbûn û aqilmendiya irqê wî lipeyhev şewqa şaristaniyê daye tarîtiya ezmana ya beşeriyetê. Tarîxa Tirkan, wê ji milletê Tirk re vebêje ku; irqê wî bi qasî eskeriyê, rêveberiyê û siyasetê, di ilm,fen, ede- biyat û hunerê wek resim, musîk, mîmarî û heykeltiraşê de jî bi qabîlîyeteke bêemsal hatiye stran.

Tarîxa Tirkan, wê'ji milletê Tirk re vebêje ku, li dinyayê çi dera şopa insan tê de heye li wir mora hakimiyet û çanda irqê wîya ku winda nebûye û her wê ...

*Kitêba Ebu Hanife el Dînawerî ya bi navê “Ensab el-Ekrad”(Koka Kurdan) di sedsala 9’emîn de hatiye nivîsan- din lê negihaye roja me. Li gor hin çavkaniyan 4 nusxeyên qopyê destnivîsê wê hene.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues