PÊWÎST E BÊ GOTIN
Helbest min mişt dike ji guneh û min paqij dike û min ji benderên tirsê derbas dike û bazinên tarîtiyê bo min ronak dike. Nimêja min helhest e û bi helbestê dişewitim û her bi wê jî şîn dibim...
Eger hevjînê min wê roja min markir, ji min bipirsiya, heza te li çi ye li ser bê markirin? Min ê jê re bigota: Dêrek helbest. Helbest dibe sîber ji bo birînên min, di wextekî de ku kêr dixwazin min zêdetir birîndar bikin, derewê di gel min de nakin, hal nabin û cû di hewara min de tên, hemû salekê bo salvegera ji dayikbûna min, bi yek dêrc bejî min bi janê dixe... kon in bo bivanîbûna min, kon in bo tenhabûna min. Di gel wan rêwîtî dikim û min li şûn xwe nahêlin û di gel wan vedigerim... di gel min bo bîrhatinên Enfal û Helebçe digrin, û bi van kurd im û bi wana jin im û bi wana mirov im...
Tenha û tenha bo helbestê dikarim raza dilê xwe beyan bikim. Ew razên pêşkêşî helbestê dikim xwedî rengekî din in, rengê wan ji rengê gunehê helbestê ye. Ev berhevoka dengekî piçûk e, hewldaneke bo himêzkirina xewnan. Hewldaneke bo gunehkirinê, lê belê gunehên xweşih û pak bûn ji ew gunehên ku me bi dizî ji helbestê kiriye.
Vînos Fayiq
Gunehên xweşik
Ax... ji efsûna wan çavên te her wek serxweş te ez di pêka maçekê de niqum kirim guhê min li dengina dengê te bû ji fezaya qirka te dihat û hemû xanên laşê min hişyar dikir te ez ter kirim, serxweş bûm ku te ji min re got: "Ez te xweş divêm."
Ax... ji wê roja te min li cî hişt zeman jî min li cî hişt şûn di jêr piyê min de winda bû di sîbera şeveke xweyî tenhayî de rûniştim min dîroka gunehên xwe yî xweşik ji birîqa çavên stêrkan re dixwend terîşên tawanên min î rengînî bi hev girêdida
..... |