La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Destî: kurdî bi kurdî


Auteur :
Éditeur : Sewad Date & Lieu : 2007, İstanbul
Préface : Pages : 496
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 110x170 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dem. Fer. N° 4954Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Destî: kurdî bi kurdî

Ferhenga Destî: kurdî bi kurdî

Umîd Demîrhan

Sewad

- 16 hezar peyvên herî pêwist
- peyvên hevpar ên devokan
- bi gotinên pêşiyan 1600 mînak
- raveya têgihên zanistî
- serdanpê kurdî bi kurdî
- xebateke pisporane ya berfireh
- di qada xwe de tekane



PÊŞGOTIN

Di wêjeya kurdî de amadekirina ferhengên kurdî bi kurdî qadeke nûjen e û dikarim bibêjim ku hîç berhemên bi vî awayî neketine destê min. Lêbelê di hinek kovar, pirtûk û xebatên din de carinan hin peyv kurdî bi kurdî hatine ravekirin. Di amadekirina vê ferhengê de her çiqas min ji van çavkaniyên berdest îstifade kiribe jî, piraniya raveyan ji aliyê min ve hatine çêkirin.
Naveroka vê ferhengê bi nêzîkî heşt hezar peyvî hatiye dagirtin û jê hezar û pêncsed peyv jî bi gotinên pêşiyan ve wateyên wan hatine xurtkirin.

Di vê xebatê de weke rêbaz lêkerên hevedudanî giş ji hev cihê hatine nivîsandin. Lê di rewşa navdêrî, tebatî û dançêker de bi hev ve hatine nivîsandin.

Mînak:
berze bûn winda bûn
berze kirin winda kirin

Her wiha me ji bo mefhûmên rêzimanî jî nîşaneya /(r)/yê bi kar aniye û ev nîşane daniye ber raveyê.

Mînak:
kirde (r) fail, kirox, kirar, di hevokê de xwediyê çalakiyê

Bi hêviya ku ev xebat ji çanda kurdî re xizmetekê bike...

Umîd Demîrhan
umiddemirhan@yahoo.com
13.07.2006, Stenbol

Ji Bo Çapa Duyem

Di demeke kurt de çapa yekem a vê xebatê qediya û vê yekê em kêfxweş kirin. Her wiha di vê navberê de ji heval û xwendevanan hin pend û pêşniyar jî gihane ber destê me. Jixwe me jî dil hebû ku di çapên dîtir de hin sererastkirinan pêk bînin.

Beriya ku qala taybetiyên vê çapê bikin, em dixwazin ku rastiyekê jî bi we re par ve bikim. Her çiqas amadekirina çapa yekem di heyameke dirêj de hatibû pêkanîn jî, xebateke heweskarî bû û di destê me de zêde çavkanî tunebûn. Lê vê carê heta ku em bixwazin di destê me de derfet çêbûn ku em jê îsti-fade bikin.Heke hûn bikaribin her du çapên ferhengê rû bi rûyî hev bikin, hûn dê bibînin ku:

1. Hejmara peyvên ferhengê gihiştiye 16 hezarî. Her wiha hejmara gotinên pêşiyan û biwêjan jî bi awayekî balkêş zêde bûye. Li aliyê din, endazeya fer-hengê hatiye berfirehkirin û pêrista çavkaniyên ku me bi kar anîne jî dê sûdeke bêhevta bide têkildaran.

2. Rexne û riwayetên nû ên birêkûpêktir ber guhê me ketin û me ew jî dahûrandin. Ji ber ku me piraniya peyvan ji salixên jiyana rojane hildabû, cari-nan şaşiyên herêmîtiyê ketibûn navê. Lê vê carê me bi riya tora ragihandinê ya navneteweyî -înternetê- û çavkaniyên pêwist xebata xwe gihande asteke pêşketîtir û têkûztir.

Ev xebat xala dawîn a ferhengsaziyê têmsîl nake û qusûrên wê dê her hebin. Lewre em wisa hêvîdar in ku hûn dê -ligel bexşandina xeletiyên me- pend û rexneyên xwe jî ji me re bi rê bikin.

Umîd Demîrhan
umiddemirhan@yahoo.com

A

a / A tîpa yekemîn a alfabeya kurdî ye; deng-dêreke dirêj e, cîderka wê paşderkî ye, di belavbûna wê de dev vekirî ye û asta belavbûna wê nizm e
a ravekera nenas a mê-zatiyê ye
-a din yeke dîtir
-a xerab di te de bê çi nexweşiya xerab hebe di laşê te de derkeve
abal 1. veger 2. Vegeryayî
abal bûn vegerîn
aban biyan
abanî 1. biyanî 2. rehek û sewalên çolê
abegine şûşe, cam
abor 1. tiştê ku pê debar tê kirin 2. êwran 3. îqtisad 4. serinc
aborandin/diaborine/ biaborine 1. debar kirin 2. derfeta jiyanê amade kirin 3. îsraf nekirin 4. pê re derbas kirin
aborî 1. her tiştê têkildarî debarajîyanê 2. îqtisadî 3. bêîsrafî 4. derbasî ""aborî bi razanê û zik mizdanê nabe, bi xebat û xwêdanê dibe"
.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues