La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîrokên Kurmancî


Auteur :
Éditeur : Çanda nûjen Date & Lieu : 2000, Stockholm
Préface : Pages : 138
Traduction : ISBN : 91-89224-12-4
Langue : Français, KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Hep. Hes. N° 540Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîrokên Kurmancî

Çîrokên Kurmancî

Aleksander Jaba 

Çanda Nûjen

Le soussignê a êtê chargê par la Classe historico-philologique de 1’ Acadêmie Impêriale des Sciences de St.-Pêtersbourg de l’êdition des textes kourdes contenus danss ce Recueil.
Depuis 1856 M. Alexandre Jaba, consul de Russie & Erzeroum, par suite d’une invitation de M. L’acadêmicien Dom, profite de sa position dans l’interêt des êtudes iraniennes, en vouant ses loisirs a la recherche des sources pour l’êtude de la langue des tribus kourdes. Dans les volumes publiês de mes Recheres 1) j’ai eu soin d’indiquer les textes kourdes que notre consul d’Erzeroum avait envoyês a notre illustre Acadêmie jusqu’au printems de l’annêe 1858. Depuis lors il n’a pas cessê de se liver avec zêle a cette branche interessante des êtudes orientales. Je me bornerai ici reproduire les extraits du Bulletin de quelques sêances de la Classe historico-philolologique de ...



SERGOTIN

Bê guman ne asane, ku mirov bo nivîsareke mîna nivîsara Alexander Jaba, qunsulê Ûrisan li Erzurumê bû: “Camî’ yê Rîsaleyan û H’îkayetan bi zimanê kurmancî” (Berhevoka çêrokên kurmancî), ya ku sala 1858 zayînî nivîsiye, sergotineke hêja bi hevxîne.
Loranî ez dixwazim piçekî xebata A. Jaba ya giranbiha ruhntir bikim, lewre - ji ciwamêriya xwe - van rêzikên, ku hûn niha dixwênin, mîna sergotinekê binasin.

Min ev pirtûk û hinekên din, berî niha bi çend salan, di birê Rojhilatnasî yê zanîngeha Bonn'ê de dîtibû. Min destûr bo jêgirtina “kopîkirin” hinek nivîsarên kurdî ji berpirsekî nivîsxaneyê bir û piştî çend mehan, dema Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan- YRWK li Bonn'ê hatiye damezrandin, min wan kopî tev xistin nivîsxaneya wê.

Min dest pêkir bi wergerandina wan ji tîpên e’rebî bo tîpên kurdî yên nûjen û min 20 çêrok ji 40 çêrokên A. Jaba di govara Rewşen, hej. 2/3/4 de, li gel gelek parçeyên wergerandî ji stranên kevnare belav kir. Lê mixabin! Ew kar neçû serî û wan 20 çêrokên din di dest min de man.
Min gelek hez kir û bizav kir, ku wan bi tevayî, mîna berhevokekê li Kurdistanê çap bikim, mixabin! ew kar jî bi ser neket.

Niha jî hêviya min ewe, ku ev xebata A. Jaba careke dî derkeve ronahiyê. Bi vî rengî wan çêrokên, ku pêşserên me di nav xwe de û bo hevdem û pişt û zarokên xwe li ber agirên pixêrekan digotin û guhdarî dikirin, li Kurdistanê dîsa bên vejandin.
Min dît, ku wê gelek çêtir be, em bizanin, ka P.A. Lerch zanayê ziman û çandeya kurdî, sala 1860 z. çi li ser nivîsa A. Jaba nivîsiye. Lewre, û loranî ez Firensî nizanim, min ji Dr. Lothar Heinrich, ku rojnamevanekî almanî yê gelek bo Kurdan û di nav wan de xebitiye, xwast, ku ji min re sergotina PA.. Lerch a bi Firensî ji bo Akedemiya St. Petresburgê re li ser nivîsa A. Jaba nivîsandiye, wergerîne bo Almanî. Bo xwendevanên vê berhevokê, min sergotina PA.. Lerch jî (bi kurtî) wergerandiye Kurdî û li gel yên Almanî û Firensî xistiye nav berhevokê.

Ez xebitîm,- ku dest di zimanê A. Jaba nedim, ta ku em zimanê kurdî yê wê demê binasin. Raste ku têde hinek peyvên ne kurdî hene, lê bêguman zimanê wî xweşe û mirovên me yên niha dikarin têbigihin, ew çi dibêje. Bo vê yekê, min çi guhartin nexistiye zimanê berhevokê. Tenha çende şirovekirinên pêwîst, min xistine kovankan di ber hinek şoran de.
A. Jaba di seriyê berhevoka xwe de, nameyek li ser hinek êlên di Kurdistanê, lîsteyek bi hinek navên mêr û jinan, yên ku wê demê di nav Kurdan de hebûn, li gel lîsteyeke din jî ya ji navên (8) hozanvanên Kurd, belav kiriye. Min ew hersê lîste jî xistine nav berhevokê.

Piştî, ku min van çêrokên hêja yên A. Jaba wergerandin bo tîpên kurdî yên nûjen, min (7) çêrokên xanima Dietrici Chrestomatie Ottomane jî di vir de nivîsandine, ku xanima Dietrici li ser Xoce Nasirdîn civandibûn û di sala 1854’ê de li Berlin’ê bo Peter Lerch amade kiribûn. Peter Lerch wan çêrok di pirtûka xwe de belav kirine. Pirtûka Peter Lerch “ Lêkolînên li ser Kurdan û Xaldiyên bakurê Iranê” sala 1858’ê li St. Petersburgê, Li Urisê hatiye belavkirinê. Van çêrok bi tîpên latînî hatine nivîsandin, lê mixabin ewan jî pêdiviyê wergerandinê bûn, loranî Peter Lerch bi şêweyekî taybet nivîsiye, ku bo xwendevanên îro ne asane..

Min ferhengokek xistiye dawiya van çêrokan, ku têde hinde woşeyên kurdî hatine şirovekirinê, bi hêviya ku ewan winda nebin û bên parastin..Bêguman wê bo gelek xwendevanan piraniya van woşeyan nû bin, lê bi rastî ewan ji Kurdiya kevnin û nehatine çêkirin.. Bi ya min be, divê berî em şorekê “woşeyekê” pêda bikin, pêwîste em li zimanê xwe yî berê binêrin, ka tiştekî wilo berê hebû an ne.

Ezê gelek bextewar bim, heger xwendevanên vê berhevokê, ji ciwamêriya xwe, rexneyên xwe li ser vê berhevokê an jî li ser hinek tiştên, ku bi ber çavên min neketine an jî min ji bîra kirine, bo min binvîsin an jî bibêjin, ta ku di derxistineke din de, wan kêmkasî bên rakirin û wan çewtî bên rastkirin.

Ji van gotinan pê ve, ez hêvîdarim, ku xebata A. Jaba û ya Peter Lerch li ser çêrokên kurmancî, di nav gelê Kurdistanê de, ciyê xwe yê hêja bistîne û ji windabûnê bite parastin.

Cankurd
Bonn, 16.12.1999

Avant-Propos

Le soussignê a êtê chargê par la Classe historico-philologique de 1’ Acadêmie Impêriale des Sciences de St.-Pêtersbourg de l’êdition des textes kourdes contenus danss ce Recueil.

Depuis 1856 M. Alexandre Jaba, consul de Russie & Erzeroum, par suite d’une invitation de M. L’acadêmicien Dom, profite de sa position dans l’interêt des êtudes iraniennes, en vouant ses loisirs a la recherche des sources pour l’êtude de la langue des tribus kourdes. Dans les volumes publiês de mes Recheres 1) j’ai eu soin d’indiquer les textes kourdes que notre consul d’Erzeroum avait envoyês a notre illustre Acadêmie jusqu’au printems de l’annêe 1858. Depuis lors il n’a pas cessê de se liver avec zêle a cette branche interessante des êtudes orientales. Je me bornerai ici reproduire les extraits du Bulletin de quelques sêances de la Classe historico-philolologique de l’Acadêmie, dans lesquels li lecteur trouvera les renseignements nêcessaires concernant les envois de M. Jaba, postêrieus ê l’êpoque du printemps de 1858.

Sêancedull avril(4maî) 1859 2) “Lecture est faite 1) d’une lettre datêe d’Erzeroum le 3 mars 1859, par laquelle M. Jaba annonce l’envoi de son nouveau travail, recueil de rêcits kourdes, avec transcription du texte et traduction française en regard; 2) D’un Rapport dont M. Dom acompagne la prêsentation de ce travail de M. Jaba et d’une apprêciation de cet ouvrage par M. Lerch. Une commission, composêe de MM. Dorn, Böhtlingk, wiedemann et Vêliaminof-Zemof, est nommêe pour discuter les questions se rapportant & la publication du dit ouvrage. Cette même commission voudra bien se prononcer au sujet de l’emploi que l’on pourra faire de l’examen fait par M. Lerch du travail de M. Jaba.”

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues