La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ristemê Zal


Auteur :
Éditeur : Evrensel Date & Lieu : 2007, İstanbul
Préface : Pages : 336
Traduction : ISBN : 978-975-6101-54-9
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Pol. Rus. N° 1893Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ristemê Zal

Ristemê Zal

Edîb Polat

Evrensel


Gelek nivîskar û hunermend heta niha derheqa Ristem de berhem afirandine. Tewer hunermendên Ewrûpî beşek ji çîroka Ristem kirine fîlm jî. Fîrdewsî bi awayê helbestî destana “Şêxên Îranî’’ (Şehname) nivîsiye. Dibêjin helbesta Mattahew Arnold ya bi navê “Suhrab û Ristem” jî gelekî balkêş e.
Di pêvajoya amadekirina pirtûkê de min rastiyek din dît. Piranîya navên pêhlewan û lehengên ku di destanê de derbas dibin bi Kurdî ne. (Mînak: Guhderz, Pêşeng, Ferhat, Rexş, Rûdabe, Bijen û hwd.) Di dewra Ristem de nêtewe hêja tune bûn li rûyê erdê. Tenê eşîr û gel hebûn. Lê belê mirov dikare bêje, reha gelek gelên Rojhilata Navîn digihîje hev. Wê demê, malbata Şahên îranê Keyaniyan bûn. Lewma li pêş navê padîşahan bêjeya ‘Key’ hebû; Key Kawûs, Key Kubad, Key Xusrev. Di dema van her sê keyayan de jî Ristem fermandar bû. Niha jî di nava Kurdan de ji muxtar û rêvebirên gundan re “Keya" tê gotin. Me bi tehera romanek dîrokî ev berhem nivîsî, lê belê carna bi pexşenî em lê germ bûn, carna jî me helbestan derbirî.

Edîb Polat di sala 1962'yan de, li gundekî Amedê (Zengilo) ku wê demê bi ser Farqînê ve bû hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê Çoltepe xwend, ya navendî li Elihê, lîse jî li Amedê xelas kir. Sala 1987’an, Zanîngeha Dîcleyê beşa Biyolojiyê kuta kir û di sala 1988’an de dest bi karê nivîsê kir. Ew niha li Amedê dijî û bavê Nûjiyan û Şevîn e.
Heta niha pirtûkên Polat bi navê "Rastiya Diyarbekir", "Berbangên Newrozê", "Şopên ji Welatê Bêdewlet", "Di Zimanê Zanistê de Kurd", "Evîna Min Mirina Bêhezkirin e", “Zinêkar", "Şorbe û Fedî, Xela û Xeyidî". Her wiha nivîskar heta niha wergêriya nêzî 10 pirtûkan jî kiriye. Û du xelat jî bi navê "Xelata Azadiya Ramanê ya Human Right Watch" (1994) "Xelata Amerîkan PEN Barbara Goldshmit ya Azadiya Nivîsê" (1994) girtiye.



DERHEQA BERHEMÊ DE ÇEND GOTIN

Destana Ristemê Zal ji mêj ve ye ku di civat û caxîyên Kurdan de tê zimên. Sedemî ku di edebiyeta devkî de cih girtiye, ji hezar salan vir ve ye wunda nebûye û nifş bi nîfş gihîştiye heta îroj. Hûn jî dizanin ku baweriyek pir xurt di nava gel de heye, dibêjin Ristem bi eslê xwe Kurd e. Em dê vê mijarê niha niqaş nekin, lê di vê berhemê de rastiyek wuha dertê pêş: Kurd û Faris ji qewmekî vejiyane û herêma ku heta îroj lê dijîn jî yek e.
Seydayê Cegerxwîn di gelek berhemên xwe de Kurdbû-na Ristem û malbata Keyaniyan tîne zimên. Ew di helbestek xwe de wuha dibêje:

"Ka Feridûn, ka Direfs, taca Keyan li kû ye,
Ka Guhderz û ka Ristem, ka ew meydan li kûye?”

Hûn dê di nava rûpelên vê berhemê de gelekî rast li na-vê Guhderz werin. Ew lehengekî destanê ye û merivê Ris-tem e. Cegerxwîn bo wî bi navê "Em Guhderz in” helbest jî nivîsiye, wê wuha dest pê dike:

"Em Guhderz in, serbilind in, devçirên in,
Weke Ristem bidin deng... ”

Li gor rîvayetê, hukumdarê bi navê Dehhaq hezar sal li ser textê pederşahiya Iranê dimîne û zulm li gel dike. Gava nexweş dikeve, li ser milên wî du mar çêdibin. Mar mezin dibin, hêç û har dibin. Bona ew Dehhaq neêşînin, divê her roj mêjîyê du xortan bixwun! Dehhaq jî rojê du gêncan bi qurbanawan dike. Demekwuha derbas dibe, qewraşûxiz-metkarên qesrê, bi vê yekê diêşin, dilê wan bi xortan dişe-wute. Biiyar didin; rojê mêjiyê xortekî derdixin û mêşine-kê serjê dikin, mêjîyê mêşinê bi dizî li nav mêjiyê wî xortî dixin, xortê din jî azad ber didin. Helbestvanê Faris yê menşûr Fîrdewsî derheqa vê rîvayetê de wuha dibêje:

"Bi vî awayî, her meh sî xort canê xwe xelas dikirin. De-mek bi şûn de hejmara wan dibe du sed. Aşpêj her roj ji wan re çend mîh û bizin jî dişîne. Qewmê Kurd yê îroyîn ji wan çêbûne.”2
Ristem kî ye?
Zal û kurê wî Ristem ji alî Zabilistanê ne ku ew herêm, li alî bakurê Iranê dikeve. Di dewra sê şahên Iranê, Kubad, Kawûs û Xusrev de ew serpêhlewan bûn û fermandarê artê-şê bûn. Lêkolîner dibêjin ku, Ristem nêzîkî hezar sal berî Mihemmed Pêxember hatiye dunê. Li gor rîvayetan, dibê-jin rojekê Hizretî Elî şerekî dijwar dike û gelekî diweste, ji hayho dikeve. Hz. Mihemmed jê re dibêje "Ya Elî! Te îroj şerekî Ristemî kir. Te pîroz dikim!”

Hz. Elî ew roj gelekî miraq dike, dikeve xeteran û ji xwe re dibêje "Gelo Ristem kî bûye ku tewer Pêxember jî nav û dengê wî bihîstiye! Qey ew ji min jêhatîtir bûye?” Ew şev Ristem tê xewna wî. Hz. Eli dibîne ku babaegîtek li hespekî suwar e, li bayê bezê ber bi wî tê. Suwarî tê û silavê lê dike. Lê belê ew suwarî seba ku gelekî gir e û bi heybet e, devê Hz. Elî diqufule û zimanê wî nagere, nikare silava wî bigre. Su-warî dibuhure, ew bîstkê bi şûn de tê xwe. Bi xwe re dixeyîde: "Ez newêrek im, ziravê min nîn e! Çawa yekî mîna min ku ez şêrê Xwedê me, ji tirsa suwariyekî silavaXwedê jî ji bîr bike!” Dotira rojê diçe cem Pêxember, xewna xwe jê re di-bêje. Hz. Mihemmed wuha bersiv dide wî: "Ya Elî! Dest di ser dest re heye, suwariyê ku hatiye xewna te Ristem e.”

Dîroknasê bi nav û deng Şerefxan, di destpêka pirtûka xweya bi navê ŞEREFNAME de bo Ristemê Zal wuha dibêje:
"Wekî ku tê fêmkirin, navê 'Kurd’ mîna xusûsîyetek ku sedem gernasîyek bêhempa û bi hawê cihnavkê li wan hati-ye kirin. Isbata vê yekê ev e ku piranîya mêrxas û gernasê bi nav û dengyên dîrokî, ji nava vê nêtewa qehreman derke-tine. Mînak, egîdê menşûr Ristem bîn Zal ku di dema Key Kubaddejîyaye.yekjivane. Evmêrxas, sedemîkuli herê-ma Sîstanê (Zabilistanê) hatibû dunê bi navê Ristemê Zabi-lî jî dihat nasîn. Nivîskarê Şêxnameyê helbestvan Fîrdewsî, wî bi navê Ristemê Kurd dide nasîn.”3

Gelek nivîskar û hunermend heta niha derheqa Ristem de berhem afirandine. Tewer hunermendên Ewrûpî beşek ji çîroka Ristem kirine fîlm jî. Fîrdewsî bi awayê helbestî destana "Şêxên Îranî” nivîsiye. Dibêjin helbesta Mattahew Arnold ya bi navê "Suhrab û Ristem” jî gelekî balkêş e.
Di pêvajoya amadekirina pirtûkê de min rastiyek din dît. Piranîya navên pêhlewan û lehengên ku di destanê de derbas dibin bi Kurdî ne. (Mînak: Guhderz, Pêşeng, Fer-hat, Rexş, Rûdabe, Bijen û hwd.) Di dewra Ristem de nête-we hêja tune bûn li rûyê erdê. Tenê eşîr û gel hebûn. Lê be-lê mirov dikare bêje, reha gelek gelên Rojhilata Navîn digi-hîje hev. Wê demê, malbata Şahên îranê KEYANIYAN bûn. Lewma li pêş navê padîşahan bêjeya 'Key’ hebû; Key Kawûs, Key Kubad, Key Xusrev. Di dema van her sê keyayan de jî Ristemfermandarbû. Niha jî di nava Kurdan dejimuxtarû rêvebirên gundan re "Keya” tê gotin.

Me bi tehera romanek dîrokî ev berhem nivîsî, lê belê cama bi pexşenî em lê germ bûn, cama jî me helbest nivîsî.
Çavkanîyên me yên vê berhemê ev in:
1-Çîrokbêj Evdilqadirê Cafo Li gundê Çorepa ku girê-dayî qeza Bismil edijiya, di sala 2002’an de çûye ser dilova-niyaxwe.
2-Dîwana Wunda-Muhsîn Kizilkaya, Weşanên Iletî-şîm.
3-Sam, Zal û Kurê wî Ristem-Norma Lorre Goodrîch-Weşanên Pêrî.
4-Şêxname-Fîrdewsî: Çar Cîld, Weşanên Wezareta Perwerdeyîya Nêtewî (Turkîye).
Hêvîya min ev e ku, evroman dê alîkarîya geşbûna wêje-ya Kurdî bike.

Edîb POLAT
01.03.2007 Tesisa DawerivandinaAva Vexwarinê-Amed

1 Cegerxwîn-Sewra Azadîyê, Dîwana Yekem.
2 Fîrdevsî-Şêxnatne, cîlda yekem, rûpel: 108.
3 Şerefname, Şerefxan-Werger: M. Emîn Bozarslan, Weşanên
Deng, rûpel:21-22

I.

Dilê Qralê îranê Ferîdûn bi mirina her sê kurên xwe gelekî şewutîbû. Lewma di nava êş û elem, derd û keseran de, demek bişûnde wî jî jîyana xwe ji dest da. Piştî wî, Minûşîrê kurê Manû bû Şahê îranê.
Minûşîrê Manû li ser cenazeyê Ferîdûn taca padî-şahîyê da serê xwe û kincên bi xwîn li xwe kir. Gora wî, nîvî ji kevirê lacîwerd û nîvê din jî ji zêrê sor da çêkirin. Giregir û porsipîyên îranê gava li ser qebra Ferîdûn civiyan, Minûşîr wuha axifî:

“Li taca zêrîn ya serê min û li textê bin min yê ji diranên fîl nenihêrin, bona min ne girîng in ev; ez gurzê destê xwe bikartînim û şûrê xwe qet naxim kewdan. Ka bêjin, di vî welatî de yê ku ala Kawayê Hesinkêr hildide kî ye? Ji bilî min kesek heye? Na. Mirovên ku zulm û tadehiyê li feqîr û fuqaran, li xu-lam û qewraşan bikin û bi malê dunê fexr û tox bi-bin, li ber çavê min kafir in û ji Ehrîmen jî xerabtir in. Kesên wuha, bila bizanibin ku hetanî ez li darê dunê bim, ez dê şûrê xwe ji serê wan re tûj bikim!”

Guhdaran heq dan Minûşîr û wuha gotin: “Padî-şahê delal başîya me dixwaze. Bav û bapîrên wî ev tac û text, bona ew urf û toreyan bicih bîne jê re hiş-tine. Bila hetanî qiyametê lê helal be!”
Serpêhlewanê îranê berî wê gavê Nerîman bû, lê belê şerekî mezin li çîyayê Sîpendê qewumîbû û-ew li ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues