La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotînê Peşyên Kurda


Auteur :
Éditeur : Berfîn Date & Lieu : 1996, İstanbul
Préface : Pages : 302
Traduction : ISBN : 975 - 7354 - 45 - 7
Langue : Kurde, TurcFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tur. Bor. Got. N° 4296Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gotînê Peşyên Kurda

Mustafa Borak

Kurde

Berfin

"Atasözleri ve deyimlerin önemi çoğumuzca bilinmektedir. Hele sözkonusu olan yıllarca baskı altına alınmış, bu yüzden de yazılıdan ziyade sözlü anlatımın (zargotin) geliştiği Kürt kültürü olunca işin yakıcılığı daha iyi anlaşılır.
Atasözleri ve deyimler, bir toplumun kültürel, tarihsel, sosyal, ekonomik, psikolojik, inanç, felsefe, mantık, gelenek ve görenek yapısına ışık tutmalarından kaynaklanır. Başka bir deyişle, atasözü ve deyimler, toplumların üretim tarzını ve bu üretim tarzının üzerinde yükselen üretim ilişkilerini yansıtan ayna görevi görürler."

Mustafa Borak 1956 yılında İğdır'ın Tuzluca ilçesinde doğdu. Orta öğrenimini Tuzluca'da, öğretmen okulunu Ordu Perşembe'de bitirdi. Öğretmenlik görevini yaparken defalarca açığa alınıp sürgün edildi. 1981'de siyasi nedenlerle bir süre Erzurum Askeri Cezaevi'nde kaldı. Tahliye edilmesine karşın, davanın devam etmesi nedeniyle öğretmenlik görevini yapamamaktadır. Çalışmalarını Mezopotamya Kültür Merkezi (MKM)'nde sürdüren Mustafa Borak'ın, "Gotinê Pêşiyên Kurda" adlı bu derlemesinin yanında bir de "Kürtçe Deyimler" adlı bir çalışması vardır.


PEŞGOTİN

Giringiya gotin û biwêjên pêşiyan ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Heke mijar çand û zimanê Kurdî be, ev giringî hê bêhtir xwe dide pêş. Ji ber ku ev çend sal in di bin bandoreke hov de ye. Vê bandor û bişavtina (asimlasyon) mêtîngerî, bi xwezayî çand û zimanê Kurdî ber ve zargotinê birî ye. Ji bo wê em dikarin bêjin ku, biwêj û gotin bingeha çanda Kurd in. Di lorîna dayikan de, têkiliyên zarokan de, xwestin û dayînâ qîzan de, axîn û zarîna kal û pîran de, di şîn û şahiyan de pir gotin, biwêj, stran û kilamên bê hempa hatine afirandin.
Hêjahiya gotin û biwêjan ewe ku, li ser dîrok, çand, hüner, edet, aborî, felsefe, psîkoiojiya gelan edet û kesanetiya gelan agahiyan didin mirov. Bi kurtasî em dikarin bêjin, ev gotinên giring hilberîna civakan û têkiliyên hilberîna civakan tînin ber çavan. Ev gotin, raman û nirxên gelan in. Rewşa gel û netewan nîşan didin. Jiyan armanc û baweriya gelan tînin zimên. Ji ber ku ev gotin ji gelek neslan derbas bûne, hatine darivandin (Porizîn) bi gelek ceribandinan ve hatine zelal kirin û rastiya wan hatine ispat kirin.
Di şîn û şahiyan de ev gotin ristek mezin dilîzin. Ev giranî di nav gotinan xwe da jî tên xuyan. Mînak: "Gotinê pêşiyan wek neqşê keviran in.". Serê heft newelan newalek, serê heft gotinan gotinek dibire.", "Gotinê pêşiyan, felê misheban in.", "Tu nemaye’ku pêşiyan negoti ye" hwd.
Hewceye li ser gotinê pêşiyan û biwêjan, li ser teybetiyên wan jî em bisekinin.
Gotinê pêşiyan rewşeke gerdûnî û gelemperî tînin ziman. Rê nîşanî mirov didin, pend û şîretan dikin. Gotinê kurt û giranbuhan e. Zêdetir bi awayekî fermandarî tên bikaranîn.
Ji bo biwêjan jî em dikarin bêjin: Bi gelemperî heremî ne. Gelek caran bi rewşeke hevdengî (bi kafiye) tên bikaranîn. Zêdetir wateyên wan mecazî ne. Ji wan gelekan kurteçîrokên afirandina wan hene.
Lê gelek caran mirov nikare biwêj û gotina bi hev Tjiqetîne. Wek keskesorê him teviihev in, him jî ji hev cihê ne.
Teybetiyên van gotinan ya herî giranbuha yek jî ewe ku, azîn û bingeha ziman û rewşa civakî bi awayekî bedew, hêz û hêja radixin holê. Ji bo wê ev derfetana ji zimanzan, civaknas, dîrokvan û wêjevanan re çavkaniyên bê hempa ne. Ziman û çanda Kurdî bi vê rewşa xwe ya bindest û qedexe, bûye barekî giran, bûye barê namûsê li ser pişta ronakbîr, zanyar û rêberan. Ev berpirsiyariyek pir kûr û giran e.
Heke îro digel ewqas zilm û zordarî, ewqas qirkirin û bişavtinê ziman û çanda Kurd nehatibe fetisandin, ji ber giyan û kurbâna bingeha wê ye. Lewra evê bingehê li Mezopotamyayê zîllik daye. Ew Mezopotamya ku bûye warê mirovahî û şarazahiyê, bûye dayîk ji cîhanê re, çanda Kurd hêza xwe ji wir hildide.
Pir mixabin îro meş û şaxvedana ziman û çanda Kurdî bi kote-zorî tê sekinandin. Xwendevanên wê zêde tünenin. Hinek ji ber wê hinek jî ji ber tirsê weşanxane naxwazin berhemê bi Kurdî biweşînin.
Digel van pirsgirêkan dîsa jî em bawerin ku, ziman û çanda Kurdî wê ji van zincirên koletiyê bifilite û wê cîhê xwe yê bi rûmet li nav cîhanê bigire.
Li ser dabaşa vê xebatê jî em dikarin bêjin, heya niha di vî warî de xebateke zêde nehatiye kirin. Bilî şehîdê nemir Huseyîn Denîz, lêkolînvanên hêja Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û zimanzan birêz. A. Balî min tu çavkanî dest nexistin. Gelek alîkariya van çavkaniyan gîhiştin min.
Heya niha gotin û biwêjên Kurdî bi hev re hatine nivîsandin. Me di vê xebatê de ew ji hev cihê kirin. Bilî wê me bi rêza hejmaran ew yek bi yek nivîsî. Divê bê gotin ku, wergera zimanê Tirkî jî bû pirasgirêkeke dijwar. Çawa ku helbest bi dijwarî werdigerin, gotin û biwêj jî ber wateya wan ya mecazî hê dijwar werdigerin.
Pêwîst e, bê gotin ku, ev xebatên bingehîn, hewceye bi rewş û azîneke zanyarî û akademîk bên meşandin. Divê bi awayekî hevkarî, hevbeşî(kolektif) bi aliyên çend kesan ve û di bin basikê dezgehên çandî û akademîk ve bên karanîn.
Hewce ye bi teybetî alîkariya jinên Kurd ya di vê xebatê de jî em bînin ziman. Çawa ku tê gotin bi rastî jî di civaka Kurd de yê hindik hatine bişavtin û çanda Kurd di sîngê xwe de diğerinin, bê guman jinên Kurd in. Bi vê sedemê tim dayîkên Kurd, yê ku alîkarî kirine û bi teybetî jî ji bo ked û alîkariya dayika zarokên min û hevala min Almastê re pir sipas dikim.
Bi hêviya rojên çand û zimanekî azad û bi serketî ve...

Mustafa Borak
Adar 1996

A

1. Adarê sibeha sar e, êvara se xwe davêje ber siya darê.
Martta sabahları soğuktur, akşamları köpek ağaç gölgesine sığınır.
2. Adarê, agir xweştir e ji savarê.
Martta ateş bulgurdan iyidir.
3. Adarê kêrgû (kîroşk, kêrgûşk) sibeha xwîn dimîzin, nîvro xwe davêjin ber sîya darê.
Martta, tavşanlar sabahları kan işer, öğleyin ağaç gölgesine sığınırlar.
4. Adarê, serê darê xweştir e ji binê darê.
Martta, ağacın tepesi dibinden tatlıdır(iyidir, güzeldir).
5. Adarê, şev û roj tên qedarê.
Martta, gece ile gündüz bir (ayar) olur.
6. Agir bigire rêlê, ter û hişk wê tev bişewitin.
Ormanı ateş sararsa, kuru ile yaş birlikte yanar.
7. Agirê pêşîn gur e.
îlk ateş güçlüdür.
8. Agir bi darê hûr tê hilkirin.
Ateş küçük ağaçlarla tutuşturulur.
9. Agir di kevnebizûtan da dimine.
Ateş eski kütüklerde kalır.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues