La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mizgîn: Ferhengoka Zarokan a Biwêne


Auteur :
Éditeur : Newroz Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN : 9188128 00 8
Langue : KurdeFormat : 150x215 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Deh. Miz. N° 4953Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mizgîn: Ferhengoka Zarokan a Biwêne

Mizgîn: Ferhengoka Zarokan a Biwêne

Mihemed Dehsiwar

Newroz

Adar {ê}:
Adar di salê de meha sisiyan e, û 31 roj dikşîne.
Bihar bi meha adarê dest pê dike.
Cejna Kurdan ya netewî, di 21 ê adaiê de ye.

Aferîn :
Aferîn bêjeyeke pîrozkirinê ye.
Mamoste ji Xemgîn pirsî:
-Paytexta Kurdîstanê kîjan bajar e ?
-Dîyarbekir an jî Amed.
-Rast e, aferîn!
"Aferîn, aferîn, Qadî Mihemed aferîn!”



PÊŞGOTIN

Xwendin û nivîSandina zimanê zikmakî û axaftina pê gelek gjring e, bi taybetî Jî ji bo Kurdên bakurê Kurdistanê ku bi sedsa-lan li hemberî xwendin û nivîsandina wan astengiyên curbecur hatine danîn û di davi de jî hatiye qedexekirin. Dadgehên Dew-leta Tîik, ji bo her nivfeeke kurdî bi salan ceza didin nivîskar û xwendevanên Kurd. Bi vî awayî heta Ji wan tê, ew nahêlin ku zimanê kurdî bi pêş keve ûxwenuhbike.

Tevî hewqas zordari û dijwaiiyan jî zimanê kurdî, Ji ber dewiemendî û xurtiya xwe, tu car serî netewandiye û gelek nivîskar û helbestvanên hêja ji nav xwe deixistiye holê. Ew nivfe-kar û helbestvanên Kurd ku meriv bi hêsayî kare wan bîne hem-ber nirîskarên hemdem ên heremî ev in: Elî Herîri, Mele Ahmedê Bateyî, Melayê Ciarî, Feqiyê Teyran. Ehmedê Xanî. Hed Qedriyê Qqyî, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Goran, Hejar û gelekên din...

îro zimanê kurdî ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe; ji xwe re riyeke nûjen û hevdem girtiye û roj bi roj bi pêş dikeve. Bêguman nivşên nuh wê zimanê xwe hin bi hin bêtir bi pêş ve bibin. Lêjibo vê jî pêwîst e, dê û bavên Kurd hewil bidin ku zarokên wan hê çêtir di vê pêşkctinê de dhê xwe bigrin; divê ew nav di zarokên xwe de bidin da ku zarûk rind fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin û xwe baş bighîjînin. Ji xwe em tev dizanin ku zarokên me, hêviya me û ronahiya welatê me ne.

Şagirtên delal..
Ev lêrhengoka bi wêne, ji we şagirtên hêja re ku dixwazin zimanê kunfi yê şêrîn fêrbibin hatiye amade kirin. Armanca vê feihengokê, fêriorina maneya bêjeyan, a rastnivîsîn û rastxwen-dina wan û hînbûna bikaranîna ferhengan e. Di vê ferhengokê de nêzî 1500 bêjeyên jîndar î rojane ku di dibîstanan de pêwîstiya şagirtan bi wan heye, hatine amade kirin. Pîianiya bêjeyan bi awayekî pedagojîk hatine manekirin û li pêşberî piianiya wan jî wêneyên li gor cih û daxwaziya maneyên wan hatine danîn. Her wiha bêje (fi nav hevokê de, bi xetên qalind hatine kifş kirin. Ev, bikaianîna têgihîştina ferhengokê hêsantir dike. Hinek bêjeyên ku bi çend wateyan têne bikaranîn, bi nimreya 1..., 2... kifşkiri ne û hinek jî bi hevmaneyên xwe ve hatine nivîsandin. Wekî din jî ji ber gjringjya dnsê bêjeyan me bêjeyên nêr û me di nav kevanê de bi tîpa {aj ji bo bêjeyên mê, yan jî bi tîpa {êj ji bo bêjeyên nêr nîşan daye. Bêjeyên ku ji bo herdu dnsan jî tên xebitandin, bi tîpên {a/ê} hatinekuişkirin.

Bikaranîna bêjeyên vê ferhengokê, ji aliyê pedagojîk û watemenî ve bi çend ferhengokên zarokan ên zimanê byanî re hatine hemberidrin û ji wan jî hatiye fêdekirin. Hin ji wan fertien-gokan ev in: Mediums Md Ordlista, Bamens OidHsta, Bild-teman (Swêdî).The Qxfbid-Duden Plctcnial English Dictio-naiy, Orfbid EngHsh Pîcture Dictionaiy (îngili/.i). Kinder-lerfkon (Elmanî), Ityska för Gynmashnn (Rûsî/Swêdî) û Diksiyunaiyong Adama (Filîpînî).

Bêguman ev feihengok ne bê kêmasî ye, lê bi zimanê Kurdî (kurmand) yekemîn ferhengok e ku wiha bi wêne derdikeve. Amadekarê vê ferhengokê ne zimanzane ye û ne jî mamosteyê zimanê kurdî ye û em bi bawer in ku ger zimanzane û mamoste-yan vî karî bigirtina ser milên xwe, dê karekî hêj baştir û bi rêk û pêktir derketina holê.

Bi hêviya pêşkeftina şagirtên Kurd, di zimanê Kunfi yê şêrîn de...

Weşanxaneya Newroz

A

Adar {ê}:
Adar di salê de meha sisiyan e, û 31 roj dikşîne.
Bihar bi meha adarê dest pê dike.
Cejna Kurdan ya netewî, di 21 ê adaiê de ye.

Aferîn :
Aferîn bêjeyeke pîrozkirinê ye.
Mamoste ji Xemgîn pirsî:
-Paytexta Kurdîstanê kîjan bajar e ?
-Dîyarbekir an jî Amed.
-Rast e, aferîn!
"Aferîn, aferîn, Qadî Mihemed aferîn!”

Afîş {ê}:
Afiş, ji bo agahdariyê tên bikaranîn.
Li ser afîşên dîwaran, daxuyaniya civîna Kurdan hatibû nivîsîn.
....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues