La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwan


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 1999, İstanbul
Préface : Pages : 288
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ka. Fin. Diw. N° 4300Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîwan

Dîwan

Seyid Eliyê Findikî

Nûbihar

Seyid Eliyê Findikî, di sala 1309ê Hîcrî (1892ê Mîladî) de li Findika Botan hatiye dunyayê. Di sala 1387ê Hîcrî (1967ê Mîladî) de jî wefat kiriye. Alimekî gelek mezin e û di gelek medresên kurdan de ders daye.
Seyid Eliyê Findikî Dîwana xwe bi zimanekî şîrîn û zelal nivîsandiye. Gelek şiîrên wî, bi qelema hinek mela û feqiyan hatine nivîsandin. Şiîrên wî di nav xelkê de belav bûne û hatine jiberkirin, lêbelê heta roja îro çap nebûne.
Me ev Dîwana hêja bi du alfabeyan amade kiriye; li alîkî tîpên erebî, li aliyê din jî tîpên latînî hatine danîn. Bi vî awayî, em hêvî dikin ku wê bêhtir kes vê pirtûkê bixwînin.
Şiîrên Seyid Eliyê Findikî, gelekî dewlemend in. Mijarên şiîrên wî cihê cihê ne. Di şiîrên xwe de ji orf û adetên kurdan nimûneyan dide; ji çêkirina niviştan, ji bihevnekirina xizm û pismaman, ji derengmayina biharê, ji nedana zikatê bi musteheqan, ji terka hezkirina dunyayê, ji xurbet û xerîbiyê û ji mirinê behs dike.



AMADEKIRINA VÊ BERHEMÊ

Bi gelemperî, edebiyata kurdî ya klasîk bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Li Tirkiyê kurdên ku di mektebên fermî de xwendine û ferî tîpên erebî nebûne, nikarin van berhemên xwe yên klasîk bixwînin. Kesên ku di medresan de bi alfaba erebî xwendine, ew jî bi hêsanî nikarin berhemên latînî bixwînin. Yanê, hinek kurd ji berhemên bi tîpcn crcbî, hinck jî ji berhemên bi tîpên latînî bêagah in. Di encamê dc, gelck kcs ji bcşekc çand û cdebiyata xwe mehrûm dimînin.

Bi armanca xwcndevanê zimanê kurdî, ji klasîkên xwe bêpar ne-mîne û di navbera xcbatên berê û yên îro dc pirck çêbibe, Nûbihar tiş-tekî nû dike.
Di vê berhemê dc, li alîkî tîpên crebî, li alîkî jî tîpên latînî li pêşbe-rî hev hatine nivîsandin. Ji vir û pê ve, me niyet e em berhemên xwe yên klasîk bi vî awayî biweşînin. Wê demê, hem oijînaltiya berhemê tête parastin, hem jî berhem bi tîpên latînî digihêje nifşên nû.

Wekî din, kurdên Iraq û îranê jî dikarin ji van kitêban îstîfade bikin. Xwendevanê zimanê kurdî, dikare du alfabeyan bi hev mu-qayese bike û bi herdu alfabeyan xwendina xwe pêş de bibe.
Bêguman amadekirina kitêbeke bi vî awayî, li gor derfet û îm-kanên me gelekî bi zehmet e. Lê hêja ye ku meriv vê zehmetê bik-şîne.

Di amadekirina vê kitêbê de gelek alîkariya birarziyê Seyid Eli-yê Findikî, Mela Seîd Erzen gihaştiye me. Me ev berhem li cem wî xwendiye û rast kiriye. Ji bo alîkariya Seyda Mela Scîd Erzen, em jê re spas dikin.
Di tîpderbasiya latînî de me eslê kitêbê bingeh girtiye. Ji bo ku eslê berhemê bête parastin, ji rêzimana îro bêhtir, awayê bikaranî-na peyvên wê demê û wê hcrêmê me csas girtine. Peyv bi çi awa-yî hatibe gotin me mudaxele nckiriyc.

Nivîskar hinek peyv bi du awayan bi kar anîne. Mînak: Cuda-cida, kur-kir, kuşt-kişt, yekî-yêkî, tazîm-te'zîm, pur-pir, dunyayê-dunyaê û hwd... Me ev peyv tev; hem di tîpên erebî, hem jî di tîpên latînî de, bi eynî awayê ku hatine gotin, nivîsîn.
Di tîpderbasiya latînî de, me herfa ^(eyn)ê jî bi çengala (*) nî-şan daye.

Ji me hereket, ji Xwedê bereket!

Nûblhar

Bi Navê Xwedayê Mîhrîban û Dilovan

1.
Mefa‘îlun mefa'îlun
Mefa'îlun mefa‘îlun
Hezec salim musemmen bî
Çiqa xweş tê di nezmê da

‘Elî rabe heta kengê
Tu xafil bî bi vê rengê
Bişo qelbê ji vê jengê
Here rêrast di ce'dê da

Te bê fayde ‘umur bûrand
Di qelbê xwe Le‘în rûnand
Heçî qencî te jê fûrand
Rija tev çû bi erdê da

Dibî poşman li vî ‘umrî
Dema ku tu biçî bimrî
Heçî ‘umrê te ma gorî
Bibûrîne di tewbê da

Bike tewbe bi qelbê saf
Eya bê'eql û bêînsaf
Ne ku dîsa bikî îxlaf
Di vê soz û di ‘ehdê da

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues