La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Cewahirên Kurdî: Xelîlê Çaçan


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2010, Diyarbakır
Préface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 978-605-5683-31-3
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cac. Cew. N° 4612Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Cewahirên Kurdî: Xelîlê Çaçan

Cewahirên Kurdî: Xelîlê Çaçan

Têmûrê Xelîl

Lîs

Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan -wî peyayê payebilind- xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va winda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.
De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.
Heval û dilxwazê we, Cegerxwîn



XELÎLÊ ÇAÇAN

Em navê camêrekî welatparêz, rojnamevan û nivîskarê mezin, Xelîlê Çaçan Mûradovê rehmetî careke mayîn bi dilekî baristan bi bîr tînin. Ewî di nava 24 salên (ji sala 1957-a hetanî sala 1981ê) Serokatîya Radîoya Kurdî li Yêrêvanê karê ji bo çend deh mîlyon Kurda û çendî çend sedsala kiriye.

Mêrekî maqûlî giran bû, pêre jî berbihêr û rûnerm. Û hema bi wî xeysetê xweyî qenc ewî, wek dibêjin, qedirê xwe di destê xwe de xweyî dikir û rûmeteke bilind qazanc kiribû.
Çaxê ez îro derheqa Xelîlê Çaçan de dinivîsim, dixwazim seba xwe û xwendevanên Kurd zelal bikim, ka kîjan e û çiqas e emekê wî di nava dereca pêşdabirina çande û edebîyata Kurda de bi temamî û xwasma li Ermenîstanê. Pey mitalên demdirêj re min sê şertên kêrhatî cuda û kifş kirine, nava kîjana da keda Xelîlê nemir gelek e.

Berê ewilîn ew teşkîldarekî zor û dûrdîtî bû. Ewî dora xwe -redaksyona xeberdanên Kurdî de- hêzên ronakbîr yên Kurdê jêhatî civandin ser hev û hereketê wan da xerckirinê bona hişyarkirina gelê Kurd, yê ku îro Kurdistanê da şerê azadarîyê yê çekdarîyê xweş kiriye. Wek welatparêzekî şewat ewî rê dida propagandakirina bîr û bawerîyên rizgarkirina gelên bindest û xwasma yê Kurd. Li di wê derecê da ewî carna nevs û qulixa xwe dikire bin qe-zîyayê, ji ber ku gelek cara sînorê sîyaseta dewleta Sovyet diteriband. Kê nizane, ku dewleta Sovyet herdem dilê wan dewletên Rohilata Nêzîk û Navîn dikirî, ku Kurdistan di navbera wan da hatîye perçe-kirinê, ku bi wê yekê meremên dewletên Roavayê yên xirab hindava xwe da tevlihev bike. Û hedê (rîsk, culet, turuş) kesekî tunebû tixûbê vê sîyaseta resmî serobin bike. Lê car carna bi saya Xelîlê Çaçan ew tixûb bi fesal dihate teribandinê ji bûyî kara gelê Kurd.

Xelîl Mûradov hereketekî mezin xerc kir seba bi hezara nimûnên hunurmendiya Kurda ya sitiranbêjîyê ji wundabûnê xilazke û ser qeytanê qeyd bike. Ez şahidê wê yekê bû me, ku bi çi teherî deng-bêj û sazbendên Kurd redaksyona xeberdanên Kurdî de diciviyan û gelek cara hema odeyên wê de ceribandin derbaz dikirin. Dengê def zume, meya, bilûr, dihol û tembûra Kurdî herdem li avayê radîoyê bela dibû û xelqê digot: "Redaksyona xeberdanên Kurdî de her roj dawet û şayî ye...”.

Bi saya Xelîl Mûradov bi seda nimûnên sitiran û miqamên Kurdî fonda radîoyê dewlemend kirin û îro radîoguhdar bi wana şa dibin. Xên ji stran û miqama, hêna wî de gele radyokompozîsyon (şano, pîês) hatin hazirkirinê ser hîmê radîopîêsên nimûnên zargotina Kurdî, nivîskarên Kurd û Ermenî.
Xelîl Mûradov ji bilî vê karkirina teşkîldariyê ya giran û rûmet, pêra digîhand ya efrandariyê jî mîyaser dikir: wek rojnamevan û ni-vîskar. Ew xudanê 5 pirtûka û bi seda miqala ne.
Bi saya welatparêzî û xerîbdostîya serokê radîoyê bû, ku gele Kurdên ji welatên derva û Kurdistanê li redaksyona xeberdanên Kurdî diqesidîn û pê radyoyê dipeyivîn. Rehmetî merd û merdane stranên Kurdî dida Kurdên Kurdistanê û bi wê yekê kareke mezin dida şuxulê propagandakirina hunermendiya Kurdî ya dengbêjiyê.

Bermalîya wî -Eznîva Reşîd ji sala 1955’a (j' destpêkê) hetanî sala 1982’a peyvkara (spîkêr) radîoya Kurdî bûye. Kurê wî, Têmûr rojnamevan e. Bêtirî 20 sala di rojnamên "Riya Teze” û "Dengê Kurd" (“Golos Kurda") û radîoya Kurdî ya Yêrîvanê da kar kirîye, endamê Yekîtiya Rojnamevanên Moskow e. Keça Têmûr-Mîdîya, keça Kurda ya yekemîn e, ku fakûlta rojnamegeriyê ya Ûnîvêrsî-teya Moskow ya dewletê xilas kiriye. Gotarên wê di rojnamên "Dengê Azadî", “Armanc”, "Riya Teze”, "Sûdarûşka" (bi Rûsî, li Moskow) û cîyên mayîn da çap bûne.

Bi tevayî 4 kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonal 80 sala xizmetî çand û edebîyata Kurdî kirine, gelek nimûnên folk-lora me ji windabûnê parastine. Ev rêkoreke taybetî ye di nava dîroka rojnamegeriya Kurda de.
Em îro nivîskar û rojnamevanê Kurda yê mezin Xelîlê Çaçan Mûradov bêyî haziriya wî bîr tînin, lê baristaniya ber dilê me ew e, ku karkirina wî ya welatparêziyê wê ji bo geleka bibe nimûne. Bextê me tenê alîkîva lê xist, ku serokê radîoya Kurdî ew bû. Eger yekî dinê bûya, kê zane, dibe ewqas nimûnên zargotina me ne bûna milkê gel.

Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata Kurdî bi herfên zêrin hatiye morkirinê.

Wezîrê Eşo
Nivîskar, xwediyê xelata ser navê Erebê Şemo

Gotinên mirovên navdar derheqê Xelîlê Çaçan de

Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan -wî peyayê IgSl r=i payebilind- xen igîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. *S«SSSSlHeval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va winda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gemasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbe-teke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.

De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.
Heval û dilxwezê we-Cegerxwîn
Hozanê Kurda yê mezin
***
Rola radyoya Kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê de pir e.
Mistefa Barzanî
Lîderê Kurda
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues