La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Helbesta Hevçerx a Kurdî


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 1992, Swêd
Préface : Pages : 342
Traduction : ISBN : 91-971515-2-1
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Duh. Hel. N° 2907Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Helbesta Hevçerx a Kurdî

Helbesta Hevçerx a Kurdî

Xelîl Duhokî

Compte d’auteur

Ey felek bote dinalim, bo çi nêrgiz çirmisîn?
Ew çima bextê me ho ye, em bê dost û bê kes în?

Qet dê hêt ew roja me divêt, kehniya warî bizêt
Jê vexwîn destan bihelînîn, jê vexwîn çend me bivêt

Agirê sar û vemirî, çav me lê ye geş bibit
Ew bihara têhnê kuştî, hîvîdar im xoş bibit

Kurdîno rabin bibînin, berxekê jar û zeîf
Dane ber pal û kêşana, xencerek dijwar li dîf

.....



PÊŞGOTIN

Her di berê de, helbestên folkiloriyên kurdî hebûne. Dev bo devî û dem bo demî hatîne vegêran û ji windabûn û mirinê rizgar bûne. Lê yên ku ji layê nivîskarên nas ve dihatine nivîsîn, wek dîroknivîsên Kurd xuya dikin, serekaniyên wan dizivirine çerxê yazdê "Babe Tahirê ’Uryan" (935-1010) ku bi zaravayê lurî nivîsîne (1). Helbest li ber destên feqe û melayan hatine nivîsîn, çinku her ew bûn xwendevanên wî serdemî. Wan hel-best divehandin û belav dikirin. Mîna Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî û heta digehe Cegerxwî-nî. Piraniya helbestên wan li ser meseleyên tesewuf û evîniyê bûn, lê hindeka ji wan karî ji wî qalibî derkevin û yên siyasî û civakî jî bivehînin. Helbet dezgehên belav kirinê wek rojname, kovar û çapxane nebûn. Lê dest bo destî diçûn û dema yekem rojnameya kurdî Kurdistan di sala 1898-an de derketî, hîngê wê fiya helbestên hindekan, di nav rûpelên xwe de belav ket. Piştî cenga cîhaniya yekê, çend kovarên din peydabûn û li ser meseleyên, siyasî, edebî û çandî nivîsîn.

Hîngê çend helbestvan, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û Ehmedê Nalbend ji dayîk bûn. Piraniya helbestên wan li ser meseleyên neteweyî û hişyarbûna xelkê bûn. Herwesa Qedrî Canî helbesta kurdî ji qalibê kilasîkî derkir û ya nû anî nav edebyata kurdî. Wan şairan xizmeteka hêja ji bo edebyata kurdî kirin û ber bi pêş de birin. Lê piştî sala 1960-ê û bi vir de, çend helbestvanên hevçerx peyda bûn û helbestên xwe di roj-name û kovarên kurdî de belav kirin, hindeka jî çendîn dîwan çap kirin. Wan helbestvanan roleke giring dîtin û qonaxên serketî birîn.

Dema mirov pisyara helbesta kurdî, zaravayê kurmancî, li Kurdistana îraqê dike, yekser navên çendîn sairan rêz dibin. Em dikarîn wan bikîne du nifşan.

Piştîxebateka gerim, milletê kurd di sala 1970-ê de, şiya hindek mafên xwe yên giring misoger ket. Lewre dergehên çand û belavkirinê mif e bûn. Hîngê xwendina kurdî li devera Behdî-nan dest pê kir -berî hîngê bi erebî bû-. Eve jî bû sedemê peydabûna bizaveka edebî ya mezin.

Hîngê, bo cara yekê li deverê, helbestvanên mîna Bedirxan Sindî, Ebdulrehman Mi-zûrî, Xelîl Dihokî bi helbestên xwe yên hevçerx, hatine meyda-nê û di mîhrecanên edebî de helbestên xwe xwendin.

Piştî şorefa kurdî, ya di sala 1975-an de ji nav çûyî, zulm û sitemeka mezin li ser milletî hate kirin. Girtin û eşkence, kuştin, sirgûn kirin bo deverên Ereban, wêrankirina gundan, sotina daristanan, kêmkirina xwendina kurdî û çendîn karên hovane yên din jî, li Kurdistana fraqê, ji layê faşîstên Bexdayê ve hatine kirin. Eve hemî bûne sedemê hişyarbûna xelkê me û li rêkên rizgarkirinê digeran. Li çiya û nihalên welatî, pêşmer-geyên qareman peyda bûn û li vî alî jî, helbestvanên ku me berê bi nav kirîn û çendîn xurtên din jî, mîna Mueyed Teyib, Mihsin Qoçan, Mehfoz Mayî, Vehêl Amêdîbihelbestênxwe yênbilind û biserkeftî hatine qadê. Di gel van jî, hindek helbestvanên din wek Remezan îsa, Îdrîs Çelkî, Ehmed Qerenî milên xwe dane evên din û di mîhercanênan de, helbestên xwe xwendin û helbesta kurdî ya hevçerx, ber bi pêş de birin.

Nifşê yekê xebatek mezin ji bo pêşxistina helbestê kir, paşê nifşê duyê hatin û gehane karwanî, xizmet kirin û edeb pêş xistin. Dibe niha di nav nifşê duyê de, helbestvan hebin, ku ji yên nifşê yekê bi hêztir bin. Lê ez bawer dikem, ku ev dabeşki-rine, qonaxên pêşdaçûna helbesta hevçerxa kurdî, li devera Behdînan destnîşan dike û rêkê ji bo vekolînerî xweş dike. Herwesa mirov dikare vê jî bêje, ku helbesta hevçerxa kurdî, ya bi hêz û biserketî, di salên 1970-ê de, ji dayîk bûye, çinku ji layê naverok û formê ve jî guherîn bi ser de hatiye û pêşde çûye. Me li gor nav û deng û senga wan di qada helbesta kurdî ya hevçerx de, li dûf yek rêz kirîne. Lê ez bawer dikim, ku van helbestvanan karîne cihê xwe peyda kin. Dibe çendîn helbest-vanên din jî hebin -çi kevin û çi nû- lê berhemên wan li ber dest nebin, yan jî nekevine xaneya helbesta hevçerx û ne jî bi nav û deng bin. Lê belê li gor zanîn û têgehiştina min bo helbestê, heta niha her ev in yên hejî hindê ku, mirov li ser binvîsît û danîte ber destên xwendevanan.

Me ev helbeste, ji dîwanên wan, rojname û kovaran, ji hevalan, kes û karên şehîdan wergirtîne û yên bi hêz helbijartîne. Dîsan piraniya van helbestan bi tîpên erebî hatîne belav kirin û negehiştîne xwendevanên parçên din yên Kurdistana dagîrkirî -hindek tê nebin-. Lewre me bi fer zanî, li ser jiyan û berhemên wan binvîsîn û ji her şairekî, çend helbestan wergerînin ser tîpên latînî û li dawiyê jî ferhengokekê çêkîn. Em bawer în ku dê sûd û mifayê gehînin û dilê xwendevanan jî xweş kin.

Eve ne vekolîneke li ser helbesta hevçerxa kurdî (kurmancî) li Kurdistana îraqê, belku; antologî û pênasîneke biçûk e. Lê dîsan berhemekê giring e li ber destên rexnegir û pisporên edebyatê, ku wek serekanî ji bo vekolînê li ber dest bît. Em hêvîdar în, ku li dûrewelatî jî bêne wergerandin bo zimanên biyanî.

Min dest nedaye devoka helbestan. Herwesa dibe pir xeletî di meseleyên kêş û xalenîşanên wan de hebin, lê ez bawer im, ku şirovekirina peyvên giran, dê astenga devoka ramalît.
Helbestvanên min di vê pirtûkê de rêz kirîn, her hemî cihê rêzê ne û dengên wan di esmanê Kurdistanê de, di bilind in. Kovar û rojnameyên kurdî jî, ji berhemên wan di pir in. Li gor dîfçûn û xebata min, ez tenê karîm van berdest kim û danime ber destên xwendevanan. Hêviya min ew e, ku qulaçeka vala tijî kin.

1). Elaedîn Sicadî; Mêjûy Edebî Kurdî, Bexda-1952, rûp. 147. Çapa duyê, Serdeşt. îran.

Nifşê yekê I

1. Bedirxan Sindî (1943-)
2. Abdulrehman Mizûrî (1946-)
3. Xelîl Dihokî (1951-)
4. Mueyed Teyib (1957-)
5. Mihsin Qoçan (1954-)
6. Mehfoz Mayî (1957-)
7. Vehêl Amêdî(1951-1982)
8. Remezan îsa (1953-)
9. Idrîs Çelkî (1957-)
10. Ehmed Qerenî (1955-)

1. Bedirxan Sindî

Di sala 1943-an de, li bajêrê Zaxoyê ji dayîk bûye. Di sala 1966-an de, li îraqê zanîngeh bi dawî aniye û di sala 1979-an de, li înglistanê doktora wergirtiye. Her ji sala 1960-ê, dest bi nivîsîna helbestan kiriye.

Mişe gotar, vekolîn û helbest bi kurdî û erebî jî, di kovar û rojnameyan de belav kirîne. Wîji destpêkê helbest li ser qalibê klasîkî divehandin û gelekî tê de biserkeftî bû, pa/ê yên serbest jî nivîsîn. Gelek helbestên wî yên bûyne stran. Çend pirtûkên wî bi zimanê kurdî û erebî çap bûne. Heta niha çi dîwanên wî yên helbestan nehatîne belav kirin. Lê ev helbestên wî me ji kovar, rojname û pirtûkan derxistîne. Ev pirtûkên jêrî gehan-dîne çapê:

1. Civata kurdî di edebê wîda.
2. Sadiq Behaeddîn Amêdî, nivîskarekî kured e, 1983.
3. Memê Alan ji kurdî wergerandiye erebî.
Niha jî li Bexdayê dijîtin.

Bwîka Kurdan

Ey felek bote dinalim, bo çi nêrgiz çirmisîn?
Ew çima bextê me ho ye, em bê dost û bê kes în?

Qet dê hêt ew roja me divêt, kehniya warî bizêt
Jê vexwîn destan bihelînîn, jê vexwîn çend me bivêt

Agirê sar û vemirî, çav me lê ye geş bibit
Ew bihara têhnê kuştî, hîvîdar im xoş bibit

Kurdîno rabin bibînin, berxekê jar û zeîf
Dane ber pal û kêşana, xencerek dijwar li dîf

Ew werîsê tê alandî, her ji hirya berxî ye
Pê dikêşin ser birînê, bi wî werîsê noxî ye

Mezinan ji mêje wa gotî, dijminê serê xo kew
Dar bi darê têt birînê, destikê bivrî dar e lew
.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues