La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Zanistên Civakî


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2014, İstanbul
Préface : Pages : 392
Traduction : ISBN : 978-605-5053-20-8
Langue : Anglais, Kurde, TurcFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Ang. Kir. Fer. N° 4592Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Zanistên Civakî

Ferhenga Zanistên Civakî

Abdullah Kıran

Nûbihar

Hin peyv û têgeh hene ku teşeyekî gerdûnî standine û ne pêwîst e ku di şûna wan de gotinên nû bên çêkirin. Çêtir e ku em peyv û têgehên weha di zimanê xwe de jî biparêzin. Çunkî di gelek zimanên dinyayê de jî yek in. Belê hin peyv û têgeh hene ku li bejn û bala zimanê Kurdî nayên. Zirr û bêpîr in, wek şûjin an diriyê ku çewal çirandine û derketine der xuya dikin. Bi kirasê Kurdî re naçin ser hev, bi sewt, awaz û ahenga Kurdî re li hev nakin, li bejn û bala Kurdiya şêrîn û narin nayên. Hê ji dûrî ve xwe kifş dikin. Loma divê ji bo peyv û gotinên weha, ji axa Kurdî, ji baxçê gülistana Kurdî, bi gotineke din, ji qumaşê Kurdî peyv û têgehên nû werin birrîn an danîn. Peyv û têgehên ku xweş li bedena Kurdî rûdinên û pê dikevin. Peyv û têgihên ku Kurd xerîbiya wan nakişînin; dizanin ku ji axa Kurdî, ji milkê Kurdî fûriyane. Hilm, bîhn û tîna Kurdî ji wan tê.

Doç. Dr. Abdullah Kıran, di sala 1965an de li Diyabekirê, li gundê Duderya yê bajarokê
Pasûrê hat dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Farqînê (1973-81), lise (1981-84) li Licê xwend. Di salên 1986 û 2000an de, li Zanîngeha Stenbolê Felsefe, Zimannasî û Têkiliyên Navneteweyî xwend û bi teza xwe ya bi navê “Li Rojhilata Navîn Av” doktoraya xwe temam kir. Li Unîversîteya Beykentê, Unîversîteya Amerika ya Qibrisê, Unîversîteya Bîlgiyê ders dane. Li Amerika, li Unîversîteya Georgetownê wek akademîsyenê mêvan lêkolîn kiriye. Bi nasnavên wek Felat Dilgeş, Alan Merwanî û hin nasnavên din, bi Kurdî kitêb, gotar û wergerên wî çab bûne. Ji sala 2010an vir de, li Unîversîteya Alpraslanê ya Mûşê, di beşên Kurdî û Siyasetnasiyê de dersê dide. Zimanên Kurdî, Tirkî, Farisî û îngilîzî dizane.



PÊŞGOTIN

Ez dizanim, me karek gelekî zor, zehmet û tevlihev da ber xwe. Vî karê ku me xwe lê rakişa, ne karek e ku ji alî kesekî an çend kesan ve bê kirin. Karekî wusa ye ku diviya ji alî dezgeh û avahiyên ziman ve bihata kirin. Dezgeh û avahiyên ku hêza dewletî li pişt wan e û xwedan destek û piştgiriya gel in. Mixabin ku hê dezgehên me yên bi vî cûreyî tunin, yên heyî jî gelekî qels in û bi derdestiyên kêm fedekariyên mezin dikin. Eger em li benda wan û xebateke weha bûna, dibû ku em pir bi derengî biketina. Loma diviya hinekan ji me dest bavêta vî karî. Bi taybetî piştî li hin unîversîteyan, di warê lîsansê û lisansa bilind de beşên Kurdî vebûn, hewcedariya termînolojiya Kurdî hê bêtir xwe nîşan da. Bi zimanê me yê ku heta duh qedexe bû, diviya êdî tezên lisansa bilind û doktorayê bihatina nivîsandin; xebat û lêkolînên akademik pê bihatina kirin.

Rast e, zimanê me gelekî dewlemend e û heta dema Şoreşa Hunerweriyê (endüstri), belbî heta destpêka sedsala bîstan jî, têra xwe xurt bû û ji gelek zimanan pêşvetir bû. Têgihnasiya (termînolojiya) me ya edebî, cotkarî û heywankariyê ji zimanên cîran û zimanên dinyayê ne kêmtir bû, belê têgihnasiyeke me ya zanistî û akedemîk hema bêje tunebû an jî gelekî li paş mabû. Eğer bi zimanê Kurdî hînkarî û perwerdehî hebûya, bêguman wê evvalahî heta îro zû hatiba dagirtin û karekî weha zehmet li ser pişta kesên wekî min nema. Lê ji ber nebûna va yeke, ev valahî û kêmahî nehat dagirtin.

Ez bi xwe gelek caran li ser pirsa dagirtina vê valahiyê bi kesên ku li ser vî zimanî xebitîne re şêwirî me û peyivî me, ba ka gelo wê ev kar çawa were kirin. Me hemûyan jî dezgehên me yên heyî destnîşan kiriye. Belê rastiya dezgeh û avahiyên me li ber çavan e. Di rewşa ku ew nikaribin vî karî bikin de, bibê nebê kar li ser pişta kesan dimine. Pirsa, ma ewê kî vî karê ha bike, serê min gelekî êşand. Di dema ku ez li pey peydakirina camêrekî ku ewê vî karî bike digeriyara û ji bo vê yekê dişêwirîm, gelek nas û xasan, bi taybetî ji bo ku ez vî karî bikim han dan min. Bi ser de, carna hin dostên ji TRTyê, ji Ajansa Anadoluyê, ji kovar û rojnameyên cihê li min digeriyan û ji bo bikaranîna hin têgehan bîr û raya min dipirsîn. Hingê min jî fikrên xwe ji wan re digot. Wir wê ve, ha ku min dît ev kar li ser milê min ma.

Ez fikirîm, bê ka gelo ez nikarim vê xebatê bi çend heval û dostên re, heftê du - sê rojan bi hev re bixebitiyana? Mixabin rastiya karê me ev yek derdest nedikir.
Gelo ez kî me û min ev wêrekî çawa bi xwe re dît? Celadet Alî Bedirxan di hejmara pêşî ya Haıvare de weha dibêje: “Ez ko Kurd û Kurdmancziman im, bi zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft - heşt zimanên din daniye ber hev, kitkitên wî hûrhinandine; qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyaniyan bêtir û qenctir dehkera wî bidim xuyakirin û zanîn.” (Armanc, Awayê Xebatê û Nivîsandina Hawarê, Hawar, Hej: 1, 15 Gulan 1932). Van gotinên Celadet Bedirxan han dan min, riya min ronahî kirin, tirs û bêziraviya min ji navê hilanîn. Hingê min jî got, “Ez ku Kurd im, baş bi zimanê xwe dizanim û dikarim wî bi pênc - şeş zimanên din re rûbirû bikim, ji bîst salan zêdetir e ku bi Kurdî dinivîsim û min di warên felsefe, dîrok, siyasetzanî, zimannasiyê de hînkarî û perwerdehî dîtiye û ders dane, ez dikarim di warê zanistên civakî de ferhengeke têgihnasiyê amade bikim.” Bi vî awayî min tirsa xwe şikand û dest bi xebatê kir.

Rê û rêgeha me
Her ziman xwe nû dike; belê ji ber ku zimanê me di qada dewlet û desthilatiyê de ji zû ve ye fersenda bikaranînê bi dest nexistibû, di warê têgihnasiya hemdem de pir li paş ma. Divê ku em vê valahiyê dagirin. Ji bo dagirtina vê valahiyê du rê li pêş me hene: 1) Peyv û têgihên nû, bi awayê ku di zimanê orijînal de hatine afirandin an ji zimanê cîran hatine girtin. 2) Peyv û têgihên nû, ji nû ve afirandin. Gelo divê em li ser kîjan riyê herin?

Hin peyv û têgih hene ku teşeyekî gerdûnt standine û ne pêwîst e ku di şûna wan de gotinên nû bên çêkirin. Çêtir e ku em ku peyv û têgihên weha di zimanê xwe de jî biparêzin. Çimkî di gelek zimanên dinyayê de jî yek in. Bele hin peyv û têgih hene ku li bejn û bala Zimanê Kurdî nayên. Zirr û bêpîr in, wek şûjin an diriyê ku çewal çirandine û derketine der xuya dikin. Bi kirasê Kurdî re naçin ser hev, bi sewt, awaz û ahenga Kurdî re li hev nakin, li bejn û bala Kurdiya şêrîn û narin nayên. Hê ji dûrî ve xwe kifş dikin. Loma divê ji bo peyv û gotinên weha, ji axa Kurdî, ji baxçê gulistana Kurdî, bi gotineke din ji qumaşê Kurdî peyv û têgihên nû werin birrin an danîn. Peyv û têgihên ku xweş li bedena Kurdî rûdinên û pê dikevin. Peyv û têgihên ku Kurd xeribiya wan nakişînin; dizanin ku ji axa Kurdî, ji milkê Kurdî fûriyane. Hilm, bîhn û tîna Kurdî ji wan tê.

Di vê xebatê de me du tişt kirin: Me hem peyv û têgihên ji zimanên din xebitandin û hem jî peyv û têgihên nû çêkir. Rast e, bar û berpirsiyariya ji nû ve çêkirina peyv û têgihan gelekî giran e. Di çêkirina her gotinê de em bi vê hest û bîreweriyê tev geriyan. Hema bêje her gotin û têgiha nû ya ku me danî, bi rojan li ser hat peyivîn û li unîversîta me, li dersgehên Serlîsansî, carna bi beşdariya 60-70 xwendekaran hatin devjenîkirin. Bêguman, beri her kesî, xêr û gunehê her peyva çêkirî ya nû ya min e û di stûyê min daye; çimkî % 99ê wan min danîne.
Gelo di çêkirina peyvan de kîjan rê hat bijartin û têgih çawa hatin danîn. Bi dayina çend nimûneyan ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê:

Gotinên “özne - nesne - yüklem” bi Erebî “fail - meful -fiil,” bi Farisî “nîhad - mefûl-fiil," bi Îngilîzî “subject - object-verb,” me bi Kurdî bi awayê “Barbir - Bar - Bargir” bi nav kir. Celadet Bedirxan jê re “Kirde (Kirar) - Bireser - Pêveber” gotiye. Mixabin ya ku wî daniye li kirasê Kurdî xweş nehatiye; hînbûn û hînkirina wan jî ne hêsan e. Çawa ku Celadet “lêker” ji “lêkirinê” çêkiriye, me jî bi heman riyê “bargir” ji “bar gir-tinê” deranî. Ji bo ku di navbera gotinan de ahengek hebe û di çarçova mantiqa ziman de têkildar bin, me “barbir - bar -bargir” got. “Barbir” ew kes an ew tişt e ku di hevokê de kar an çalakiyê li dar dixe. “Bar” tişt e, ango obje ye û her tiştê heyî bi awayekî bar e. Loma, me ji “meful” ango obje re “bar” got.

“Bargir” kar an çalakiya ku ji alî “barbir” ve hatiye lidarxistin digire ser xwe, ango hildigire. Bi gotineke din, “bargir” di hevokê de ew hêman e ku dem û modalîtê nîşan û di derbarê tiştekî de dadbariyê (yargı) çêdike. îcar di hînkirinê de jî em dikarin “barbir - bar- bargir,” bi awayê “b,” “br” û “bg” kurt bikin.
Mesela gotina “berked.” Ev gotin bi Tirkî “ucret,” bi Erebî “ucre,” bi Farisî “muzd” bi İngilîzî “wage” e. Me “ber+ked” anî ser hev û got “berked.” Me “ber” ji gotinên “ji ber,” di ber de” û “bergîdanê” girt û bi “kedê” ve zeliqand. Bi vî awayî “berked” ji bergîndana “kedê” hat; ango bergîdana xebata ku hatiye kirin, keda ku hatiye dayin. Gava ku xebatkarek li ba yekî dixebite, jê re dibêje “ka berkeda min bide!”

Ji bo gotinên “nicelik û nitelik” a Tirkî, ku bi Erebî “Kemiyet û Kêfiyet” bi Farisî “kemiyet û kîfiyet,” bi Îngilîzî “Quantity û quality “ye, me gotinên “çenddarî û çêbarî”bi kar anîn.” “Çenddarî” bi ser hebûna hejmarî ve diçe; bê ka gelo tiştê heyî çiqas e, ji çend heban, ji çend tayan pêk tê. “Çêbarî” li ser avahî û naverokê diçe; bê gelo tiştê heyî çi ye, ji çi gewherî ye, ji çi çêbûye; çê ye, ne çê ye, qelp e, xas e, qenc e, ne qenc e û hwd. Herweha ji bo gotinên “somut û soyut a Tirkî, ku bi Erebî “muşaxes û mücerret”, bi Farisî “muşaxis û infizayi” bi Îngilîzî “concrete/tangîble û abstract/întangîble” e me gotinên “dîtbar” û “nedîtbar” bi kar anîn. Di zimanê me de gotina “berbiçav” heye ku bi mana “muşaxis” e. Kurd di axaftinên xwe de dibêjin “Ev tiştek berbiçav e,” belê tu car nabêjin “Ev tiştekî neberbiçav e.” îcar em dizanin berbiçav dîtbar be, gotina dijberî wê jî nedîtbar e. Bi ser de dîtbar û nedîtbar cotekî xweş jî pêk tînin. Hînbûn û bilêvkirina wan jî gelekî xweş û hêsan e. Di vê cotpeyvê de Tirk ji gotina “nebûnê,” Ereb ji gotina “şexis”, Faris ji gotina “kifş,” Îngilîz ji gotina “pêbûnê” bi rê ketine. Em jî ji gotina “dîtinê” bi rê ketin.

Gotina ku bi Tirkî “yatirim,” bi Erebî “istismar,” bi Farisî “sermaye gozarî” ye, me bi awayê “sermiyangirêdanî” bi kar anî. Bêguman me ev gotin ji nû ve çênekir, me tenê pergalek da gotina heyî û halê jibîrbûyî bi bîr anî. Mesele Kurd dibêjin, “Min isal tevahiya perê xwe (sermiyanê xwe) bi titûnê ve girêda,” an “bi çilo ve girêda," an “bi genim ve girêda” û hwd. Ango sermiyanê heyî bi tiştekî ve tê girêdan. Loma me jê re got sermiyangirêdanî. İcar ji bo kesê ku sermiyanê xwe bi karekî an tiştekî ve girê dide re, me “sermiyangirêdar” got.
Me ji gotina “yasa” re “rêbaz”, ji “anayasa” re “rêbazavahî” got. Ev gotin bi Erebî “Düstûr,” bi Farisî “Qanûn Esası” û bi Îngilîzî “Constitution” e. Ev gotin ji Latînî di salên 1350-1400an de ketiye Îngilîzî û di gelek zimanên Ewrûpî de nêzîkî hev hatiye xebitandin. “Constitution” ji gotina “constitue” tê, ku bi mana “çêkirin” “danîn” “sazkirin” ango “avakirine” ye. Di Kurdî de jî carna bi wayê “Qanûna Esası” “Qanûna Bingehîn” “Zagona Bingehîn” an “Makeqanûn” hatiye xebitandin. Belê ev gotin hemû jî ji wergerandina Erebî an Tirkî tên û bi rastiya koka “constitue” re naçin ser hev. Çimkî di “constitue” de “çêkirin,” “danîn,” ango “avakirin” heye û divê em jî ji ser vê kokê herin. Loma me ji bo yasa “rêbaz”, ji bo “anayasa “rêbazavahî,” ji bo “yasama”yê “rêbazdanîn” û ji bo “meşru,” “rêbazwarî” çêkir. Çimkî “Rêbazavahî,” dê û kaniya hemû rêbazan e û tu rêbaz nikare pê re dijber be, li hember rêbaza ku hîmê civakî li ser hatiye danîn derkeve. Di gotina “constitutions” de, li ser hîm, ango bingehekê avakirina civatê û pergaldana dewletê heye. Loma “rêbazavahî” ji go-tinên ku hilm û bîhna Tirkî ji wan tê û ji rastiya “constitutions” dûr in, gelekî çêtir e.

Me ji bo gotina ku bi TirM “üretim,” bi Erebî “întac,” bi Farisî “istihsal,” bi Îngilîzî “production” e, bi Kurd! “berhênerî” got. Me ji bo kesê ku karê berhêneriyê dike û di berhênana malekî de rol distîne re jî “berhêner” got. Ji bo têgiha ku bi Tirld “kuram,” bi Erebî “nazariye,” bi Farisî “nezeriye” û bi Îngilîzî “theory” tê gotin, me bi Kurdî “dîtwarî” got. Gotina ku bi Tirkî “süreç,” bi Erebî “vetire,” bi Farisî “revend,ferayend”, bi Îngilîz “process” e û bi awayekî şaş di zimanê me de vvek “pêvajo” cih girtiye, me bi awayê “demajo” guhart. Çimkî tiştê ku pêşve diçe dem e û diviya “peyva” me li ser guherîn û berdewamiya demê bihata danîn. Di “processa” Îngilîzî de jî, ji lebat, guherîn, derbasbûn, pêşveçûn an rêzeçalakiyên ku enca-mekê bi xwe re tînin tê qalkirin. Gotinên “süreç" û “merhale,” bi awayê têgihî di Tirkî û di zimanên din de jî gellek nêzikî hev tên xebitandin û pirrê caran têkilî hevdu jî tên kirin. Eğer “süreç” demeke ku bi berdewamî dajo be, “merhale” rawestok (durak) an rawestokên li ser vê riyê ne. Di “merhalê” de (bi Tirkî “aşama,” bi Erebî “merhale”, bi Farisî “merhele”) dem û war, ango cih tên ser hev. “Merhale,” bi pêşveçûna demê re gihîştina derekê an armancekê îfade dike, loma me jê re “de-mwarî” got.

Eger em li ser her gotina nû ya ku me çêkiriye û di vê kitêbê de xebitandiye yek bi yek bisekinin, divê em kitêbeke nû bini-vîsin. Ez dizanim, ev jî hewcedariyek e, belkî di pêş de ew jî bê kirin. Ez baş bi tiştekî din jî dizanim, gelê Kurd ji her gotina nû ya ku xweş li bejn û bala Kurdî tê û li ser milkê me ber daye re, hergav dilvekirî, dervekirî û amade ye. Hê 25 sal bere min gotinên “dozger,” “rastgir,” “çepgir” û gelek gotinên din di-yariyî vî gelî kiribûn û ew ji dil û can lê xwedî derketibûn. Ez hêvîdar im ewê îro hê çêtir li her gotina ku ji axa me û milkê Kurdî serî daye xwedî derkevin û peyva Kurdî sêwî û stûxwar nehêlin.

Di nivîsandina vê kitêbê de gelek dost û hevalan han û alî-karî dan min; belê cihê xwendekarên min ên Unîversîta Mûş Alparaslanê cihê ye. Naîf Yildiz, Adem Balta, A. Gaftır Bağra, Umît Işık, Cewdet Baran, Bayram Sezgin, Songül Gundogdu, Ahmet Baran û hwd... ji 150 keşi zêdetir xwendekarên min ên Serlîsansê. Eger ez nav û paşnavên van li vir binivîsim, wê çend rûpelî dagirin. Herweha kek û hevalên min ên akademisyen, di serî de rektöre me Prof. Dr. Nihat înanç, ku bi zora xwe dersên beşa Kürdi spart min, ez ji bo serokê Beşa Kürdi Prof. Dr. Hasan Çiftçi, ji Prof. Dr. Osman Ozcan, Prof. Dr. Kadri Yil-dirim, Prof. Dr. Bayram Çoşkun, Doç. Dr. Murat Kayri, Doç. Dr. Harun Polat, Suleyman Çevik, Abdurehman Gumgum, Seîd Veroj, Nazmî Irak, Turan Şener û ji bo her kesê ku bi qasî misqalekê ked û para wan di vî kari de heye spasiyên xwe pêş-kêş dikim.

Bêguman tu karekî tekûz tune û helbet ewê şaşî û kêma-hiyên me ji hebin. De icar eyb, şaşî, qusûr, nezanî, nedînî û kê-mahî ya me; spas, peşin, şanazî, serketin, serfirazî û serbilindî para gelê Kurd e.

21.03.2014 / Muş

A Posteriori (A Posteriori): Aposteriori; zanîn û agahiya ku bi jiyan û serpêhatiyan tê bidestxistin, pişti tecrûbeki-rinê bi mirov re çêdibin û di hiş de cih digirin.
A Posteriori Bilgi (A Posteriori Knowledge): Zanina Aposteriori; ji zanina ku bi tecrûbê tê bi destxistin re zanina aposteriori tê gotin.

A Priori Bilgi (A Priori Kn ow-ledge): Zanina Apriori; zanina ku pişt re nehatiye bidestxistin, ji aqil tê û bi aqil ve girêdayî ye.

Abluka (Blockade): Dorpêçî; dema ku navbera dewletan xera dibe, bi taybetî di demen şer de, dewletên dijmin li hemberî hev siyaseta dorpêç-kirinê dimeşînin. Bi vî awayî dewleta ku siyaseta dorpêçki-rinê dimeşîne, riyên hewayî, reşahî û deiyayî yên dewleta dijmin digire û nahêle ku ji derve ve alîkarî bigihîjê. Bi vê yekê armanc hêza berxweda-na dewleta dijmin şikandin e. Dorpêçkirin dikare hem ji bo armancên leşkerî û hem jî ji bo armancên sivil bê lidarxistin.

Açı (Angle): Berhêl; şekil an figure ku ji du xêzikên ku ji nuqteyeke hevpar dertên çêbûye.
Açık Artirma (Auction, Open bidding): Lihevzêdekirin; mal an eşyayê (alavê) ku dixwaze bê firotan li pêş kiryaran tê bazarkirin û kesê ku bihayê heri zêde dedikire.

Açık Bütçe (Open Budget): Butça Vekirî; rewşa ku mes-refên dewletê ji hatinên dew-letê zêdetir e.

Açık Eksiltme (Reverse Auction) Lihevkêmkirin: di kirrîna mal, eşya an xizmetekê de, bi riya ji firotkarên cihê pêşni-yarî standin, bi saya hembe-riya firotkaran, bi bihayê heri kêm kirrin.
Açık Finansman (Deficit Financing): Girtina Kêmfînan-sî; çaxê ku dewletê ji bo geş-kirina aborî bi zêdehî mirov kirin kar û bi vî awayî mes-. refên wê hatina wê derbas kirin, hingê kêmahiyek fînansmanî dertê holê û dewlet ji bo dagirtina vê kêmahiyê an rasterast pere çap dike an jî bi riyên deyndariya hundirîn vê kêmahiyê dadigire.

......




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues