BIMBAREK BE 10 SALYA „BAHARA TEZE„
Deh salîye „Bahara teze„ her saleke wê dîrokeke, her saleke wê bi nexş û nîgarê xweva emrekî efrandarîêyî geş mera tîne. Salê derbazbin, „Bahara teze„ wê tim cahilî-ciwan bimîne, bi litbê xweyî kemalî hewaskarva qewateke nuh bide efrandara, wan dora xwe topke, dengê xwe bighîne bi hezara xwendevana, xezna edebyeta me dewlemendke.
Dehsalye „Bahara teze„ ez bawerim, bi gumanim, ku her silsileteke me wê bi şêkirdarî derheqa wan deh salê wî karê giranbahada binvîse, bîr bîne. Ne axirkî, îlahî van salê dawîyê ew rêke çetine efrandarîêra derbaz bûye û ew çetinayî berbiçev dikevin, çimkî cêrga efrandarê me roj bi roj sêrek dibe. Lê ez ba-warim „Bahara teze„ bona her qapîkî kurda îdî bûye ewledeke hizkirî. Dêmek werin em 10 - salîya ewleda xweye kemal bimbarek û pîrozkn, bira virhada her rûpêleke wê bi nexş-nîgarê kawva bixemile, lê efrandarê mera saxî-slametîke zexme wek çîayê Kurdstanê bi-xazin.
Di vê pirtûkêda gelek sûretê dîrokîêye giranbaha çap bûne, me têra dît nasya xwendevanê xwe û efrandarê xwe bidne wan sûreta jî.
Proza
Karlênê Çaçanî Doktor, serokê nivîskarê kurdê Ermenîstanê, uzvê PÊN klba ortemiletîyê.
Qewmandin û Bîranînê Nebînayî /100-salya Mistefa Barzanî/
Gelek hewaskar û pirsereceme riya emrê mêrxasê gelê kurd, şorişger û serekqumandar Mistefa Barzanî. Bi serekvanîya wî çawa Tûrkîayê, usa jî îranê û îraqêda şerkarîke azadarîêye pir giring despêbûye. Derheqa şerkarîya wîye azadarîêda bi seda pirtûk hatne nivîsarê, roman, şiêr û kulam hatine sêwrandinê. Gelek rojneme û kovarê dinîayê derheqa mêrxwasîya wî da bi miqala, oçêrka, serhatyava rûpêlê xwe xemilandine. Gerekê usa jî bê gotinê ku rojnemêd ermenîya jî bi xemxurî, bi dilovanî nêzîkî vê pirsê bûne, lê telebextra hela çawa pêwîste dîrokzan û lîtêratûrzana ew qinyatana demexistine holê.
Wextê lêgerîngê meye ulmîyê hine qinyat hatine eyankirinê, ku careke mayîn heleqetîyê kurda û ermeniaye qenc, ... |