SERBÊJEK
Xwendevanên delal! Ne dêye, gazî dêkim, ne bave, gazî bavêkin, ne jî dujmin dihêle xwe bispêrime welêt. Eva çil salî zêdetire min derd-kul, rîya jîyana xwe spartîye pênûsa destê xwe. Derdê min bindestîya Welêt bûye, kulên min ne yeke, ne dudune bijmirim . . .Rîya jîyana min jî bi berf-qeşa, bi tarî, bi şilî-şilope-baran bûye. Çawa mirovan nikaribûye dilopên şilî, şilopên baranê bijmirin, min jî nikaribûye derbarê van gişkan da ronkime ser kaxeza. Lê ji destê min ew hatîye kêm-zêde van hemûyana di nava bedewnivîsarêda bihedimînim, biefrinim û xwendevanan têkime nava rewşa gel.
Min sala 1959-a zavoda ku, ez têda dixebitîm, ji kar-xebata palekî gotareke kurt nivîsî û ew rojnama «Rya teze» (Rewan) da weşandinê. Şevekê, xwedêda niçandine min, wekî têkevime nava efrandarîya xweye salan û ji karpêkên heyî, yên weşandî, yên ne weşandî, berevokekê amedekim. Min efrandinên salan beşterî ser hev kir, ji wan çend liv bijart û ev berevok derxiste holê. Salên derbazbûyî anîne ber çavan. Serpêhatîyên salên ewlîne nivîsî û yên paşdemîyê pey hev da rêzê. Min cedand destê xwe nedime gilî-gotin û hevokên wan salan nivîsî. Awa, edebîyata kurdên Sovêta berêda dihate nivîsarê «Çev», «Cmaet» û yên mayîn.
Xwendevan berevok xwendinê şûnda bila bi xwe tê derxe ziman çiqasî pêşta çûye û goveka mijarê çawa fire bûye. Serpêhatîya «Dermanê dilê dê» salên cîwantîyêda hatîye nivîsarê, «Hêsirên, xwînê» ahaltîyêda. Herdu jî mîna ewledan boy min şirînin. Ji ber ku ser her yekê çerçirîme, rojan nerehet bûme, şevan bê xew mame. Kîjan rinde, kîjan daha bi bedewî hatîye efrandinê, mijara wê çiye, mijara vê çiyê, ew kara wêjezana û lêkolînvanaye.
Bona pirtûk rewş bi rewşbe me çend efrandinên nivîskarên Azerbaycanê wergerandîye. Ev yek di çend alîyanda kêrhatîye. Ya yekê ewe, wekî xwendevanên Kurdan wê pêbihesin derheqa gelê wîda çi hatîye gotinê, ya duda dewlemendîya zimîn dertê meydanê. Ya sisîya pira dostîyê miqîm dibe. Biranîn û çend gotûbêjên berevokêda cî-warbûyî alîkîda kedeke efrandarîya meye, alîyê dinêda wê bibe xemleke wêjeya me.
Torîvan Ahmedê Hepo, Nivîskarê kurd, Endamê Yekîtîya Nivîskarên Azerbaycanê
Serpehati
Dermanê dilê dê
Rewayî dîya xwe Gulistana Îsa dikim.
Min înstîtût kuta kiribû, diçûme mal. Min pir bîra dîya xwe û kurê xwe kiribû. Ew êpêce wede bû, ku min ew herdu jî nedîtibûn. Ber xwe nedida ez kengê bigihîjme gund. Pozê min bona wana dişewitî. Tarîyê erd hilçinî bû, ez gihîştime gund. Gundê meyî bi pergar bû. Ew li rastê hatibû cî-warbûnê. Avayî gişk pêda-pêda birêz hatibûne çêkirinê, yek ji yekê rintdir, bedewtir bû. Êvara dûrva şewq vedida û li rûyê mêriv dikenîya. Ro darên fêkîyaye renq bi renq, movên tirîya, axê rakirî, kulîlkên hewşa vê malê, wê malê dilê mêriv tijî hizkirin dikir. Meri berbi xwe dikişand. Min berbi malê lezand, lê nizanim çawa gihîştime ber hewşa me sekinîm. Ne deng bû, ne hes. Her çêleka me ber kapê xwe mexel hatibû û dikaya. Ez pêşda hatim ber wê sekinîm, destê xwe da sturîyê wê. Ewê serê xwe virda-wêda bakir, lêlê bû rabe. Min sturîyê wê berda, berbi odê çûm. Hêdîka ketime hundur. Tarî bû. Vê gavê dengê daykê li min tesele bû: -Ew kîye? .....
|