La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ferhenga Kurdistanî: Kurdî - Kurdî (Kurmancî)


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 2007, İstanbul
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN : 978-9944-360-83-8
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Dic. Krm. Krm. N° 4964Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ferhenga Kurdistanî: Kurdî - Kurdî (Kurmancî)

Ferhenga Kurdistanî

Elî Ekber Kurdistanî

Nûbihar

Ev ferheng, yekemîn ferheng e ku Kurdek li ser bingeheke zanistî û piştî xwesipartina ferhengên zimanên din tîne holê. Nûbihara biçûkan a Ehmedê Xanî (1651-1707) û Ehmediyeya şêx Marifê Nodehî (1752/53-1838), herdu jî du ferhengên Kurdî/Erebî bûn, lê bi helbestî hatibûn nivîsandin û navê ferhengê ji bo herduyan jî mezin e. Em dikarin vê ferhenga di nav destê xwe de wek yekemîn ferheng bihesibînin ku Kurdan çêkirine. Heta ku agahiyên cuda bi dest me bikevin û vê nêrîna me biguherin, em bêgav in vê yekê mîna rastiyê qebûl bikin.
Ev ferhenga ku berî 140 salî hatiye nivîsandin, ji bo lêkolerên zimanê Kurdî, Kurdnasan, zimanzanan û her kesê ku bixwaze ferhenga xwe ya Kurdî ferehtir bike û dewlemendiya zimanê Kurdî nas bike, gelekî pêwist e. Ew ji bo xwendevan û nivîskar û wêjevanên dema me ya îro û her demê jî pêwist e. Ew dikarin tê de gelek peyvên Kurdî ên resen û lihevhatî bibînin û di berhemên xwe de bikarbînin.



PÊŞGOTIN

Bi namî xudawendî can aferîn
Hekîmî, suxen der zeban aferîn3
Berî heft salan, dema ez li nav fehresa destnivîsên Kitêbxaneya Meclisî Şûrayî Îslamî (Encûmena Şêwirmendiya Îslamî) digeriyam, navê kitêba ... (Bedai’ el-Luxet) bala min kişand. Çawa min dest bi xwendina wê kir, min dît ku kitêbeke binirx û sûddar e, min dil kir ku ez kopiyekê jê bikişînim û pişt re çap bikim, û bi vê armancê, min serî li seroketiya kitêbxaneyê xist. Li wir ji min re gotin: Ji ber mercên cenga di navbera Iraq û îranê de û ji kêmpeydabûna filman, kitêbxane nikare kopiyan amade bike, lê eger derfetên te hebin û tu filman werînî, tu dikarî kopiyekê bo xwe hilgirî.

Lê ji ber ku min derfeta amadekirina kopîkirinê bi rêya filman, di xwe de nedît, min projeya kopîkirina kitêbê ji serê xwe avêt. Heta berî sê salan, ez rojekê li Senendecê (Sine), bûme mêvanê birêz Dr. Mustefa Xurremdil mamosteyê zankoya Razî. Di nava axaftinên me yên derbarî kitêb û karên lêkolînî de, wî berê xwe da min û got: Ji ber ku tu bi çap û weşandina desnivîsên kevn û bermayên nivîskarên Kurd re xwe mijûl dikî, îcar kopiya kitêbekê li ba min heye ku ji dema xwendina min ya li zankoyê, min li kitêbxaneya Meclisê amade kiribû, ez pêşkêşî te dikim, eger tu bixwazî û bikaribî, çap bike.

Piştre ew rabû ji nava kitêbên xwe, pêçenivîsek pel derxistin û dane destê min. Dema min ew pel vekirin û venerîn, min dît ku kopiya Bedai’ el-Lnxet bi xwe ye, ango ev kitêba çapbûyî ku niha li ber destên xwendevanên giranqedir de ye.

Jixwe eger ne hezkirin û dilxwaziya Dr. Xurremdil bûya, mimkun bû ku ev kitêb bi vê zûbûnê çap nebûya, yan jî dibû ku, ji ber gelek sedeman hîç çap nebûya. Lewra jî ez jidil sipasiya mamoste Xurremdil dikim û ji Xwedayê gewre û bilind tika dikim ku wî bi ser bixîne di rêya bilindkirina çand û zanistên welêt de.

Kitêbnasî
Qab ji çermê bizinan, yê debaxkirî ye, kaxez firincî ne, pîvana kaxezan xişti ye4. Hejmara pelan sed û çil e, di her rûpelekê de çardeh rêz hene, dirêjayî 21,5 cm, berayî 17 cm, hejmara qeydkirinê di kitêbxaneyê de 844, hejmara defterê 13208 e.

Bi xeta Neste’lîq, sala 1287 (1870) hatiye nivîsîn. Nivîskarê desxetê Nesrullah Kurdistanî ye, lê weke ku di haşiyeya (rexnivîsa) rûpela i2an de xuya ye, kitêb sala 1284 (1867), bi daxwaza Ferhad Mîrza (Mu’temed el-Dewle) apê şah Nasiriddînê Qacarî, dema fermanrewayiya wî li Kurdistanê hatiye danîn. Herweha daner (Elî Ekber) di dawiya ferhengê de nîşan daye û îşaret kiriye ku alîkariyeke aborî jî ji Ferhad mîrza wergirtiye, çiku dibêje:
.....
Wate: Ez dê di bîra xem û matmayînê de (aware) heta qiyametê mabama
Eger ku şehzade alîkariya min nekiriba

Daner kî ye?
Navê wî Elî Ekber e, navdar e bi weqayi’nigar (serpêhatînivîs, mêjûnûs), leqeba wî Sadiqulmulk e, texellusa wî (Texellus nasnavê ku helbestvan ji xwe re hildibijêre û di dawiya helbesta xwe de tîne. J. Dost) Efser e.
Ew kurê Ebdullahê munşîbaşiyê (serekê nivîskarên dîwanê. J. Dost) ku texellusa wî Rewneq e, kurê Mihemed Axa ye. Ew yek ji wêjevan û helbestvan û nivîskarên serdema xwe tê jimartin, li gor gotina rehmetiyê Baba Merdox di kitêba Tarîx Meşahîrî Kurd (mêjûya navdarên Kurdan. J. Dost) de, rûpel 62 beşê duyemîn, Elî Ekber di 13 şewala 1317 koçî de (3-2-1900) çûye rehmetê. Ew ji binemala Qadiriyên Senendecê (Sine) ye û kurmamê Mahşeref Xanim (Mestûre) helbestvan û mêjûnûsa Kurd a mezin e "di sala 1264 koçî (1847/1848) çûye rehmetê". Ji bilî vê ferhengê, Elî Ekber kitêbek derbarê tarîx û coxrafiyaya Kurdistanê de nivîsiye, navê wê: Hedîqeê Nasiriye (Baxçeyê Nasirî. J. Dost) ku di sala 1364(1986)30 ji hêla min (M.R.Tewkkulî) ve hatiye çapkirin5, herweha, dîwaneke wî ya helbestan ku hîn çap nebûye heye, di destê birêz Mihemed Xerîqî de ye li Senendecê (Sine).
Beşê mêjûyî di vê ferhengê de
Daner 23 rûpel ji ferhengê, ji bo şîrovekirina kok û nijada gelê Kurd veqetandiye. Ew jî ketiye bin tesîra mêjûnûsên ne Kurd, û efsaneyên wan dubare kirine, weke efsaneyên ku dibêjin: Kurd ji tuxmê wan kesa ne ku ji kuştina bi destê Dehhak filitîne, yan: Kurd ji cinnan peyda bûne, yan jî Kurdan bi nijadê Erebî ve girêdidin. Hal ew e ku Kurd li gor belgeyan û lêkolînan, Mîdî (Medî) û ji nijadê Arî ne. Lê dema tarîx bi destê dijminên Kurdan û mêjûnûsên bargeh û padişahan tê nivîsandin, tiştekî asayîye ku di piraniya wan nivîsan de bê însafî hebe.
Mixabin Elî Ekber jî ji vê yekê nefilitiye û di zelalkirina nijadê Kurdan de ew çewtî dubare kirine û anîne ziman, herweha dev avêtiye hinek hoz û tîreyên Kurdan ji ber dîn û baweriyên wan ku min ew devavêtin narewa dîtin û min çav ji çapkirina wê girt.6

Çend têbînî derbarî rênivîsa vê ferhengê
-Wek ku tê zanîn, di elifbêya Erebî de, ev çar tîp p. ç. j. g nînin, nivîskar jî li gor zemanê xwe, navê b ya Farisî, c ya Farisî, z û k ya Farisî li wan kiriye.
-Di gelek deveran de, wî cînavê cuda(ew) ku ji bo mirovan tê bikaranîn, ji bo tiştan jî bi kar aniye.
-Di dawiya hin peyvan de, nivîskar h’ya ku teleffuz nabe, rakiriye, wek di peyva Mirqemirq (...) de. Tîpa q ya yekem ne sakin e jî lê wî weha nivîsiye: Mirqmirq (...).7
-Li gor rêzimana Erebî, herweha Farisî jî, ji bo rastxwendina peyvan, daner ji î’rabê (yanî kesre û fethe û demme, û bi Kurdî jêr û ser û ber) sûd wergirtiye. Belê ji berî çend salaye ve, Kurdan li şûna î’raba bi hereketan, î’raba bi tîpan afirandin û hilbijar-tin8. Li şûna fetheyê e, li şûna demmeyê, u, û li şûna kesreyê i
bi kar anîn. Min jî li gor rênivîsa Kurdî ya nûjen, î’raba bi tîpan hilbijartiye, li ber peyva resen a ku daner daniye, min eynî peyv di nav du kevanan de bi rênivîsa nû daniye ji bo xwendina wan ji xwendevanên Kurd re hêsantir be.9
Di dawî de nivîskar heta ku karîbû, wateyên peyvên Kurdî, bi Farisî, Erebî, û bi Tirkî jî dane, û gelek malik ji helbestên Farisî jî anîne ziman, da ku peyvên Farisî bêtir zelal bike.
Maye ez bibêjim ku her ziman bi buhurîna demê re xwe diguherin, di vê navê re dibe ku gelek gotin werin jibîrkirin û gotinên zimanin biyanî cihê wan bigirin. Di vê ferhengê de jî, dibe ku gotinin hebin ji bîr çûbin, îcar çi jê xweştir e ku li cihê wan peyvên biyanî ên nahogir, yên ku rêya xwe dîtine û ketine malbata zimanê Kurdî, ev peyvên bi kok, ên resen, rûnin û sûd ji wan were girtin!
(..........)

Mihemed Reûf Tewekkulî
Tehran - payîza 1369 (1991)

3 Malikek bi zimanê Farisîji helbesteke Se'diyê Şîrazî ye:
... Wate: Bi navê Xwedayê ku giyan afirandiye.
Şarezayê ku, axaftin di zimanî de afirandiye.
4 Xiştî: Pîvaneke kaxezên kitêbên kevn e,
li gor vê pîvanê dirêjî û pehnayiya kaxezê wek hev in. (J. Dost)
5 Min jî bi destûra M. R. Tewekkulî ev kitêb ji Farisî wergerande Erebî, û ew li ser çend xelekan di kovara Gulan el-Erebî(...) de li Kurdistana başûr di navbera salên 2000-2001 de hate weşandin. Paşê weşanxaneya Aras li Hewlêrê ew di sala 2002an de wek kitêbekê weşand. (J. Dost)
6 Divabû ku birêz Tewekkulî, ew devavêtin jî wergerandana, karê akademîk wisa dibêje. Wî dikaribû şîroveyên xwe binivîsandana û rexne li danerê ferhengê bikira. Dê gelekî qenc bûya ku me nêrînên nivîskarekî kurd derbarî hin êl û hozên Kurdan de bidîtana. Mela Mehmûdê Bayezîdî di kitêba xwe Adat û Risûmatnameê Ekradiye de, têra xwe rexne kirine û dîtinên xwe gotine. Ne ji mafê me nivîskarên îro ye ku em sansurê li ser fikrên nivîskarên beriya sed û pêncî salî deynin. (J. Dost)
7 Ev li gor rênivîsa Erebî ye, di bala danerê ferhengê de, fethe, yanî zeber li ser tîpa q bi Erebî têrê dike ku xwendin rast be. Lê dema bû latînî hacet bi wê nema. Min têbîniya lêkolîner Tewekkulî danî ji bo ku karê wî were nasîn. (J. Dost)
8 l'-rab: Di zimanê Erebî de, danîna sembolên teleffuza her tîpekê li ser yan li bin tîpê, l'rab e. Yanî zelalkirin e. Çiku ne ew nîşan bin, ne diyar e ka çawa peyvek teleffuz dibe. Di elîfbêya Erebî de hemî tîp kosonant in, tîpên vokal ên xweser nînin, lê bi saya wan nîşanan ango fethe, kesre, demme(ser-jêr-ber). Ev l'raba rênivîsê ye. I'raba rêziman jî heye, ew jî zelalkirina cihê her peyvekê, ka cînav e, yan destpêka hevokê ye, yan çi ye. (J. Dost)
9 Li vir dîsa Tewekkulî behsa xebata xwe ya.di vê ferhengê de dike, bêguman bi wergera wê ya bi Kurdiya Kurmancî û bi rênivîsa latînî, ew têbîniyên wî dê ji bo xwendevanan ne xuya bin, û dê nizanibin ka wî çawa xebata xwe kiriye. Lê diva bû ku ez van têbîniyên Tewekkulî wergerînim.

Pêşgotına Daner Elî Ekber Kurdıstanî10

Bismillahirrehmanirrehîm
Spas ji Xwedê re ku,
Zimanê her kesî di behsa wî de westiya.
Eger biaxive ew ziman, wê li ser Xwedê biaxive.11
Her beşek ji bendeyên xwe zimanek daye wan ku pê miradê Xwedê fêhm bikin. Ewê ku xelk û hebûn tev fêrî pesnên xwe kirine. Çi tiştê heye di pesnê wî de tesbîhan dikels. Ji nav wan afrîdeyên xwe, zimanê rewan û lûxeta fesîh bi taybetî daye mirovan. Qencî bi wan kir û rûmet da wan ku her beşek ji wan zimanek da wan. Ji ya ku bûyî hîç qenctir nabe. Û silavên Xwedê li ser wî kesê ku rewanbêjtirîn kesê ku bi Erebî axiviye (Hz.. Muhemmed -s.-) û li malbata wî û ehlên wî yên rewanbêj, bi qasî ku komên mirovan bi zimanekî biaxivin, û bi qasî ku guh wateyên peyvên gelên curbecur fêm bikin. Piştre:13
Yê ku van deriyan vedike, û nivîskarê van beş û babetan, kurê rehmetiyê mîrza Ebdullah munşîbaşiyê Kurdistanî, Elî Ekber yê ku nasnavê wî Efser e, wisa dibêje:
Çawa ku ez ji qonaxa zaroktiya di hemêza dê û bav de derke-tim û gihîştim, û min serî kişande ber dayîreya mirovatiyê, ez bi -lêdan û gefên bav û darê mamoste, bi zorê, ne bi kêfa xwe, min ...
10 Navê daner, Elî Ekber Weqayi'nigar jî û mîrza Elî Ekber Xan jî tê nivîsandin. (J. Dost)
11 Malikek ji helbesteke Erebîye:
.....
12 Ayeteke Qur'anê ye di sûretê îsra de, ayet 44:
.....
13 Pêşgotina daner heta vir bi zim’anê Erebî ye. Erebiya ku wî pê nivîsiye gelekî pak e û astbilind e, lê di wergerê de çêja wê diçe. (J. Dost)

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues