La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Jîyana Bextewar


Auteur :
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1990, Stockholm
Préface : Pages : 256
Traduction : ISBN : 91 76 72 030 6
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Sem. Jiy. N° 5419Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Jîyana Bextewar

Jîyana Bextewar

Ereb Şemo

Roja Nû

Jiyana wi di riya gel û welatê wi da derbaz bû. Ji şivantiyê dest pê kir, di saya jiri, baqili û camêriya xwe da, ji nav gelek çetinahiyan derbas bû, riya xwe vekir, bû rêbereki hêja û niviskareki bijarte bo gelê xwe. Ji ber vê ye ku, navê wi ji bir nabe û ew her biji di dirok û dilê gelê Kurd da.



PÊŞXEBER

Xwendevanêd eziz, eva romana ewlin e ji emrê Kurmanca. Ez çar sal xebitim, ku vê romanê bimvisim. Vê nivisara xwe da ez xebitim, ku bidim kifşê qebileke kurmanca, çawa di bin bandûra padşa, bega û axelera da li welatê Romê diji. Çawa belengazi û zelûliyê li wê derê dibine û çawa ew xwe li welatê Uris digre, direve tê. Wana, hê di sala 1877’an da, wextê ku eskerê Ûris hatibûn wê derê, bi çavê xwe ditibûn, mexlûqetê Ûris mexlûqeteki pak e; xêrxwaz e, û qenciya miletê Kurmanca dixweze. Li belgê cimaeta zehmetkêşa: ekinçi ne, rênçberê çolê ne, keda helal ji xûdana eniya xwe dixwm, lê nav wan da hene meriyê miftexur. Silêman beg e, yê xûna xebatkaran dixwe, malê wan jê distine, mexlûqetê xwe difroşe padşê Romê, her bona wê yekê weki ew karê divine. Xema wi nine, weki mexluqetê wi talan dikm, dişêlinin û birçi dimimn... Ber çavê we ra di vê romanê da derbaz dibin meriyê minani Qelender, dewletik, ê ku pera dide bi selef û wexta xelayê biha biha nan difroşe, xelqê talan dike. Ew dewleti ye, xweyiyê keriyê pêz û dêwêr e. Xweyiyê çalêd nan e, lê meriki tima ye. Fikra wi her topkirina xişir, embaret û zêran e..

Hûn dibinin dostiya me û Ermeniya hela di wi wexti da heta roja iroyin...
Hûn dibinin, weki azabûna wan Kurmancêd belengaz, bi şoreşa Oktobra Mezin, bi destê Partiya Lênin (Partiya Bolşêvika) çêdibe...
A li vira hûn dibinin mêrxasê romanê, Saidê Emer, ê ku ji paşila wan belengaza derdikeve...
Helbet, ezê zef razibim, weki heval derheqa kêmasiyan ji min ra binvisin.

Sala 1959- bajarê Êrêvanê
Ereb Şamîlov

Jîyan û Efrandinên Ereb Şemo

Berê di Kurdistanê da yê ku roja bûyina xwe dizanibû gelek kêm bû. Ji ber gelek sebeban, zarokên nû bûyî di wextê da nedihatin qeydkirin û tevî roja bûyinê, pir caran sala bûyinê ji ji bîr dibû. Lê Ereb Şemo bi wesileke baş, roja bûyina xwe hin dibe û di Şivanê Kurd da (kitêba ser jiyana xwe) eşkere dike. Dibê ku, ew di 28’ê çiriya pêşin, sala 1898 li gundê Qizil Çakçak, li hêla Qersê hatiye dinê. Bavê wi li vi gundî şivan bû.

Zaroktiya wî di nav çetinahiyên mezin da derbas bû. Wekî birayên xwe hîn di zaroktiyê da bû şivan, bi dû pezê xelkê li ser çiyan geriya. Di jiyana wi da rasthatinên baş ji çêbûn. Hin zarok bû ku di gundê Ûrisan da li dibistanê bû dergevan. (Hingê Qers di dest Ûrisan da bû). Li wê derê him pere qezenc kir û alikariya malbata xwe kir, him ji hini zmanê Rûsi û xwendinê bû. Disa, gava di gundên Ermeniyan da şivanti dikir, zmanê wan ji hin bû. Digel vê, ku li hêla Qersê Tirk ji hebûn, hini zmanê wan ji bû.

Di Şerê Cihanê yê Pêşin da li Ordiya Ûris bû terciman û tevi wan heya hêla Erzinganê hat. Di sala 1916 da h hêla Sanqamişê di çêkirina riya hesin da xebiti. Li wê derê bû hevalê bolşewikan û pişti şoreşê ket Ordiya Sor û bû endamê Partiyê. Di şerê hunduri da diji kevnepe- rastan şer kir, birindar ket. Pişti şer vegeri welat, lê dê û bavê xwe nedit. Bavê wi bi destê Ermeniyên Taşnak hatibû kuştm û diya wi ji ji ber koç, xizani û nexweşi mi- n bû.
Şoreşê li ber vi xortê Kurdi jir û jêhati rê û olaxên baş vekirm. Ew di sala 1920 da ket Enstituya Lazaryan û li wê xwendina xwe pêşva bir. Di sala 1924’an da vegeri Er- menistanê. Li wir ji bo rêzkirin û elimandina Kurdên xebatkar û belengaz karên baş kirin.

Şoreşê dawiya zulm û zordestiya ser gelan ji ani bû. Gelên piçûk û mezin xwe rêz dikirin û sazumaneke nu ava dibû. Ji bo Kurdan ji kar û xebat dest pê kir. Di sala 1928 da komeke xortên Kurd hatine şandin Leningradê, ji bo Enstituya Ilmên Rojhilatê ku Ereb Şemo ji di nav da bû. Di sala 1929 da, di bin seroktiya Kurdzani hêja Orbeli, kar û xebata bo hazirkirina elfabeyeke Kurdi dest pê kir. Ereb Şemo jî di nav vê komê da bû. Ev elfabeya pêşin bi tipên latini bû û demekê bi kar hat. Piştre ev elfabe hat rakirin, yêke bi tipên kirili hat danin ku hin ji bi kar tê.

Ereb Şemo di sala 1931 da li Leningradê di Enstituya Dirok, Felsefe û Zmanzaninê da wek mamoste, li ser zmanê Kurdî ders da, bo hazirkirina kadrên nû di nav Kurdan da kar û xebatên hêja kir. Disa di sala 1931 da, ji bo gihandina kadrên nu di nav kurdan da Enstituya Pedagojiyê ya Wiali Qefqasa û Mekteba Partiyê hatin vekirin ku bi Kurdi ders didan. Bo vi kari ji gelek xizmeta Ereb Şemo çêbû.

Ereb Şemo di avakirina rojnama Riya Teze da kar û xebateke hêja kir. Rojname, di sala 1930 da dest bi weşanê kir û heya iro bi der tê.
Di sala 1930 da sê efrandinên Ereb Şemo çap bûn: Emrê Lenin, Teriqa Revulûsiya Oktobrê, Kolxoz û Kara Wan ji Gundiyan ra.

Ereb Şemo, bo pêşvebirina rêzmanê Kurdî, tevî Qanetê Kurdo û Sukerman kar û xebat kir.
Di sala 1934’an da li Rewanê Konferansa Kurdzaniyê ya Pêşin civiya. Ereb Şemo tevi vê konferansê bû û kar û xebateke baş nişan da.

Di sala 1936 da efrandina wi ya bi navê Li ser Pêvendiyên Feodali di Nav Kurdan da derket. Ereb Şemo, her usa ji rêberê romana Kurdi ye. Ew di Şivanê Kurd da jiyana xwe dide ber çavan. Ev roman cara pêşin di sala 1935 da li Rewanê çap bû. Piştre hat wergerandin û bi zmanê Rûsi, Ermeni û bi çend zmanên gelên Sovyêt ên din ji çap bû. Digel vê bi zmanên Fransizi, Elmani û Erebi ji derket. Weşanxana Riya Azadi (Özgürlük Yolu) ew di sala 1978 da li Îstembolê, tevi Tirkiya wê çap kir.

Romana wî ya Dimdim romaneke diroki ye, derheqa mîrekî kurdan e ku ji bo parastina gel û welatê xwe diji Şahê îranê bi camêri şer kiriye. Cara pêşin di sala 1966 da li Rewanê çap bûye. Cara duwemin di sala 1974 da li Moskowê, tevi wergera Rûsi çap bû. Di sala 1975 li Bexdayê bi Soranî û tipên Erebî çap bû. Di sala 1983 da li Stokholmê bi latini, di nav weşanên Roja Nû da çap bû.

Jiyana Bextewar romana wî ya sisiyan e ku bi latinî der tê. Herwekî xwendekar bixwinin û bibinin, di dema Şerê Cihanê yê Pêşin da li Kurdistanê, hêla serhedan çi qewimine, koça Kurdan ber bi Qefqasan, şoreşa Oktobrê û şerê hundurî di vê romanê da cî digrin. Ereb Şemo bi zimaneki şirin û zelal behsa van bûyeran dike. Piştî wê ji Hopo hazir e bo çapê. Ew ji behsa jiyana nu dike di civata Kurdan da: Guhartinên nu di gundê Kurdan da, avakirina kolxozan û hwd.. Ev herdu roman bi hevra girêdayi ne. Bi vi awayi, herçar romanên Ereb Şemo ji dighêne destê Kurdên ku dikarim bi latini bixwinin.

Digel van efrandinan, bi navê Kurdên Ermenistanê senaryoyeke Ereb Şemo, û lêkolineke wî bi navê Derwêşên Kurd ji heye. Her usa ji gelek bendên wî li ser jiyan û literatûra Kurdan di rojname û kowaran da derketine.

Ereb Şemo, ji bona van kar û xebatên hêja nişana Ala Sor û ya Dostaniya Gelan stendiye.
Ew di 29’ê Heziranê, sala 1978 çû heqiya xwe. Pişti mirinê, Enstituya Marksizm-Leninizmê ya Ermenistanê, Yekitiya Niviskarên Ermenistanê û Wezareta Çandî ya Ermenistanê, hersê bi hevra derheqa wî da belavokek neşir kirin û tê da gotin ku, “Ereb Şemo wek bolşewîkekî kewn, niviskar û zanayekî bi nav û deng, mirovekî hezkirî û hevaleki baş, wê di dilê me da her biji.”
Serokê beşa Niviskarên Kurd yê Ermenistanê, Karlanê Çaçan ji usa digot: “Ereb Şemo bavê edebyeta Kurdî ye.”

Jiyana wî di riya gel û welatê wî da derbaz bû. Ji şivantiyê dest pê kir, di saya jîrî, baqilî û camêriya xwe da, ji nav gelek çetinahiyan derbas bû, riya xwe vekir, bû rêberekî hêja û niviskareki bijarte bo gelê xwe. Ji ber vê ye ku, navê wî ji bîr nabe û ew her bijî di dirok û dilê gelê Kurd da.

Tebax - 1990, Stokholm

Welatê Entabê*

(*) Entab, navbera Tutek û Patnosê ra tê gotin. Ev herdû bajar girêdayi Qerekilisê ne. (Têbmiya weşanxanê) Entab, di nava çar çiyan da bû: Sipanê Xelatê, Eledax, Kosedax û Dumanli. Te digot tebiyetê ev herçar çiya qestana çêkiriye, dora Entabê minani şivanine rinde pispor, weki miqati wî bin, diz û gur zirarê nedine wê deştê. Entab temam ne raste dûz bû, mînanî deştnê din.
Cîna rast dûz bû, cîna gujme û çiya bûn, lê ew deşt, gujme û çiya, kevir lê hindik bûn...
Ji wan herçar çiyan, her serê çiyayê Sipanê Xelatê hergav minani kolozeki Kurmanca ji tişteka spî çêkirî qerqaş dikir. Berfa serê wî tu cara nediheliya, her sal berfa teze di ser berfa kevin da diket. Meriv ku rojêd havina sayi li Sipani Xelatê dinhêri, ji bedewiya wî têr nedibû. Carna ji serê Sipanê Xelatê qet ji mijê û dumanê xalî nedibû. Meriyê ahil, wekî sibê radibûn, li çiyayê Sipanê Xelatê dinihêrin; zanibûn ew roj wê çawa derbazbe, baranê bê, yan na.

Binatara wê berfa serê wî çiyayê Sîpanî Xelatê mêşekî six hebû. Ew mêşe, durva xuya dikir. Nava wan mêşan da êmişê beyanî şîn dibûn: sêv, hurmê, karçin, hulu, gûz û findiq. Nava wan mêşan da bê hesab heywanetê beyanî ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues